Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Åžirnexê Hasan OzguneÅŸ pirsiyarnameyek da Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê û pirsa "Çima li balafirgehan, li balafir, garên otobus û trênan di anonsan de kurdî jî naye bikar anîn?"
Wezîrê tirk Adil Karaismail bersiva OzguneÅŸ daye û gotiye, "Zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê tirkî ye, zimanê navneteweyî yê balafirgerî jî îngilîzî ye, loma di balafirgehan de anons li gor metnên navneteweyî bi tirkî ^Fu îngilîzî ne."
Li gor nûçeya Diren Yurtsever a di MA'yê de OzguneÅŸ ev helwesta wezaretê wekî helwesta înkarê bi nav kiriye. OzguneÅŸ gotiye ku li Ewropayê li gelek welatan ji yekê zêdetir zimanên fermî hene, mînak li Swîsreyê 4 zimanên cuda hene, ew pirzimaniyê wekî dewlemendî dibînin lê li vir komkujiya çandî pêk tînin.