Diyarname
Di bin serokatiya Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek de heyetek rojên 10-11'ê adarê çûbû Cizîrê û lêkolîn kiribû. Niha encama wê lêkolînê hat eşkere kirin.
Vaye hin kîteyên ji wê raporê:
- Zarok, kal û pîr jî di nav de nêzî 300 kes hatine kuştin.
- Di sê jêrzemînan de bi dehan kesên birîndar hatine şewitandin û ji ber vê yekê gelek kesên cenazeyên wan nehatin teşhîskirin, ew li goristana kesên bêxwedî hatine veşartin.
- Hê di bin kavilan de cenaze hene. Parçeyên laşên mirovan di bin kavilan de hatin dîtin.
- Cenazeyên mil, ling, dest parçebûyî, beden bûye du parçe, cenazeyên nayên nasîn hene.
- Her kesê li navçeyê dijî wekî 'bersûc' hatiye dîtin, 'hiqûqa neyartî' hatiye pêkanîn, li taxên Cudî, Nûr, Sûr û Yasefê bi giştî 6 tax hatine talankirin.
- Li malan amûrên nav malê wekî dolab, carinc, televîzyon, klîma jî hatine gulebarankirin û nayê bikaranîn. Gelek jê hatine şewitandin.
- Kûçik û pisîk ji bo bibin îbret hatine daliqandin û wisa hiştine.
- Li dîwaran diruşmên nijadperest hatine nivîsîn.
Daxwaz
- Daxwaz ew e ku deynên esnafan û yên gel ên ji bo bankeyan bi paş ve bêne xistin
- Ji bo ev wehşet li cihek din neyê jiyîn siyaseta demokratîk bikeve dewreyê.
- Ji bo gel tenê neyê hiştin serdanên ji heyetên neteweyî û navneteweyî bi rêzê herin serdanê.
- Ne 'kentsel donuşum' (veguhartina bajêr), qadên ku jiyana civakî derxe pêş bi hevkariya gel bêne çêkirin, pêdiviyên xwarin, qerwerdehî û tenduristî yên gel bêne çareser kirin.
- Ji bo rewşa hiqûqî û cezayî yên tiştên li Cizîrê hatine jiyîn bişopîne di bin pêşengiya baroyê de komîsyonek bê sazkirin.
**
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'