Cemiyeta Rojnamegerên Azad her sal bi navê, “Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” pêşbirkê li dar dixe.
* Pêşirk bi zimanên kurdî û tirkî tê lidarxistin.
* Pêşbirk di 5 kategoriyên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Bi Dîmen”, “Wêne” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.
* Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Ku jurî guncaw bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.
* Beşdar di kategoriyekê de herî zêde dikare bi 3 berheman beşdar bibe.
* Nirxandinên têkildarî kategoriyên karîkatur û wêneyan ligel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.
* Xelata kategoriyên Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî, Nûçeyên Bi Dîmen, Wêne û Karîkatûrê 5.000 TL ye.
*Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û girêdayî destûra cemiyetê dê bikaribe bên weşandin.
* Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 15’ê Îlona 2015’an de bên aşkerakirin.
* Xelat dê bi merasîmek di 21’ê Îlona 2015’an de bê lidarxistin bên dayîn.
* Pêwiste ku berhem bi riya APS an jî bi awayek tahaûdî bên şandin. Ji windabûna berhemên ji bilî van riyan, bi riyek din hatine şandin, cemiyeta me berpirsyar nîne.
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ
* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bi cih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.
* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên bi hilbijartinê hatine ser kar nikarin tev li pêşbirkê bibin.
* Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 15’ê Îlona 2014’an hatibin weşandin.
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de hatine pêşandan lê xelat û mansiyon negirtine jî tevli pêşbirkê bibin.
* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.
* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpê kiriye bê dayîn.
*Hemû beşdar ku berhemên xwe bişînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.
* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatî weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.
* Beşdar divî forma serlêdanê (yên formê neşînin divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê) ya di navnişana www.ozgurgazetecilercemiyeti.org dagirin û bi du (2) wêneyan bixin dosyaya serlêdanê.
* Beşdar dikarin berhemên xwe piştî îlankirina pêşbirkê bi riya postayê bi awayek çapkirî û an jî di hawira dijîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) de, herî dawî heta 7’ê îlona 2015’an seat 17.00’an bişînin navnîşanên hatine kifşkirin.
ŞERTNAMEYA TEKNÎKÎ
Nûçeyên Kurdî
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tev li pêşbirkê bibin.
*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.
Nûçeyên Tirkî
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tev li pêşbirkê bibin.
*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.
Nûçeyên Bi Dîmen
*Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tev li pêşbirkê bibin.
*Beşdar berhema xwe ya vê beşê bi hawira dîjîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) amade bike, agahiyên wekî; mijara berhemê, dîroka amadekirinê, TV an jî malpera ku hatiye weşandin li ser zêde bikin û wisa bişînin pêşbirkê.
Wêne
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.
Cih û dema kişandinê û navê nûçeyê bê nivîsandin.
* Divê berhemên di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha be: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.
* Ku jurî pêwistî bibine, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.
Karîkatûr
* Pêwist e ku li ser guncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.
* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berheme orjînal be. Bi şerta ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.
* Pêwist e ku ebadên karîkatûrê A4 (21×29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.
Nûçeyên Jinê
*Her wiha li gorî nûçeyên jinê û hîstiyarî û eleqedariya têkildarî nûçeyên derbarê jinê de, dê Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz tê dayîn.
LIJNEYA BIJARTINÊ
Juriya Nûçeyên Kurdî
Fehîm Işik, Hatîce Şahîn, Zehra Tunç, Tayîp Temel, Ramazan Umar
Juriya Nûçeyên Tirkî
Huseyîn Aykol, Ezgî Başaran, Celal Başlangiç, Karîn Karakaşli, Fatîh Polat
Juriya Nûçeyên Bi Dîmen
Hamdî Akyol, Mete Çubukçu, Mehmet Guç, Banu Guven, Şîrîn Payzin
Juriya Wêneyan
Kamîl Firat, Çagdaş Kaplan, Sebatî Karakurt, Ramazan Ozturk, Murat Sezer
Juriya Karîkatûran
Gulay Batur, Semra Can, Dogan Guzel, Halîl Încesu, Sefer Selvî
Navnîşan
Cemiyeta Rojnamegerên Azad
Dabanoğlu Mahallesi Kadı Camii Sokak No: 7 Sur-Diyarbakır
Tel & Faks: (412) 223 33 58
Posteya Elektronîk:


