Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
Mahmut Ozçelik
Roman bi serpêhatiya malbatek jinebî ya bi navê Xatûnê û lawê wê yê sêwî Keleþê Reþ ku li gund niþtecih e û bi diziya Keleþ bi rê ve dihere dest pê dike. Keleþê ku bi her diziyek ve ji diya xwe aferînek werdigire, di nava tenêtiyek de her ku diçe mezin dibe, bi mezinbûna xwe re jî diziya ji libek þekir û çend hêkan dest pê kiribû hetanî diziya li çolê ya bi bizinên ji ber þivan, ya zêr û û zîvên pîrika cîran Sosinê; li bajar diziya zêrê dikandar û þêlandina Tozoyê qehwevan ve digihîje asta herî jor. Ev kiryarên Keleþ ên kirêt ji hêla diya wî Xatûnê ve wekî serkeftin tê dîtin û Keleþê xwe wekî “sebra min, þêrê min” bi nav dike û tim dipesinîn e.
Diziya Keleþ bi þekirek ku ji dikanek þewqefiroþ dizîbû dest pê dike ta ku zêrê paþayê bajar karibe bidize berdewam dike. Paþa ji bo zêrên hatî dizîn ka bizanibe kê diziye hin belêniyan dide û Keleþ li xwe mikur tê ku wî zêr diziye. Piþtî li xwe mikurhatinê vedigere mala xwe û ji diya xwe re dibêje: “… bi vê, zarokatiya min li paþ min ma, divê ez êdî wekî mirovekî temen tije tevbigerim…”(rûp.23). Ji belêniyên paþê yek jî bi cihanîna xwestekên wî bû. Ji ber vê waedê diya wî li ser xwestekên ji paþa, serê wî tevlihev dike û wiha dibêje: “Baþ e!... Divê tu daxwaza keça paþê Pêrî bikî û karekî di qesrê de, bi wî þertî da ku ez û te jî bikaribin di qesrê de bi cih bibîn.”(rûp.23). Bi van xeyalan dema Xatûn û Keleþ li dîwana mîr li hember paþa di lêpirsînê re derbas dibin, ji ber ku Xatûnê bi zanebûn kurê xwe handanî diziyê kiriyê li gor zagonan sûcdar tê dîtin û wê diavêjin zindanê. Xatûn berê ku were tawanbarkirin, dema di lêpirsînê de jê tê pirsîn ku çima destûra diziyê daye lawê xwe, ew ji bo parêzvaniya xwe û xwe mafdar derêxîne dibêje deshilatdar, axa, paþa jî didizin û gel diþêlînin û di vir de mantiqekî berovajî heye, nola ku nivîskar diziya Keleþ mafdar bide xuyanî, ev jî þaþiyek e.
Di beþa duyem a romanê de Keleþ diçe dîwana paþa û li gor xwesteka wî hin biryar tên girtin. Li gor biryarê dê hespek kihêl bidinê û wî di nava hêzên leþkeriyê de peywirdar bikin. Ji vê þûn de bi alîkariya rêberê leþkeran ve pergala leþkeriyê nasdike, her tiþt jê re tê vegotin.
Di Artêþa Osmanî de, di bin pergala þerîatê de bi hiþmendiyek jê mucahît derbikeve tê perwerdekirin, di vir de balkêþî ew e ku ji lawekî -Keleþ- mensûbê ola êzdîtiyê ye çawa bi çavsoriyek zalimane li hember hemolê -dîndaþ- xwe tê perwerdekirin der tê holê, ev jî rastiyek dûgela Osmaniyê ye. Ev gotina melayê leþkerî rastiya pergala Osmaniyan jî radixe ber çavan: “Wekî tê zanîn artêþ û dewleta me li ser bingeha Þerîeta Îslamê hatine avakirin…Ev artêþ ku ji Çola Erebistanê heta bi dilê Romê deshilatdar e û di cihadê de ye. Bi bêol û xwedênenasan re, ji bo serkeftina dînê îslamê û þerîata Nebî Mihemed elêyselam þer dikin û þehîd dikevin”!(rûp.38). Melayê leþkerî bi hin gotinên xwe hiþmendiya dewleta Osmanî ku em dizanin jî, bi me dide nasîn, mînak: “Divê em hemû kafir û xwedênenasan bînin ser rêya rast û ya heq û em e bînin jî!...(rûp.39). Keleþê Êzdî di ocaxa leþkeriyê de êdî pêbendî perwerdehiyê biye, ji nav revoya hespên artêþê bi navê Bazînê mehînek û bi navê Basor kihêlek diecibîne û êdî di artêþê de leþkerek siwarî yê bijarte ye. Em di herikîna romanê de xweþ têdigihîjin ku Keleþ êzdî ye. Êzdîtiya wî carinan diniçîne wî û dibêje min ji bîr meke: “…Hate bîra Keleþ. Gava roj hildihat û tîrêjên xwe belav dikirin diya wî Xatûnê berê xwe dida rojê û di ber xwe de dibû piste pistiya wê û ayîn dikirin.”(rûp.45).
Nivîskar di þayesandinê de jî serkeftî ye. Dema þayesandina Perîxana keça paþa ya ku Keleþ dil ketibûyê dike wiha dibêje: “…Ling û çîpên wê yên wekî çîpên xezalan û bi xirxalan û neynûkê bêçiyên wê sorîn bûn, wekî nikulê kewê. Kirasê li bejna wê ya zirav û li hev hatî wekî þitleke dara selwiyê û wekî bi kulîlkên hinarê xemilandî bû…”(rûp.53).
Keleþê di qesra paþa de ji xwe re cihek bidest xistibû, êdî her roj siba perwerdehiya olî, civakî, rêveberiya dewletê li ser esasê þerîatê didît û dibû mejîþûþtek dijminê civaka xwe û ji nîvroyê þûn ve jî diçû perwerdehiya siwariyê gur û geþ dikir da ku di rojên pêþ de emana civaka xwe ya jê derketibû bibe! Geh li mehîna xwe Bazînê, geh li kihêlê xwe Basor siwar dibû û fêrî hûrgiliyên siwariyê dibû.
Têkiliyên Keleþ bi rêberê wî yê leþkeriyê Hemîd, seyîsê hespan Seyîs Dîbo re pir pêþ ve diçe, li hêla din jî hiþê Keleþ car bi car bi dîtina Perîxanê re, bi hîsên evînî tevlihev dibe, û kêliyek berê kêliyê dixwaze Perîxanê bi dest xwe bixîne. Em di herka romanê de ji devê mele Taqedîn hîn dibin ku dewlemendiya di bin komên nemisilman de çawa çilekiyek di dilê wan -Osmaniyan- de dide der. “…lê zêrker, pîþekar û bazirgan an file ne, an jî cihû ne. Hemû pez, dewar û zozan di dest êzîdiyan de ne”…(rûp.68). Paþayê mîrgehê ku dibîne Keleþ di diziyê de mahir e, dixwaze wî dibin serweriya xwe de li hember dijminê xwe, di karên kirêt û xeter de bixebitîne û wî wekî þervanekî di perwedehiya leþkerî re derbas dike û dû re diþîne qadên þer; ev kirû bi me dide fêmkirin ku serdest-desthilatdar her dem mirovên ku bikaribin jê sûdê werbigirin, dixwaze diz be, dixwaze kujer an talanker be, wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.
Di beþa sêyemîn ya romanê de behsa cejna Çarþema Sor ya êzdiyan tê kirin. Ev cejn di biharê, meha nîsanê de wekî kevneþopiyek tê pîrozkirin û di vê cejnê de pêþbaziya cirîdê li dardikeve û Keleþ serkeftinek nîþanî her kesî dide. Piþtî cirîdê Keleþ di qesra mîrgehê de li hember paþa radiweste û bi nûgeriyek mezin dixwaze rewþa diya xwe hîn bibe, lê bêyî ku ji diya xwe agahiyek bi dest bixe ji wir bi dûr dikeve, paþa bi þertê ku serkeftinên nû li dûgela Osmaniyan zêde bike, soza ku keça xwe -bi þertê erêkirina keçikê jî- bi wî re bizewicîne didiyê û li pey wî jî nola sîxurê xwe Hemîd peywirdar dike û vê þîretê li Hemîd dike: “…lê divê ji îro pê ve, divê her di bin çavdêriya te de be.Tu hay ji liv û heraketên wî hebe. Ew çêlikê êzîdiyan e. Bawerî pê nabe.”(rûp.86). Ji xeynî vê serleþkerê paþê Cengîzxan jî van þîretan li Hemîd dike: “Lê tu dizanî Keleþ çêlikê êzdiya ye. Jahr ji çêlikê mar naçe. Divê tu her wî baþ biþopînî û her di bin çavdêriya te de be. Divê hûn tu car tu caran piþta xwe bi wî ve nekin yek!”… “Em dikarin wî gelekî ji bo xizmeta mîrgehê û Împaratoriya Osmanî bikar bînin.” (rûp.95).
Di pirtûkê de rayederên dewleta Osmanî çawa ji bo ku talanê bi dest bixînin ola îslamê bi bêexlaqiyek nedîtî bikar tînin jî xweþ rave kiriye. Dîsa feraseta Osmaniyan ya ku hin ol û mezheban çawa ji bo xwe wekî xeter dibîne û daxwaza ji holê rakirina wan, dîsa bi destê ji wan yekî pêkanîn xweþ rave kiriye. Serleþker ji bo Hemîd pilana kirêt eþkere dike: “… Îþev hûnê derkevin di serê sibê re hûnê li herêma þêxan bin! Ew devera êziîya ye. Li wê deverê êzdiyê bi navê Pir Hesin heye. Pezê wî bi keriya ne. Hûn dê li wî terþ û talanî xînin! Bistînin û bînin…” Lê yên wekî Keleþ bidine pêþ.”(rûp.96).
Bi fermana serleþker diçin talana malbatên êzdî radikin û tînin mîrgehê radestî peywirdaran bi navekî din radestî talankerên mezin dike û Keleþ di þerê yekemîn de bi kuþtin û talana hemolê xwe êzdiyan ve serkeftinê bi dest dixe, hêviya gihîþtina Perîxanê di dil de zêde dibe û xelata vê jî bi destxistina destûrê ya ji bo neçîrê bû. Piþtî vê nêçîrê cîgirê serleþker gazî her duyan dike û îcar diþîne nêçîra rastîn. Nêçîra dewlemendiya komên nemisilman ên wekî asûrî, suryanî û ermenî. Cîgirê serleþker Selehedîn wiha þîretê li wan dike: “Hemîd divê hûn kar û barê xwe bikin. Divê sibê hûn herin talana filehên asûrî, suryanî û ermeniyan!...Vê carê divê hûn zêr û xezneya heyî ya wan vala bikin. Çi were ber we ser jêbikin. Lê dest vala venegerin! Ev ermenî û cihû hemû bazirganî, zêr û zîvê cîhanê di destê wan de ye. Her çend em bacê jî zêde zêde ji wan distînin, bes dîsa jî wekî zêr û diravên wan çawa bizên û qet kêm nabin.” (rûp.108). Bi vê þiyariyê talanker diçin ser gundekî êzdiyan. Di vê talana gundê êzdiyan de pir mirov tên kuþtin, hemû variyeta wan; zêr, zîv, keçên xama, hetanî bûkên wan wekî talan tên rakirin û dibin malê mîrgehê. Lê tiþta sosret ew e ku ev talan û kuþtin bi rêberên olguher ên wekî Yûsif, Keleþ û yên din pêk tê. Ev jî bi me dide selmandin ku dûgela Osmanî bi endezyariya civakî çi cinawirên ku koka qewmê xwe biqelînin, digehêjîne. Pêr bi navê ola îslamê bû, duh bi navê alayên hemîdiye bû, îro jî bi navê cerdevaniyê heman rewþ berdewam e. Di mîrgehê de hebûna dîwana dengbêj û çîrokbêjan jî tiradîsyona civaka kurd rave dike.
Di herikîna romanê de dîsa em pêrgî êrîþek li ser êzdiyên li herêma Hekariye yê jî tên. Ji vê pê ve dîsa êrîþa Osmaniyan ya ku li Heleb û Þamê li hember xaçparêzan pêk tê jî balkêþ e. Keleþ berî ku here Helebê Perîxanê difikire û wiha dibêje: “… ger ez vê carê jî dirust û zindî vegerim, zewaca me çê bibe. Ev cara dawî ye.”(rûp.135). Keleþ di þerê li Helebê ku bi xaçparêzan re diqewime de hevalê xwe yê fermandarê leþkerî -Hemîd- winda dike û bi dilekî kul vedigere Mîrgeha Botanê. Pîþtî vegerê bi çend rojan daweta lawê serleþkerê wî Cengîzxan li dardikeve û di vê dawetê de pêrgî evîna dilê xwe Perîxanê tê. Daweta ku di dawiya payîzê ango di destpêka zivistanê de li dardikeve nola ku di temenê Keleþê Reþ de zivistanek sar ya giran bide jiyîn dixuye.
Di romanê de tiþta ku bandorek neyênî ya mezin li Keleþ dike jê yek jî, nediyariya rewþa dayika wî Xatûnê ye.Tim di binhiþîna wî de diya wî, wî zivêr dike. Ya din jî êzdîtiya Keleþ e ku dema pir bêhnteng dibe, bi diayên nîvcozanî yên êzdîtiyê, xwestekên xwe anîna ziman e.
Di ber bi dawîbûna romanê de Keleþê ku bi salan bû ji bo Perîxanê bi dest bixîne; ji talana gundê êzdiyan bigire ta herêma Colemêrgê û ji wir jî ta Helebê jiyana xwe avêtibû nava agir, hemû li ber bayê felakê belawela dibe, bê encam dimîne. Lewre di daweta lawê serleþkerê mîrgehê de hezkiriya wî Perîxan tê û jê re tiþta ku qet bîrnedibir dibêje: “Tu mirovekî leþkerî û tu dê leþker û nefer bimînî. Tu ji oleke cuda tê û dibin bandora wê olê de ye jî. Berî leþkeriyê jî ez jiyana te dizanim.”… “Dûre tu êzdiyekî mêrkuj û diz î. Min sond xwariye. Ez dê mêrkuj, birakuj û dizan nekim û nakim jî.”(rûp.155). Û bi van gotinan gêteya Keleþê Reþ dirûxe û bi rastî jî wekî navê romanê dibe “lehengê tazî” û bêkes, neçar di hola fireh ya dinyayê de.
Divê mirov mafê nivîskar radestî nivîskar bike ku tevî hemû þaþiyên rêzimanî, nivîsîna peyv û hevokên nedurist jî, hetanî dawiya romanê xwîner bi xwendina romanê ve girê dide û serpêhatiya Keleþ jî tevî ku di herka romanê de me jê re di xeyalên xwe de di þerekî de kuþtin jê re terxandibû, bi helwestek esîl û bi gotinên Perîxanê yê derbarê wî û evîna wan ya dê neçe serî de, bi dawî dike û me hemûyan þaþwaz dihêle.
Di romanê de wekî kêmasî mirov dikare qala çend xalan bike:
- Di bikaranîna zayendan de tevlihevî heye, mînak: “…li vî bilbilî temaþe kir (nêr), di paragrafa binê wê de diguhere : “…nikaribû peyama wê, tê bigihîje. Lê dîsajî Keleþ wekî hevalan, bi tenêtiya xwe guhdariya wê dikir.” ( zayend dibe mê).
- Di gelek hevokan de daçeka “ji” wekî “jî”, “jî” jî wekî “ji” bi xeletî hatiye bikaranîn.
- Hevokên bi zimanekî sade lê þikestî pir beloq dixuyin zêde ne, divê di çapek din de teqez li ser redektekirina romanê were sekinandin.
- Karê xwarin û vexwarinê di romanê de bi qasî ku êdî serê mirov biêþîne dubare dibe. Dubarekirinek wiha min di pirtûkek birêz Hesen Huseyîn Denîz ya bi navê “Hevî Her Dem Heye” de dîtibû ku þervanekî di pevçûnek de birîndar dibe û bi rojan tenê dimîne, rojê çend caran ji bo li jiyanê bimîne ji neçarî bi kevçiyê pê re berf dixwar, xwe li hêviyên xwe dilefand.
- Di bikaranîna hin peyvan de nivîskar bêbiryar e ka kîjanê bikarbîne, mînak: Geh dibêje mîr û qehwe(…çû qehwexanê, qehweyekî mîr û tahl vexwar.(rûp.129)), geh dibêje mir û qehwe(Keleþ û Hemîd qehweya tal û mir vexwrin.(rûp.70), qehweya mir an mîr?!
- Di hin peyvan de dîsa heman xeletî heye, mînak: Mizgînî ya di rûpela 135’an de hatiye bikaranîn di rûpela 136’an de dibe mîzgîn!, peyvek din jî rûpel 141’ê de bi “dinuqutîn” diqede, di paragrafek binê wê de dibe “dinoqitîn”.
- Di romanê de nivîskar qala þerê Osmaniyan yê bi xaçparêzan re li Helebê dike. Lê bi qasî ku em dizanin þerê bi xaçparêzan re ne di dema Osmaniyan de, di dema Selçukiyên Anatoliyayê de qewiye. Ya din jî nivîskar di romanê de qet ne qala demê, ne qala padîþahek Osmanî, ne jî qala mîrgeha ku mijara romanê ye dike. Tenê navê mîrgehê derbas dibe: Mîrgeha Botanê. Ji ber vê di dest me de pêtalek em di tariya romanê de li dem û dîroka winda ya bûyeran digerin. Ev bi ya min xeletiyek e. Divê nivîskar hinek qala Mîrgeha Botanê bikira, navenda wê, mîrê wê, tekiliyên Mîrgeha Botanê ya bi der û dorê re an bi Osmaniyan re! Di van hêlan de valahiyek mezin heye ku nola tenê kuþtina êzdiyan bi me bide fêmkirin mijar teng girtiye. Ji mîrgehê tenê navê paþa -ger ew jî nav be- derbas dibe. Xeyalperestiya nivîskar ya asofireh ya di romanê de dixwiye divê di van hêlan de jî xwe bida der. Lê mixabin nebûye! Ya din jî kifþe ku nivîskar serwerî dîroka Osmaniyan nîn e, ji ber ku di tevahiya dîroka Osmaniyan de, di rêveberi yê de navê “Cengîzxan” nehatiye bikaranîn. Çimkî pergala wan li ser mezheba sunnî-henefîtiyê hatiye sazkirin û ev navê qralê qewmê bi nav û deng ê Moxolan e ku ew jî bi baweriya totemîzm, þamanîzm û paganîzmê ve mijûlbûn. Lewra li wan navek sar û dûrî ola îslamê dihat dîtin.
- Mijara romanê ya hin beþan fena ku di pirtûka Îbrahîm Osman ya bi navê “Evîna Mêrxasekî” de tê vegotin dixuye. Di romana Îbrahîm Osman ya bi navê Evîna Mêrxasekî de hin mîrên kurdan an ên ereban talanên êzdiyan radikirin û di tevliheviya têkiliyan de Mîrê Milan yê kurdan ji bo þer gazî Dewrêþê Evdî dikir. Dewrêþê Evdî çawa bo Edûlê diçe þer û bi Gêsan re þer dike, di romana Lehengê Tazî Keleþê Reþ de jî, Keleþ ji bo Perîxanê keça paþa bi dest bixîne divê hêz û þiyana xwe bide selmandin.Ya din jî lehengê herdu romanan jî êzdî ne. Her du jî siwarên hespan e, yek -Dewrêþê Evdî- siwarê Hedban e, yek -Keleþê Reþ- siwarê Bazîn e. Dewrêþê Evdî yê siwarê Hedbên bo Mîrê Milan þer dike, Keleþê Reþ ji bo Mîrgeha Botan ya girêdayî Dewleta Osmanî ye þer dike. Tesadûfiya çêdibe bi vê jî namîne bi ser de jî di her du romanan de jî siwarê ji bo þer amade dibin, ji donzdeh kesî pektên. Mînak di romana Evîna Mêrxasekî de behsa donzdeh siwaran wiha tê bilêvkirin: “Danzdeh siwaran hesp bi çargavî li dû hev dibezandin. Sê rojan û sê þevan, bê razan, tî birçî li dijminên xwe geriyan.(Rûp.309. Evîna Mêrxasekî). Hejmara heman siwariyan di romana me ya em li ser mijûlin -Lehengê Tazî Keleþê Reþ- de jî wiha tê bilêvkirin: “Gava her dozdeh siwar li pey hev rêzik bûbûn wekî refê qulingên li sema û ber bi çolê ve diçûn.(rûp.97). Dîsa di beþek romana Keleþê Reþ de ku þerê li Helebê li hember xaçparêzan de Keleþ û Hemîd mil didin hev û di vî þerî de Hemîd tê kuþtin; di Evîna Mêrxasekî de jî Sahdûn û Dewrêþê Evdî mil didin hev û Sahdûn di þerê li hember Gêsiyan de tê kuþtin.Wateya peyvên ji navê pirtûkan jî nêzî hev in: Mêrxas û Keleþ; her du jî maneya nêzî hev -hemwate- didin, (wek egîdî-lehengî). Û bi van rasthatiniyan jî namîne bi ser de jî her du nivîskar jî, ji Wêranþara Rihayê ne. Ew qas tesadûfî di mejiyê mirov de bayê digobilîne, li ser xêrê be! Di vê mijarê de romana Îbrahîm Osman ya bi navê Evîna Mêrxasekî ji ber ku di sala 2008’an de çapa xwe ya yekem der çûye -ger bixwaze- mafê bersivdayînê hinek dikeve ser milê nivîskarê Lehengê Tazî Keleþê Reþ Newaf Mîro, ji ber ku romana wî ya behsa nîqaþê ye çapa yekem di sala 2009’an de ji Weþanên Pêrî derketiye.
Her tiþt ji bo ku dara wêjeya me bêdem pelên xwe neweþîne ye.
firatt_muratt@hotmail.com
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin: