logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Piştî DAIŞ têk here dê Sûriyeyek çawa çêbe?*

Gelo piştî DAÎŞ hate tunekirin ew ê, di Sûriyeyek çawa de bi hev re bijîn? An jî wê bê gotin ku di nava Sûriyebûnê de x

  • Dîrok: 25/10/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Ev hêz kî ne û armanca wan çi ye? Di serî de YPG û YPJ di van çar salên şoreşê de li beramberî hemû kom û hêzên çekdar ên xwe wekî komên artêşa azad bi nav dikirin û komên tundraw ên wekî eniya El Nusra û DAÎŞ serkeftinên mezin bi dest xistin. Taybet jî bi berxwedana Kobanî destan nivîsandin. Bûn hêviya hemû şoreşger, demokrat, niştimanperwer û hemû jinên cîhanê. Bi sekna xwe ya rêxistinkirî, xwedî felsefeya azadiyê û rihê fedayetî coş, heyecan û bawerî da her kesî. Burkan el Firat jî bi sekna xwe ya nîştimanperwer û baweriya wan ya bi biratiya gelan, di berxwedana Kobanî de cih girt û xwedî şehîd in. Artêşa Şoreşgeran jî ku di nav de Şems el Şîmal û Cebhet el Ekrad û gelek grûbên din hene digire nava xwe. Ev jî hêzên niştimanperwer û baweriya wan bi biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk tê. 

Van hêzan li Sûriyê xwe îspat kirine û niha jî rolekî dîrokî girtine ser milê xwe. Di demên pêş de rola vê hêzê ew ê hîn bêtir derkeve pêş û mohra xwe li serkeftinên mezin bide.

Civakekê tu carî nikare parastina xwe bi destê dewletan û hêzên biyanî ve berde. Jixwe heta niha tu dewletan, hêzên mîlîtarîst tu carî civak neparastine. Berovajî wê her tim kesên desthilatdar û rêveberî parastine. Di oxira wan de şerên giran dane û di van şeran de her tim jin û gelan ziyan dîtine û bûne qurban û xenîmetên şer. Ji ber vê sedemê pêwîstiyên civakan bi hêzên xwe yên parastina cewherî heye. 

Di dîroka nêz de cara yekem e civakek bi hêza xwe ya cewherî, bi derfetên xwe yên kêm dikare li ser piyan bimîne û bibe bersiva hemû êrîşên, bi ser wê de tên. Dema civakek xwe gihand asta zanebûna xwe parastinê, mirov dikare bêje ew civakek polîtîk û exlaqî ye. Dema civakek nikaribe xwe biparêze, mafên wan ên xwe îfadekirinê jî ji destê wan tê derxistin û nikarin der barê xwe de biryarên siyasî jî bigirin. Ev Hêzên Sûriya demokratîk wekî hêza parastina hemû gelên li Sûriyê rola wan a dîrokî derdikeve pêş.

Di roja îro de du hêzên mezin dixwazin li Sûriyê projeyên xwe, pêk bînin. Ev her du hêz jî bêyî ku serî li vê hêzê bidin wê nikaribin projeyên xwe li Sûriyê pêk bînin. Çima? Ji ber ku armanca vê hêzê ne tenê desthilatdarî ye, armanca wan bi temamî parastina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ye. Heta niha tu ferq û cudahî nexistiye navbera pêkhateyên civaka Sûriyê û ew parastine. Her wiha ev hêz xwedî projeyek siyasî ye jî. Armanca vê hêzê ne tenê tunekirina DAÎŞ e, hedefa yekemîn tunekirina DAÎŞ’ê ye, lê li deverên tê rizgarkirin pergalek demokratîk, pir reng, ne navendî û tê de azadiya jinê li pêş e tê avakirin. Ji ber êdî mîna berê rêjîm nikare tevahî Sûriyê ji Şamê bi rê ve bibe. Her çiqas Rusya bixwaze Sûriyeyê wekî nexweşekî li ber mirinê li ser piyan bigire û bide jiyîn jî, ev ne gengaz e. Ji bo pergalek demokratîk li tevahiya Sûriyê pêk were û hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe yên rewa, ev hêz wê tekoşîna xwe berdewam bike. Hêzên derve jî eger tenê ji bo tunekirina DAÎŞ’ê bixwaze bi van hêzan re hevkarî bike, xwestekên wan ên siyasî pişt çav bikin, ew ê nikaribe ji vê hêzê sûdê werbigire. 

Niha daxuyanî tên dan. Koalîsyon dibêje projeya wan ya bi perwerde û bi çek bike têk çûye, ew ê bi hêzên kurd re kar bikin. Rusya jî dibêje bi artêşa Sûriyê re bibin yek. Lê ev her du jî tenê tiştên demî dibêjin. Piştre ew ê çi bibe wê nabêjin. Temam, em bi hev du re kar bikin, lê beramberî çi ew ê ev yek çêbibe? Ev nayê gotin. Hemû pêkhate û di serî de jî kurd vê pirsê dipirsin, gelo piştî DAÎŞ hate tunekirin ew ê, di Sûriyeyek çawa de bi hev re bijîn? An jî wê bê gotin ku di nava Sûriyebûnê de xwe bihelînin. Gelan ji vê têr xwariye, êdî bi vê nayên xapandin. Hemû têkoşîn ji bo jiyanek azad, demokratîk û pirrengî ye. Li ser vê baweriyê hêza Sûriyeya demokratîk wê wateya xwe ya rastî bibîne. Ji niha ve coş û heyacana vê yekê dide me hemûyan.

jindasilan@gmail.com

25.10.2015, Yeni Ozgur Polîtîka


*Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Li Sûriyê hêzek nû" bû, me guhart.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Peyva Nivîskaran di Êvareya Xwarinê de *

ad

Li Wêranşarê fîlmên bi kurdî

ad

Saet: 19.30: Li Qerqeliya Wanê DTP bi ser ket

ad

Osman Ozçelik klasîkeke din wergerand kurdî

ad

Lîstika "Tartuffe" li 3 bajaran derdikeve tûrneyê

ad

Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarziyan û Kevokên Spî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname