Diyarname
HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) li Qomişlo 4'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava bi beşdariya gelek hunermend û nivîskarî li dar dixe.
Festîval li Qamişlo li Hola Zana ya li ser Riya Hesekê du rojan, rojên 20 - 21'ê gulanê li dar dikeve. Festîval saet 11'an de dest pê dike.
Di festîvalê de roja 20'ê mehê ev hunermend û nivîskar dê amade bin:
Dildarê Aştî. Cîhan Hesen, Ciwan Nebî, Ebas Mûsa, Ehmedê Huseynî, Ferec Derwîş, Feyrûz Reşik, Gulal Kasanî, Hekîm Ehmed, Ibrahîm Şihab, Idrîs Elî, Jinda Mihemed, Kemal Necim, Luqman Ebdulrehman, Meryem Temir, Mihemed Baqî Mihemed, Mihemed Bîjo, Miş´el Osman, Reşîd Sofî, Stêr Çêlo, Taha Xelîl, Xalid Umer, Xemgînê Remo, Xoşnav Heso.
Roja 21'ê mehê di çarçoveya fesTîvalê de dê semînerek bi beşdariya Dildarê Şeko bi sernavê "Zimanê kurdî û bernameyên perwerdeyiyê" li dar bikeve. Her wiha heman rojê hunermend Reşîd Sofî dê konserek pêşkêş bike.
Wekî agahiyek, HRRK heman rojê li Wuppertala Almanyayê festîvalek bi vî rengî li dar dixe.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Wêneyê rojê ji Kobanî hat
- Li Rojava 'Hevdîtina Rojava ya Hunera Şêwekarîyê' li dar dikeve
- Festîvala Çand û Hunerê ya HRRK'ê li dar dikeve / Wuppertal