Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
Mahmut Ozçelik
Ez dê li ser romana Jan Dost ya bi navê “3 gav û 3darek” ku min di beþa yekem de qal kiribû, þîroveyên xwe berdewam bikim. Ji ber ku kesên dîroka xwe fêr nebin wê tim tûþî bêbextiyên qenebxêran werin.
Piþtî Þerê Cîhanê yê Yekemîn çawa ku nivîskar Osmaniyan diþibîne gayê pîr, bi rastî jî di dîrokê de di salên êdî Osmanî di her þerî de têk diçû de, çarê -împaratorê-rûs Nîkolayê Yekem, Dewleta Osmaniyan diþiband mirovekî nexweþê ku êdî ji nexweþiyê filitandina wî negengaz e, wisa jî ji bo dewlemendiyên wê yên sererd û binerd di navbera hêzên navneteweyî de þer diqewimîn. Di vê navberê de nivîskar parçebûna kurdan, bi heviyên qels li bendêmayîna alîkariyê ya ji hêzên wekî îngilîz û fransiyan, tîne ziman. Behsa Peymana Sewrê dike ku çawa ji bo kurdan hêviyeke ji tayê xav hatiye hûnandin bû. Dîsa ew hêviya ji tayê xav çawa bi hevkariya komara nû ya li Enqerê hatibû damezrandin û hêzên emperyal ên wekî îngilîz û fransiz ve bi Peymana Lozanê, li Swîsreyê tê qetandin û kurd tevî xewnên xwe têkdiçin -bi kêra nûnerê hikumata Enqerê Îsmet Paþa ve hatiye tûjkirin têne gurandin- bi xemgîniyek vedibêje. Û li Lozana Swîsreyê hêzên emperyal tenê Peymana Sewrê kefen nekirin, di heman demê de pêþeroja kurdan jî kefen kirin. Ev hevoka ji rûpeleke wekî çemê xemgîniyê diherike, wê rewþa kambax rave dike: “Îsmet Paþa bêyî ku Mûsilê bixe bêrîka xwe, li Enqerê vegeriya. Lê tiþtê ku bi dest xistibû, ji Mûsilê buhatir bû, mezintir bû, bêrîkên wî hemû tije kiribû: Qedera kurdan” (rûp.137).
Di dawiya romanê de dema ku serbaz serê Þêx Seîd bi zor dixe xeleka werîsê sêdarê ew dîsa di deþta salên borî de digindire û xwe li gundê Qolhisara Xinûsê li bin dara tûyê bi mebûsê berê yê Bedlîsê yê meclîsa Enqerê re di sohbetek de dibîne. Di wê sohbetê de Yûsif Beg li ser lîstikên îngilîzan ku li ser pêþeroja kurdan lîstibû û kurd hevîþkest hîþtibû disekine: “Me digot a niha dê îngilîz alayên xwe ji Amediyê û Silêmaniyê, fransiz jî ji Sûriyê bikiþînin vir û bi hawara me ve werin. Lê!...(rûp.145). Piþtî ravekirina van rastiyan Yûsif Beg wî vexwendî serhildanê û rêberiya þoreþê dike: “…yê ku karibe vê tevgerê bi pêþ de bide, cenabê te ye ezbenî.”(rûp.146). Þêx Seîd di kêliya ku serbaz xeleka werîsê sêdarê li qirika wî diþidîne, cardin vedigere tûrikê xeyalan û çawa bi Xalid Begê Cibirî re, Yûsif Ziya Begê Bedlîsî re û bi agahiya rewþenbîrên li Stenbolê wekî Seyid Ebdulqadir re biryara serhildanê girtibûn di ber çavan re derbas dikir, û bêwext girtina hevalên xwe bi bîr dianî, dûre çawa ji hêla Komeleya Azadî ve wekî serek hatibû qebûlkirin…
Mirov ji nameya Þêx Seîd ku ji serekên Xormekên Gimgimê re, ji dêrsimiyên ku elewîne re þandiye, xebera ku taybetî ji bo Seyid Riza serekê kurdên Dêrsimê yên ku elewiye re þandiye da ku piþtgiriyê bide serhildanê fêr dibe ku, doza Þêx Seîd dikir dozeke ne tenê olî, di heman katê de millî bû… Nivîskar vê taybetiya serhildanê ji devê Þêx Seîd wiha bi me dide fêmkirin: “Sond bi zatê Xwedê teala, ez dê vê þaþikê ji serê xwe daneynim, heta yan di rê ya dîn û millet de þehîd bibim, yan jî istiqlalê…(rûp.156). Tevger û xebata Þêx Seîd ya ji bo serhildanê di “berfeharek” sibatê de jî berdewam bû. Solaxa, Licê, Hênê, Pîran û cihên din tev agahdar kiribûn ku amadehiyan bike da ku serkeftin bi dest bikeve. Lê mixabin wekî gotina nivîskar “ehmeqiya hin kesan, ji alîkariyê dûr sekinîna kurdên elewî yên Gimgim û Dêrsimê - bi taybetî Seyid Riza- amadehiyên bêwext ên eþkera dihat kirin, dibû sedem ku di serhildanê de derz û þkestin çêbibe. Di kêliya darvekirina Þêx Seîd ya di gava dawî de, dîsa bîranîn xwe di serî de dilivîne; xwe li Pîranê li mala birayê xwe Ebdurrehîm, di civatekê de û li kêlekê jî tevî mirovên dozê çend fîrar jî bi tivingên xwe rûniþtîne. Ev fîrarên bi tifing dibin sedem ku dûgela li pey Þêx Seîd bû, pêþwext mudaxele bike û serhildanê bitefîne… Û bi vê jî, gûza ku Þêx Seîd ji bo biavêta ser qubê di dest de bû, ji dest tê girtin. Ew gûza ku bi sedan lehengên tî yên azadiyê xwestibûn ku li ser qubekê bidin rawestandin...
Divê mirov bi qasî ku nivîskar bi hiþmendî li ser xiniziya kesên nehiþtin serhildan bigihîje armanca xwe, di kesayetiya hevlingê wî Qasim Beg de dibîne, ji wî zêdetir jî mirovên bi daw û doza neteweya xwe ve girêdayî jî, tevî ku di romanê de bi navê sedan kesî yê rastîn re, seyîsê Þêx Seîd çerkez û wêrekiya wî jî bibîne. Heta kêlîka dawî Þêx Seîd tenê nehîþtina wî, bi dilpakî û bi dilsozî û aramî çûna wî ya sêdarê ew di bin quba ku gûz lê nedihat sekinandin de kir lehengek nemir… Divê bê zanîn ku navên di romanê de derbas dibin jê gelekên wan navên rastîn ên dîrokîne: Xalid Beg, Þeyh Ubeydullahê Nehrî, Qasim Beg, xizmetçiyê Þêx Seîd Çerkezê Yûsif, Seyid Ebdulqadir, Þerîf Paþa û hwd… Ev kesayetiyên rastîn ku hinek wekî lehengên romanê, hinek wekî agahiyên ji dîrokê tên bikaranînin di teknîka “romana dîrokî” de mirov dikare bibîne û wekî romana realîst ya beþek ji dîroka civakê penase bike. Roman kana xwe ji bûyerên rastîn digire. Ev cure roman ji bo hiþmendiya neteweyî roleke sereke dilîze û divê girîngiya wê neyê jibîrkirin, lewre her dûgel ji bo ku neteweperweriya miletê xwe zindî bihêlin, bi saya hin nivîskarên xwe bi taybetî li ser vê beþa romanê ya mijara wê dîrok e û exlebî jî bi serkeftinên fîþalî dagirtiye radiwestin. Lê mixabin li ser dîrokê pirtûkên tên nivîsîn ger li gor fikra hin kesan nebe bertekên tund jî nîþan didin. Ji van yek jî pirtûka Ahmet Kahraman a bi navê “Serhildanên Kurd” ku bi tirkî di Weþanên Evrenselê de derçûye û tê de bi berfirehî qala serhildana Þêx Seîd û xiniziya Qasim Beg jî tê kirin, ji hêla hin derdorên bi awayekî xwe bi Qasim Beg ve girê didin ve rastî nerihetiyan hatibû, ku di civatek de ji wan hinan gotibû ku xweziya Ehmed li ser Qasim Beg nenivîsanda bila kê dinivîsand bila binivîsanda. Ez jî ji vir dibêjim ku vaye xweziya we bi cih hat û yekê Binxetê -Jan Dost- li ser hunera Qasim Begê we nivîsandiye. Halbûkî ya birêz Ahmet Kahraman kiribû tenê nivîsîna rastiya demek hatibû jiyîn bû. Di herka romanê de em pêrgî bi sedan sedemên têkçûna serhildana Þêx Seîd tên; bazara navneteweyî ku dihîþt Fransa leþkerên artêþa nehemîn a tirk bi riya trênê di Binxetê re bigihîne Mêrdînê, kêmbûna çek û rextên serhildêran, ji hiþmendiya netewî dûrbûna wan, kêmasiya dîsîplînê, têkiliyên feodalî, li hin bajaran talankirina dikan û mal û milkên xelkê –wekî Elazîz- pêþwext destpêkirina serhildanê, di berf û sermaya sibatê de hemû bûn egera têkçûnê… Û bi rojan dorpêçkirina sûrên Amedê bê encam dimîne û Þêx Seîd vedikiþe aliyê çiyê, Hênê û bi vê vekiþînê re jî hêvîþkestin dest pê dike û serhildêrên bê organîze riyên xwe li pey Þêx Seîd avare dikin. Li ser vê rewþa kambax Þêx Seîd wiha dibêje: “Ez emîrê kê me heyran! Her yek bi serê xwe ye. Bila hima ez xizmetçiyê wan bim. Çû gûza min jî qub negirt.” Ev hêvîþkestin xwe di îmzeya þêx de jî dide der. Di destpêka serhildanê de li Dara Hênê bingeha hikumetekê hatibû avêtin û þêx Emîrulmucahîdîn bû, lê di dawiya rojên bi þkestin li Amedê diqewime îmzeya wî bi Xadimulmucahidîn diqediya, û leþkerê Þêx Seîd ji ber artêþa tirk ji hev ketibû û her komek di geliyek yan di deþtekê de yan jî di quntara çiyayekî de bi tenê mabû. Koma ku Þêx Seîd di nav de xwe li Çiyayê Þerefdînê digere û ji wir jî ber bi rojhilat diçû, bi xefka ku hevlingê wî, qaymeqamê Gimgimê, pismamê Xalid Begê Cibirî Qasim Beg jê re danîbû, li ser pira Ebdirahman Paþa tê girtin, di meha avrêlê de þêx di xeyalên xwe yên di nava qîrê de, bi destê kelepçekirî ji Gimgimê ber bi Amedê tê û deng li Amedê dike; “Diyarbekir! Îro ez dîl di destê romiyan de dibim mêvanê te. Hêviya me ne ev bû! Avêtina gûzan li ser quban zor e, wê ez westandim, ne vê rêwîtiyê.”(rûp.193), û li hember Sayib Begê bi xwe mebûsek bû lê di wê kêlîkê de serdarê Îstîqlal Mahkemesî ya Amedê bû, vê nîþê dide nivîsîn: “…Heyata min a fanî gihîþte dawiya xwe, lê ez ne poþmanim ku bi vî awayî dimirim, ez dibim qurban di ber dîn û millet de û neviyên me dê ne rûreþ bin, gava ku me bînin bîra xwe.” (Rûp.192). Piþtî li ser pira Ebdirahman Paþa ya li nêzî Gimgimê dîl hat girtin Þêx Seîdê heftê salî, li pey heftê û penc rojên zindanî li hember sêdarê gava çaremîn dihavêje û di kêlîka dixwest wê pirsa ku dereng mayî ji Xweda bikira di nîvî de dimîne, pirsê wiha dest pê dikir: Xwedayê min te çima… û bi çimayê re wêrîsê sêdarê gewriya wî bêyî ku bihêle deng derkeve diþidîne û hevok bi çimayê nîvco dimîne!
Di romanê de gûz, sêdar, tîbûn û qub çend metafor in ku nivîskar li dora van rastiyên hatine jiyîn vedibêje. “Tîbûn” metaforek e ku zilma serdestan tîne ziman. Bi hiþmendî û zanatî hatiye bikaranîn. Lewre “tîbûn” di qada dîrokê de wekî sembola zilma li hin kesan hatiye kirin dertê hemberî me. Mînak dema cihû pêxember Îsa çarmîx dikin an kurê Muaviye Yezîd, lawê xelîfe Elî, Husên li Kerbelayê li nêzîkî çemê Feratê dorpêç dikin û hêsîr digirin, bi rojan bêav dihêlin. Çawa ku ji van mînakan jî xuya dibe “tîbûn” di herka dîrokê de ji hêla mezlûman ve dibe sembola berxwedana mafdar, ji hêla serdestan ve jî dibe sembola zilmê…
Dîsa qub/qubbe jî di þaristaniya îslamiyetê de cihek girîng digire. Ji hêlek ve giloverbûna asîman û gerdûnê sembolîze dike, ji hêlek ve jî di tesewûfê de jiyana piþtî mirinê, axretê bi bîra mirovan tîne, di heman demê de hêza yekîtiyê û li pêþ jî girîngiya peþengek bi bîr dixe. Lewre qubeya ku ji jor ve di her du hêlan ve li hev tê, bi yek kevirek esasî serê xwe digire. Ev hem dibe sembola yekîtiya xweda, hem jî li jêr dibe sembola peþengek ku civak li dorê kombûyî…
Roman heta mirov bixwaze sade û bi kurdiyek wekî çemê Mûradê diherike hatiye nivîsîn, lê xwezîka ew çend risteyên ji helbestên klasîk bi kurdiya îroj bihata nîþandan, mînak: “Kuca dannedi halê ma, subukbaranî sahilha! (rûp.159). Gelo dê çend xwîner jê fêhm bike ka ev riste çi dibêje? Dibe ku nivîskar serwerî wejeya me ya kevn a klasîk an zimanê erebî û farisî be lê xwîner? Tiþtek din ku mirov di romanê de lê digere an tê hiþê mirov ew e ku gelo nivîskar li ber sêdarê Þêx Seîd ew qas di deþtên xeyalan de gerand çima carekî be jî di deþta wan xeyalan de cih neda zarokên wî? Qey zarokên wî -bi qasî ku em dizanin pênc keç pênc jî lawên wî hebûn - qet bi qasî kakilê gûzek jî di bîra þêx de tunebûn? Û ez dixwazim bi nîv helbesteke helbestvanê hêja Rojen Barnas ku li ser Þêx Seîd nivîsandiye nivîsa xwe bi dawî bikim:
…
“Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Þêx Seîdê kal,
Bijîþk Fûad im
Pêþmergekî bê navûnîþan
Û qevdek ji pincara welat im.
Ez duh þehîd bûm
Îro, nûhat im.”(Rojen Barnas, Þi’r -1-, rûp.29)
Her tiþt ji bo li dara wêjeya me guliyek din zêde bibe ye.
firatt_muratt@hotmail.com
**
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz