Diyarname
Li Cizîr, Silopî, Nisêbînê qedexeya derketina derve ya gel, her wiha êrîşa hêzên dewleta Tirkiyeyê ya li van deran didome. Heta niha her agahî dihat ku her ku diçe hejmara hêzên dewletê, hejmara erebeyên wan ên leşkerî zêde dibin, lê hejmar tam nedihat zanîn. Niha çapemeniya tirkan hin agahiyên di vî warî de weşandin.
Li gor çapemeniya tirk 3 korgeneral, 3 tumgeneral, 8 tuggeneral û 26 albay vê operasyona li dijî kurdan bi rê ve dibin. Her wiha bi giştî heta niha 10 hezar leşker beşdarî vê operasyonê bûne.
Çapemenî dibêje ku wekî erebeyên zirxî 24 tang, 10 obus, 85 kîrpî di operasyonê de hatine peywirdarkirin.Ji bilî van tê gotin ku ji hin bajarên Tirkiyeyê tîmên taybet û polîsên beşa têkoşîna li dijî terorê jî li van deran hatine bi cihkirin.