Diyarname
Kovara TIME Barack Obama ku ji bo Serokatiya DYA'yê hat hilbjartin wekî "Mirovê Salê" hilbijart.
Kovara TIMA ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdikeve Obama wekî "Mirovê Salê" hilbijart û ji bo wî wisa got: "Di demeke bedbîn de wî bixwe bawer da ser şopa pêşerojeke bi îdîa."
Di nav lîsteya "Mirovê/a Salê" de digel Obama, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkaye Hery Paulson, Serokomarê Fransayê Nicholas Sarkozy, cîgirê berendamê Komarparêzan û Waliya Alastayê Sarah Palin, derhênerê Olîmpiyata Pekînê Zang Yimu jî hebûn.
Edîtorê kovarê yê navneteweyî Michael Elliot li ser çima Obama hilbijartine ji bo televîzyona CNN'ê wisa got: "Ji bo em Obamayê ku ji bo serokatî hatiye hilbijartin hilnebijêrin divê sedemeke me heba. Çîroka Obama ji Cakarta heta Dublin, ji Iowa heta New Hamphire tesîr li hemû mirovahiyê kiriye."
Îsal 15 caran Obama di berga kovara heftane Time de cih girtiye
Ji BBC beşa tirkî hatiye girtin


