Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ku li Enqereyê ye merasima dîploma girtina ya serdema sala 2014-2015'an li dar xist. Merasima ku li Stadyûma Şoreşê ya ODTU li dar ket de pankantên ku xewnedakaran vekirin bal kişandin.
ODTU ku ji roja hatiya avakirin ve xwedî helwesteke şoreşger e îsal jî ev rewşa xwe nîşan da. Di merasimê de gelek pankartên bi vî rengî hatin vekirin:
- Mamoste em sala bê li ser Kobanî bixebitin.
- (Bal kişandina koalîsyona ku li Tirkiyeyê dê bê vekirin, wêneyên Marks, Weber û Durkheim vekirin): Koalîsyona herî baş!
- (Bal kişandin ser meseleya dengên emanet ên di hilbijartinê de): Haya me ji notên emanet heye.
- Em nehatin kuştin loma em mezûn bûn. Ji kuştina jinan re na!
- (Di wêneyê de ampûlê AKP'ê xistine serê yekî) Em hatin parçe bi parçe bigirin!
- (Henekên xwe bi ajansa dewletê AA kirin): Li gor AA'yê jî em mezûn bûne


