Diyarname
Ji bo 14'emîn Pêşbaziya Wêneyan a Ceylan Onkol dema serîlêdanê ye.
Şaxên Amedê yên Egîtîm-Senê ji bo bîranîna Ceylan Onkol û zarokên din ku hatine kuştin pêşbaziya wêneyan li dar dixe. Îsal 14'emîn e û niha zarokên bixwazin dikarin bi wêneyên xwe beşdar bibin. Pêşbazî ji bo zarokên dibistana seretayî û dibistana navîn e. Zarokên bixwazin beşdar bibin divê heta 12'ê meha sermaweza 2023'yan, êvarê saet 17.00'an wêneyên xwe bigihînin şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê.
Şertên beşdariyê jî ev in:
- Bi wêneyên 35x50 dikarin beşdar bibin.
- Di wêne de boyaxa donîn, boyaxa guaj, boyava rijî û boyaxa pastel dikare bê bikaranîn.
- Piştî nirxandina juriyê dê serketî bêne eşkere kirin.
- Ji dibistanên seretayî û navîn bi temamî ji bo 6 xwendekaran dê taximê eşofman û pêvalên sporê wekî diyarî bê dayîn.
- Yên beşdar divê aliyê pişt wêneyê xwe nav û paşnav, pol û şaxa dibistanê, temen, cinsiyet, nimreya telefonê, nimreya pêlavên xwe û ligel van nav û paşnavê mamosteyên xwe ligel nimreya telefonên wan binivîsin.
- Herî dawî divê roja 12.11.2023, saet 17.00'an wêneyan bigihînin şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê.