Diyarname
Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya 124'an derket pêşberî xwendevanan. Kovara ku sê mehan carekê derdikeve hejmara xwe ya havîna 2013'yan pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Di kovarê de Suleyman Çevîk di bin sernavê "Serê xetê û binê xetê yek parçe ne" li ser Rojava sekiniye.
Mesût Serfiraz û Bahadîn Hawar, nivîsara kurdîzade Ehmed Ramîzê Liceyî ya bi navê “Reşbelek” ya ku tê de şîretan li kurdan dike, latînîze kirine. Ahmet Aras jî li ser çîroka hin stranên mîna “hekîmo” û “çemê çetelê” sekiniye û du nivîsên ku di Nûbiharê de weşiyane rexne dike.
Adil Yildirimçakar bi Eyup Kiran re hevpeyvîneke kiriye û di hevpeyvînê de li ser pirtûkên wî yên “Derwêşê Evdî”, “Pilingê Serhedê” sekiniye. Her wiha di hevpeyvînê de mijarên li ser dîroka eşîran û nivîskariya kurdî û problemên wê jî hatiye sekinîn.
Her wiha Sedat Ulugana, M. Nezîr Basneyî, Abdulkadîr Gok, Dilazad A.R.T, Xweşmêr, Maşallah Milazgirtî, M. Emin Purçak, A.Kadir İkbal,Rojen Barnas, sidîq gorîcan, Mem Med, Mehmet Ali Aluç, Rahmetullah Karakaya, Huseyn Şemrexî, m. zahir ertekin, Turkan Tosun, S. Ahmet Kaya, Johann Wolfgang von Goethe, Seyîdxan Kurij, Mehdî Ritamî, Sevîm Amedî, Mehmed Emîn Hêvîdar, Felat Dilgeş, Receb Dildar, Rojbîn Ozkan, Ekrem Şen, Selman Dilovan, Bamed Serdar, Mizgîn Hesko, Mehmet Şîrîn Fîlîz, Seyda Ronahî, Kasım Buğurcu, Talat İnanç, Murad Celalî, Elî Şerîetî, Ercan Dogan, Zafer Berdestî, Adem Amed, Ridwan Xelîl, Dilşad Mutî jî bi lêkolîn, werger, hevpeyvîn, ceribandin, helbest û çîrokên xwe di nav kovarê de cih girtine.