Diyarname
Tehsîn Xidir hunermendekî kurd e ji Şengalê ye. Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya ku NÇM'ê li dar xist de êvara 10'ê mehê ligel Yelda Ebbasî dê konserek pêşkêş bikira, lê ji ber ku rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê nehişt ew ji Duhokê were vir, tenê Ebbasî konser pêşkêş kir.
Em vê helwesta rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê rast nabînin û helwesta me li cem Tehsîn Xidir e. Em ji bo vê yekê strana Tehsîn Xidir "De çêkin" dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Fermo: