logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Wêje nikare xwe ji aborî, ol û erka siyasî biparêze.

Ji destpêkê heta niha wêje tim qadeke pêkhatina civakê û ya civakîbûnê ye. Lewma jî hin qadên têkildar hene ku nikare xw

  • Dîrok: 26/11/2013
  • Beş: Serbest

Sîdar Jîr

 

Wêje û Bîrdozî –III-

Ji destpêkê heta niha wêje tim qadeke pêkhatina civakê û ya civakîbûnê ye. Lewma jî hin qadên têkildar hene ku nikare xwe zêde jê biparêze. Dema em li ser pêkhatina civakê û civakîbûnê bisekinin, em ê bibînin ku wêje nikare xwe ji aborî, ol û erka siyasî zêde biparêze. Îcar bi van têgihan bi hev girêdayî ve dema em li bîrdoziyê dinihêrin, tevna di jiyanê de ku ji kiryarên zimanî, çandî û wateyî pêk tê ye.  Wexta ku em bikaribin bîrdoziyê wisa pênase bikin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ‘hemû berhemên wêjeyî jixwe bîrdozî bi xwe ye.’  

Dema em wekî pêvajoyan li civaknasiyê binihêrin amûra herî girîng ji bo venêrîna vê yekê bêguman e ku wêje ye. Îcar ku em rabin bertavekê bidin ser bîrdoziyan an jî em bîrdoziyan tenê bikin mijar îhtimal e ku em di qada wêjeyî de şikestinên mezin an jî cebirînek xelet pêk werînin. Lewma jî ya girîng ew e ku divê em li ser têkiliya wêje û pêvajoyên civakî rawestin.  Dema ku em li ser pêvajoyên civakî rawestin jî em wê gavê dibînin ku her wêje/berhem encameke berbiçav a seknek yan helwestek xurt a bîrdozî ye û yan jî encameke zimanî yan têkiliyeke xurt a hêzeke ramanî yan jî bîrdozî ye. Ew hêza xurt carinan(di nava wan pêvajoyên civakî de) dibe ku ol be, dibe ku aborî be  yan jî dibe ku bîrdozî be.

Di nava vê hengameya ku hê jî derdoreke fireh, di têkiliya di navbera wêje û bîrdoziyê de, ya rastî di têkiliya navbera hunera giştî û bîrdoziyê nagihêjin an jî heta ku ji dest wan tê dixwazin “ji hev dûr bixin”  ew fikra ku ji xwe li “xamtiyê” digre û dibêje “Armanca hunerê dîsa huner e”  dibe sedem. Belê yek ji sedemên sereke ev e. Îcar ‘huner ji bo hunerê ye’ çiqasî dûrî civakê dimîne yan jî bêyî civakê huner çawa dibe huner ew jî mijareke vikîvala dimîne li meydanê! Û têra xwe deformekirî ye.

Dema qala wêje û bîrdoziyê dibe tenê têkçûna wêjeyê tê fikirîn. Ev tenê fikreke negatîf e di mejiyê “hunerhezên” ku hunerê ji bo hunerê diafirînin. Bi awayekî dîtir qelsiya wan a wêjeyî/hunerî û di heman demê de qelsiya wan a bîrdozî dide nîşandan. Ji lew re dema ku wêjekarek di warê xwe de xurt be her daîm dikare bêyî ku di nava penceyên bîrdoziyan de can bide, bibe xwedî nirx û nasnameyeke xurt û gerdûnî. Jixwe di xwezaya xwe de wêje xwedî nasnameyeke mûxalîf e. Dema ku xwedî nasnameyeke mûxalif be, gelo dibe ku dûrî bîrdoziy(ek)ê be?! Mûxalif jî ne xwedî bîrdozî ne gelo? Ya girîng ew e ku nivîskar bikaribe wê hevsengiyê pêk bîne û biparêze ku “lehengên” wî û “bûyerên pêkhatî”  di bin siya bîrdoziya wî ya “hişk” de netemire û nemire! Wekî mînak “Biraderên Qeremazov” a Dostoyevkî, “Vejîn” a Tolstoy, “Navê Gulê” ya Umberto Eco hin mînak in ji bo vê yekê. 

Mesele hinekî jî tirsa her du qadan a ji hev e û newqa vala ye. Bêguman mafdariya tirsa her du qadan yanî wêje û bîrdoziyê dibe ku heta radeyekê di cî de be. Lê ez bêhtir balê dikşînim ser pêkanîn û parastina hevsengiya di navbera her du qadan de, her du qadên ku mirov nikare ji hev biqetîne.

Bi taybetî ji eniya wêjeyê ve ku were nirxandin divê bê zanîn ku, çawa wêje nikare ji felsefe, civaknasî, derûnasî, xweza, dîrok û hemû qadên jiyanê were  veqetandin û  bidûrxistin, bi heman şêwe û awayî ew xwesteka bidûrxistina wêje û bîrdoziyê jî, di taliyê de zirarê dide her du aliyan jî. Yanî ev tirsa wan a ji hev dike ku, her du jî ji hev sûdê werbigirin. Nahêle ku bi awayekî xwezayî hev xwedî bikin. Ji ber ku ji bilî wêjeyê jî, jixwe têkiliyeke xurt di navbera felsefe, civaknasî, derûnasî, xweza, dîrok û hwd gelek qadên din ên jiyanê de heye. Û bivê nevê jixwe têkiliyeke îndîrekt di navbera wêje û bîrdoziyê de jî heye. 

Divê neyê jibîrkirin ku bîrdozî wekî bingehîn û di xwezaya xwe de hilweşîner e û tiştekî nû ava dike û wêje jî ne dûrî vê yekê ye, wêje jî di bidestxistina nasnameyê de û di veguhestina nasnameyê de xwedî risteke gelekî girîng e. Û di vir de girîngiya întertextualîteyê dertê pêş.

Wêje, di avakirina nasnameya neteweyî, civakî, siyasî, olî, çandî û zayendî de rasterast xwedî rist e. Bîrdozî jî li pey heman tiştî ye. Lewma jî wêje û bîrdozî, bixwazin nexwazin bi hev re ne.  Ya girîng ew e ku ne bîrdozî bi hişkiya pênûsê bişkîne û ne jî pênûs bi metirsiya “estetîkê” bîrdoziyê “îlegalîze” bike. 

25.11.2013 – Azadiya Welat

 

 

****

 

Nivîsa yekem û duyem a vê rêzeyê:

- Wêje û Bîrdozî - I -

-  Wêje û Bîrdozî –II- 

 

 

***

 

 

Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

-  Wêje û Bîrdozî –II- 
- Wêje û Bîrdozî - I -

- WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ

- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN

- Kurtebersiva Wêjeya Şoreşê 

 

  

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Hevdîtina nivîskaran li dar dikeve

ad

Hevdîtina Bush û Barzanî li dar ket

ad

Festîvala Wêjeyî ya Aran hat lidarxistin

ad

Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî

ad

Bangên ji bo piştgiriya Bêrîvan Aymazê

ad

Li Hollandayê jineke kurd bû Wezîra Edalet û Parastinê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname