Diyarname
Portreya rêberê şoreşa Çînê Mao Zedung ku ji aliyê wênesaz Andy Warhol ve hatibû çêkirin di mezatê de bi 12.6 mîlyon dolarî hat firotin.
Hunermend Andy Warhol avakarê "Pop Art"ê ye û wî di vê çarçoveyê de gelek portre çêkiribûn. Yek ji wan jî portreya Mao Zedung e. Hevalê wî Bruno Bischofberger pêşniyarê wî dike ku ew "portreya kesê herî navdar yê sedsala 20'an çêbike" û bi vî awayî ev portre derdikeve holê. Portreya Mao li Hong Kongê hat firotin. Li bendê bûn ku portre bi 15 mîlyon dolarî bê firotin lê na, koleksiyonerek asyayî bi 12.6 mîlyon dolarî portre kirî.
Mao pirtûkek bi navê "Pirtûka Sor a Biçûk" nivîsandibû û wêneyek wî di vê pirtûkê de hebû. Hunermend Andy Warhol ji ser vî wêneyî re ev portre saz kiribû.