Diyarname
Wêjevanên îngilîz ê navdar, xwediyê xelata Nobelê Harold Pinterê dostê kurdan wefat kir.
Pinter ku pesnê kurdan dabû û ji bo wan gotibû, "Ew miletekî awarte ne" di 78 saliya xwe de wefat kir.
Vane ji jiyana Pinter kurteagahî:
- Ew di 10'ê kewçêra 1930'î de li Londona Îngilistanê hat dinê û di 24'ê berfanbara 2008'an jiyana xwe ji dest da. Ew ji ber şêrpenceya (qansêra) qirinê ev demeke dihat dermankirin.
- Ji salên 1950'î ve wekî nûnerê şanoya îngilîz tê nasîn û heta niha li dor 30 lîstikên şanoyê nivîsandiye.
- Ew hem nivîskar, senarîst, helbestvan, derhênerê şanoyê û lîstikvan e.
- Di sala 2005'an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt.
- Li ser kurdan lîstika "Zimanê Çiya" nivîsand, piştgirî da PKK'ê û Ocalan.
- Di sala 1997'an de ji bo kurdan wisa got: "Li gorî min kurd, bi dilpolayî, bi berxwedana xwe ya neteweyî, bi aliyê xwe yê çewsandin û dagirkerî qebûl natin, bi têkoşîna xwe ya ku bêyî bibe terorîstî, bi nirxên xwe yên hêja ew miletekî awarte ne... Ez baweri dê kurd wekî netewe her bijîn. Divê em alîkariya wan bikin."
- Ew gelek caran hat serdana Amedê, çû serdana girtiyan.
Em dibêjin oxira te ya xêrê be dostê kurdan.