• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçe

Mele Bextiyar: Em li benda roja pêþwazîkirina Ocalan li Amedê ne

Dîrok : 24 01 2014 | Beþ :

Nûçe

AMED

Nûnerê Polîtburo yê Yekîtî Niþtimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar û heyeta pê re çû serdana Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr. Mele Bextiyar di axaftina xwe ya li vir de got, "Wekî YNK em bi heyecaneke mezin li benda wê rojê ne ku li Amedê bi merasîmekê Ocalan pêþwazî bikin."

Nûnerê Polîtburo yê Yekitî Niþtimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar û heyeta pê re ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên Ocaxên Çandê yên Þoreþger ên Rojhilat (DDKO) Necmettîn Buyukkaya ku sala 1984ê di zindana Amedê ya Hejmar 5 de di encama îþkenceyên giran de jiyana xwe ji dest da, hate Amedê, hate serdana Þaredar Osman Baydemîr.

Rayedarê Polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar, ligel Nûnerê YNKê yê Enqereyê Behrûz gelalî û endamên Polîtbûroyê ji aliyê Baydemîr, namzetên Hevserokatiya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kiþanak, Firat Anli, namzetê Þaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenter Îdrîs Balûken, Nazmî Gur, Adil Zozanî û malbata Buyukkaya ve hatin pêþwazîkirin.

Baydemîr kêfxweþiya xwe bi pêþwazîkirina wan anî ziman û diyar kir ku rewþa kurdan îro ji duh baþtir e û wê sibe ji îro baþtir be. Baydemîr got, “Sedsala 21ê dê bibe sedsala kurdan.” Baydemîr, destnîþan kir ku azadiya kurdan dê aþtiyê ji hemû gelên herêmê û Rojhilata Navîn re bîne û axaftina xwe weha domand, “Azadiya kurdan bi tifaq û xebatê mimkûn e.” 

Baydemîr bi bîr xist ku bala hemû Rojhilata Navîn li ser Rojava ye û got, "Pêþketinên li wê derê kelecanê dide hemû kurdan." Baydemîr di axaftina xwe de destnîþan kir ku bi saya cangoriyên welêt ew gihîþtine van rojan û Þêx Saîd,  Seyit Riza, Mela Mustafa Barzanî, Mazlum Dogan, Necmettin Buyukkaya û Sakîne Cansiz bi bîr anîn û got, ew bejna xwe li ber bîranîna wan ditewîne. 

Baydemîr ji Bextiyar re got ku hatina we ya vê derê ya bi boneya bîranîne Necmettîn Buyukkaya gelekî girîng e û daxwaza silametiyê li Celal Talabanî kir û got, “Xwezî Mam Celal jî saxlem bûya û ev pêvajoya aþtiyê bi çavên xwe bidîta. Ji ber ku pêdiviya dîplomasiya kurdan bi ezmûn û zîrekiya wî heye.”    

Nûnerê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar jî di axaftina xwe de bal kiþand ser girîngiya Amedê ya ji bo parçeyên din ên Kurdistanê û diyar kir li baþûrê Kurdistanê bi rewþenbîrê xwe, bi þoreþgerê xwe, bi pêþmergeyê xwe navê Amedê di dilê wan de ye û got, “Ji ber vê ye ku gelek navê “Amed” li zarokên xwe dikin.”  

'WE BAJAREKÎ NÛJEN AVA KIRINE'

Mela Bextiyar bi bîr xist ku berî 20 salan Amed wek bajarekî kavil bûye û got, “Niha piþtî ku hûn û rayedarên we yên gel bi dilê xwe ew hilbijartine hatine ser karî, reng û rûyê bajêr guheriye û we bajarekî nû û nûjen ava kiriye.”

Bextiyar Þêx Ubeydullahê Nehrî ku sala 1880ê yekemîn serhildana Kurdistanê pêk anî bi bîr xist û aþkera kir ku wê demê di kombûnekê de rayedarên Tirk, Ereb û Eceman ji Nehrî re dibêjin, “Eger em desthilata vî welatî bidine destê we kurdan hûn nikarin mehekê jî bi rê ve bibin. Hûn ê bi hev bikevin.” Þêx Ubeydulah li hemberî gotinên wan gotiye, “Hela carekê hûn xwe ji ser axa me bikêþin, hûn ê bibînin ka em çawa hem xwe, hem we û hem jî dinyayê bi rê ve dibin.”  

Mela Bextiyar got, “Heta ku em çaremîn xelkê mezin ê Rojhilata Navîn kurd mafên xwe bi dest nexin, çi huzûr û aramî nayê Rojhilata Navîn.”

Mela Bextiyar bal kiþand ser destkeftiyên li baþûrê Kurdistanê û da zanîn ku ew salane 11-12 milyar dolarî bazirganiyê ligel Tirkiyeyê dikin û got, êdî kurd dikarin xwe bi xwe li ser lingên xwe ragirin. 

'EM LI BENDA ROJA PÊÞWAZÎKIRINA OCALAN LI AMEDÊ NE'

Nûnerê Polîtburo yê YNK'ê Mele Bextiyar destnîþan kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê aþtî pêk were, ji ber hindê jî ew girîngiyê didine pêvajoya çareseriyê û got, “Ji bo ev pêvajo bimeþe û pêk were, divê misogeriya destûra bingehînî çê bibe. Li gel vê divê birêz Ocalan jî bigihêje azadiya xwe. Wek YNK em ê ji bo pêþwazîkirina þahiya Ocalan bi kêfxweþî bêne Amedê û hêviya min bi wê rojê ye.”

Mele Bextiyar bal kiþand ser Konferansa Cenevre-2 jî û got, "Hemû dewletên mezin li Cenevreyê hatine cem hev lê belê nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Berî 2 salan di kongreyekê de min ji rojnamevanan re gotibû, 'Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke wê nikaribe pirsgirêkên din çareser bike.'

Piþtî hevdîtinê Baydemîr tebaqek ku sûrên Amedê lê kirine û pirtûka Eyþe Þanê diyarî Bextiyar kir. 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

29 06 2022

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên kurdî hebûn

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35...

25 06 2022

Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa mîrekiyek, behsa dewletek dike

Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa...

25 06 2022

Kayûmê vê carê peykerê Cegerxwîn rakir

Kayûmê vê carê peykerê Cegerxwîn rakir

21 06 2022

Ev jî hene

Serokomar Gul diçe serdana DTP'ê

Serokomar Gul diçe serdana DTP'ê

05 05 2009

Hevdîtina BDP û AKP'ê betal bû

Hevdîtina BDP û AKP'ê betal bû

16 09 2010

Talûkeya 900 hezar kes deng nedin heye

Talûkeya 900 hezar kes deng nedin heye

17 01 2011

Þaredariya Dêrikê pirtûkên bi kurdî li zarokan belav kirin

Þaredariya Dêrikê pirtûkên bi kurdî li zarokan belav kirin

06 09 2019

Li Baþûr destana Dewrêþê Evdî ji pirtûka perwerdehiyê hat derxistin

Li Baþûr destana Dewrêþê Evdî ji pirtûka perwerdehiyê hat derxistin

14 12 2021

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname