Diyarname
Kovara çandî, hunerî û polîtîk a bi navê Tîroj bi hejmara xwe ya nû derket
pêşberî temaşevanan.
Tîroj du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve. Kovarê hejmara xwe ay 73'yan a meha adar-avrêlê derxist. Kovara ku di her hejmarê de dosyayeke amade dike, di vê hejmarê de li ser komkujiya ermenan bi sernavê "Di navbera me de 100 sal zeman" dosya-forûmek sazkiriye. Pakrat Estukyan, Firat Aydinkaya û Nevzat Onaran di bin moderatoriya Hakik Ozdal de li ser mijarê dîtinên xwe anîne ziman.
Di kovarê de ji Zanîngeha Koçê hîndekar Harun Ercan li ser "Dikare çawa Kobanî ji nû ve bê avakirin" ji aliyê derfet û sînor ve li meseleyê nêriye. Nivîskar Yaqob Tilermenî li ser "Wêjeya Azadiyê" gotara xwe rêstiye.
Di kovarê de 4 hevpeyvîn hatine weşandin ku ev yekem car e di hejmarekê de ew qas hevpeyvîn têne weşandin. Ji van yek Serpil İlgun bi Doç. Hakan Guneş (Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zankoya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê) re kiriye ku hevpeyvînek (bi tirkî) balkêş e.
Hevpeyvîneke balkêş jî a bi Feqî Huseyn Sagniç re ye. Rojnameger Cemal Taşdan di sala 2000'î de, dema polîs tabelaya Enstîtuya Kurdî ya Amedê dadixe diçe Enstîtuyê û bi Feqî Huseyn Sagniç re hevpeyvînê dike, lê naweşîne. Niha ew hevpeyvîn bi deşîfrekirina Îbrahîm Genç, di salvegerawefata Sagniç de hatiye pêşkêşkirin.
Her wiha Çetoyê Zêdo ligel Lokman Ayebe li ser nivîskariya wî, Ramazan Alkan jî ligel Tekîn Çîftçî hevpeyvînek (kurdî) kiriye.
Her wiha Omer Leventoglu, Yildiz Çakar, Aytaç Araz Selçuk, Bariş Avşar, Pênûsa Nakokî, Suncem Koçer, Sezaî Memîş, Sezai Sarioglu, Ali Haydar Avci, Cihad İlbaş, Şeyhmus Diken, Ali Gurdilî, Mehmet Aslanoglu, Cihan Roj, Sibel Ozbudun, Vecdi Erbay, Medayin Demirbaş, Çigdem Baran bi nivîsên xwe; Pelşîn Piling, Konê Reş, Durmeyz Tek, Eyup Turgay, Wusenê Gestemerde, Merwan Şîro, Şêrko Bêkes bi helbestên xwe keda xwe xistine nav kovarê.
REKLAM
"Ji Osmanî heta Komarê Dêrsim"