Amed
Seroke Ak Partî yê Amedê Abdurahman Hattapoglu ji peywira xwe ya serokatiyê îstîfa kir.
Îstîfaya Hattapoglu bû sedema şaşbûnê lê tê gotin ku bi zora navenda giştî wî îstîfa kiriye.
Li gor agahiyan ji dêvla Hattapoglu ji bo serokatiya Ak Partî ya Amedê li ser 4 kesan tê sekinîn û di kurtedemê de dê yek ji wan wekî serokê rêxistina bajêr bê peywirdarkirin.
Digel ev agahiyên ku hatin belavkirin jî Hattapoglu vê êvarê daxuyaniyeke belav kir û da zanîn ku wî îstîfa nekiriye.