Diyarname
Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo sersalê di çarçoveya ewlekariyê de hin qedexe ragihandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em cejna sersalê li tevahî gel pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin tijî kêfxweşî û ewlehî be.”
Di vê çarçoveyê de ev biryarên qedexeyê ragihandin:
1- Ketina kamyon û sahrîcan ji roja çarsemê, 28.12.2022'an seat 06:00`an heta duşemê 02.01.2023'an seat 06:00`an nav bajarok û bajaran qedexe ye.
2- Gera bi motorsîklêtan bi hemû cureyan tevî yên leşkerî ji roja carşemê 28.12.2022'an seat 06:00`an heta duşemê 02.01.2023'an seat 06:00`an qedexe ye.
3-Têkildarî dergehan, tevgera tevahî erebe û otobus, ji bilî rewşên mirovî wê ji roja carşemê 28.12.2022'an seat 06:00`an heta duşemê 02.01.2023'an seat 06:00`an werin rawestandin.
4- Qedexe ye ku welatî, hêzên leşkerî û ewlekarî guleyan bavêjin.”


