Diyarname
Vê hefteyê fîlmên xelatgirt li vîzyonê ne. Yên em derdixin pêş "Lara", "Little Joe" û ji Tirkiyeyê jî "Şuursuz Aşk" e.
"LARA"
Fîlmê derhêner Jan Ole Gerster çîroka jinek bi navê Lara ya 60 salî pêşkêş dike. Di rojbûna 60 saliya wê de zarokê wê dê yekem konsera xwe ya piyanoyê pêşkêş bike lê ew venexwendiye konserê. Lara ku bi salan berê ji mêrê xwe veqetiyaye û ji kar jî malnişîn bûye niha bi tenê maye. Lara ji bo vê rojbûnê dê kedek mezin.
Fîlmê ku Corinna Harfouch, Tom Schilling, Rainer Bock û Maria Dragus rola serlîstikvaniyê girtine ser milên xwe beşdarî gelek festîvalan bû û bi xelat ji hinan vegeriya. "Lara" li Festîvala Munîhê Xelata Derhênerê Herî Serketî û Xelata Fipresci, li Festîvala Karlovy jî bi sê xelatan vegeriyan.
"LITTLE JOE"
Di fîlmê "Little Joe" (Joeya Biçûk) çîrokek li ser zanista genetîkê heye. Joeya Biçûk kulîlkek sor e li nav laboratûarê haitye çêkirin. Kulîlk bi bêhra xwe hestê dilşadiyê dide mirovan lê dema kesek wê bêhnê bikişînin nav cegera xwe ew kes êdî ne ew kes e. Fîlm nîşan dide ku kulîlk her hezkirin, eleqeyê dixwaze û bi vê çîrokê rêgezên bazirganiyê û exlaqê digire bin lêpirsînê.
Fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandayîn û bi Xelata Lîstikvana Herî Serketî vegeriya. Fîlmê ku îsal li Stenbolê di Fîlmekî de jî hat nîşandayîn niha ket vîzyonê.
Di fîlmê derhêner Jessica Hausner de Emily Beecham, Ben Whishaw, Kerry Foks û Kit Connor dilîzin.
'ŞUURSUZ AŞK'
Fîlmê ji Tirkiyeyê em derdixin pêş fîlmê derhêner Umut Ertek ê bi navê "Şuursuz Aşk" e. Di fîlm de İsmail Hacioglu, Ebru Şahin, Burcu Kara û Ruhi Sari dilîzin.
Yusuf (İsmail Hacioglu) ji bûyînê ve astengbar e. Tekane derdê wî simîtan bifroşe û debara xwe û diya xwe bike. Rojek di dema ku wekî her gav simîtan difroşe de polîs dikevin dû şoreşgeran û di wê tevliheviyê de Yûsûfî jî digirin bin çavan. Dema piştî demekê Yûsûf dê çavên xwe veke êdî dê jiyanek din li pêşberî wî be. Piştî îşkenceyên giran li Yûsûfî dikin fêm dikin ku ew masûm e lê êdî veger nîn e. Fîlm çîrokek ji çîrokên serdema derbeya 1980'yê ya li Tirkiyeyê pêşkêş dike.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Little Joe / Derhêner Jessica Hausner
- Black Christmas / Derhêner Sophia Takal
- Lara / Derhêner Jan Ole Gerster
- Astral / Derhêner Chris Mul
- Sanctuary: Population One / Derhêner Terry Mariott
- Şuursuz Aşk / Derhêner Umut Ertek
- Aslan Parçam / Derhêner Okan Ege Erguven
- Rafadan Tayfa 2: Gobeklitepe / Anîmasyon