Diyarname
Di Kûpaya Dinyayê ya Klûban a FIFA'yê ya 2025'an maçên çarîk fînalê hatin lîstin û nîv fînalîst diyar bûn.Fluminense, Chelsea, PSG û Real Madrid derketin nîv fînalê.
Di maçên çarîk fînalê de Flumiennes tîma El Hîlal bi 2-1 t^ke bir, Chelsea jî bi heman seretinê Palmeiras têk bir û ev her du tîm di nîv fînalê de bûn reqîbên hev.
Di maçên din de PSG'î bi 2-0 Bayer Munih, Real Madridî jî Borussia Dortmund bi 3-2 têk bir û ev her du tîm derketin nîv fînalê, li wir bûn reqîbên hev.
Maçên nîv fînalê û dîroka wan bi vî rengî çebû:
8'ê tîrmehê:
- Fluminense - Chelsea
9'ê tîrmehê:
- PSG - Real Madrid
Her du maç jî li gor saeta Amedê saet 22.00'an de têne lîstin. Tîmên bi ser bikevin dê herin fînalê. Maça fînalê jî 13'yê mehê heman saetê tê lîstin.


