Diyarname
Ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beytên helbestvanên edebiyata klasîk a kurdî li ser peyarên Kolana Gaziyê ya navçeya Sûra Amedê neqişandin û bi cih kirin.
Bi xebata ku ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Gerînendetiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî dabû destpêkirin, beytên helbestvanan li ser peyarêyê hatin neqşandin û bi cih kirin.
Li ser peyarên Kolana Gazî ku yek ji kolanên herî kevnar ê bajêr e, her 25 metreyan carekê beytên helbestvanên girîng ên edebiyata klasîk a kurdî yên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî, Osman Sebrî û Siyapûş hatin neqişandin û bi cih kirin. Beyt ji dêvla ku li dîwaran bineqişînin, li erdê neqişandin û kî di wê kolanê de biçe û bê, dê pê li wan beytan bike.
Gerînendetiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak,di axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê pîroz kir û got: "Me xwest ku em beytên helbestvanên klasîk ên kurd li ser Kolana Gazî li ser keviran binivîsin û vê kolanê xemilandin. Niha, dê 40 beytên ku li ser keviran hatine nivîsîn li ser vê kolanê bên bicihkirin. Bi taybetî jî me hêvî kir ku em bi vî awayî balê bikişînin ser ziman, da ku tûrîstên ku ji vê herêmê derbas dibin rengê kurdî bibînin."
Baykuşak wisa dibêje, lê di bin lingan de eciqandina beytan çiqas rast e, ev yek bû mijara nîqaşê. Daxwazên wekî "demildest ji vê kêmasiyê vegerin, ji dêvla li erdê bi cih bikin, pêdivî heye ku li dîwaran bê bicih kirin û neqişandin" jî ji Şaredariya Bajarê Mezin hatin kirin.

**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene
- Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê
- PEN'a Kurd konferansek li dar dixe
- Bang ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê
- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin
- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin


