Diyarname
Diyarbekirspor ku îsal derket Lîga Super a Tirkiyeyê ji bo teknîk dîrektorê bi Nurullah Saglam re ji bo salekê li hev kir.
Nurullah Saglam ku berê teknîk dîrektoriya Entabê jî kiribû û serketineke baş nîşan dabû îsal dê teknîk dîrektoriya Diyarbekirsporê bike. Serokê Klûba Diyarbekirsporê Çetin Sumer û rêveber li Enqereyê bi Saglam re rûniştin û peymana ji bo salekê îmze kirin.
Serokê Diyarbekirsporê Sumer di merasima îmzeavêtinê de got: "Bi temaşevanên me yên bi karakter, yên bi heyecan emê rengê xwe li Lîga Super bikin. Tevî Nurullah xoce emê serketinê bi dest bixin."
Saglam jî da zanîn ku ew dilşad e ku dê xizmetê tîmeke herêma ew lê mezin bûye û wisa got: "Berê jî min tîmeke herêmî Gaziantep dabû xebitandin û min jidilbûn û heyecan dîtibû. Ji ber ku ez bawer bûm li Diyarbekirsporê emê bikaribin tiştinan bikin ez ketim bin vî barî. Karê me ne hêsan e. Emê gelek zehmetiyan bibînin. Lê tevî rêveberan û cîgirên xwe emê vê zehmetiyê li dû xwe bihêlin. Divê em ji bîr nekin ku li dû zehmetiyan firsend jî hene. Di kêliya pêşî de emê îmzeya xwe neavêjin bin serketinên mezin, lê ji bo serketinê her roj emê xwe pêş bixin û bi mezinbûnê re emê xebata xwe bidomînin."