Sendîkaya Kamu ya Tirkiyeyê (Kamu-Sen) nexşeyeke weşand û têde Misûl, Kerkûk û Hewlêr bi Tirkiyeyê ve girê da.
Li Tirkiyeyê gelek sendîka hene. Yek ji van jî Kamu-Sen e ku bi neteweperestiya xwe li pêş e. Niha Kamu-Senê nexşeyeke "Mîsakî-mîlî" weşand. Di bin nexşeyê de wisa got: "Emê qet dev ji doza xwe ya Mîsakî Mîlî bernedin." Tiştê balkêş ê di vê nefxweşeyê de bajarên wekî Misûl, Kerkûk û Hewlêr, dîsa li Trakyayê bajarên wekî Selanîk, Kircali û Varna, li aliyê Kafkasyayê jî bajarên wekî Batum û Nehciwan di nav nexşeyê de wekî bajarên xwe nîşan dane. Her wiha bajarê Helebê jî wekî bajarê xwe di nav nexşeya xwe de nîşan dane.
Kamu-Senê di meha borî de li gelek bajarên wekî Enqede, Stenbol, Eskîşehîr, Kocaeli û Balikesîrê ev nexşe belav kir, vê mehê jî şand şaxên xwe yên li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê.
Rayedarên Kamu-Senê hebûna ev nexşeya 'Mîsakî mîlî' qebûl kirin û dan zanîn ku armanca wan ew e ku gel agahdar bikin.
ANF