logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Îlhamî Sîdar bi “Jan”ê beşdarî fûarê dibe

Nivîskar Îlhamî Sîdar vê carê bi romana xwe ya nû Jan derket pêşberî xwendevanên xwe. Sîdar bi “Jan”ê dê beşdarî Fûara P

  • Dîrok: 16/11/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Nivîskar Îlhamî Sîdar vê carê bi romana xwe ya nû Jan derket pêşberî xwendevanên xwe. Sîdar bi “Jan”ê dê beşdarî Fûara Pirtûka a Stenbolê bibe û pirtûkên xwe îmze bike.

Nivîskar Sîdar ku heta sala 2010’an du jê helbest û çar jî roman bi giştî 6 pirtûkên bi tirkî nivîsandibû, paşê biryar dabû ku dê êdî bi kurdî binivîse. Perê jî di sala 2011’an de romana xwe ya bi kurdî ya yekemîn bi navê “Tehma Xweliyê” derxistibû. Sîdar ku pirtûkên wî ji Weşanên Aramê dertên, Jan jî ji aliyê Weşanên Aramê ve hatiye çapkirin.

Roman palpişta xwe dide salên 1990’an a rewşa kurdên bakur; heyameke ku şer û pevçûn jiyana kurdan serobino kiriye. Nivîskar, romana xwe li ser wan salên li Amedê û li der û dorê li ser evîneke trajik dihone pere jî meseleyên dewleta kûr, gundên ku hatine şewitandin, koçberên ku ji welatên xwe hatine sirgûnkirin, girtiyên ku li zindana Amedê hatine îşkencekirin; bi giştî travmaya wan salan bi zimanekî wêjeyê radixe ber çavên xwendevanan.
Di roja 17’ê mehê de dê Fûara Pirtûkan a Stenbolê li dar bikeve û “Jan” jî yekem car dê li fûarê derkeve pêşberî xwendevanan . Sîdar roja 18’ê mehê saet 14.00’an de dê li fûarê be û pirtûka xwe îmze bike.


Beşek ji romana Jan

“Mirin!” dibêje, ji perdeyeke pes dest pê dike, “Çi peyveke pûç e ku weke puxteyê li ser lêvan rûdine, weke tehmeke jengê hilîne.” serê xwe ber bi esmên ve dike û berdewamî dide, “Serhildêr ne muptelayê mirinê ye, berevajî ji her giyanawerî bêtir muptelayê jiyînê ye.” û weke ku di ber xwe de biaxive pê de diçe,  “Kulîlkên jiyanê di bexçeyê wî de bi têra xwe bişkuvîne. Di gerdûna dijraberiyan de têgihîna mirinê, heman demî têgihîna jiyanê ye jî, serhildêrek ew qas bi mirinê re rûbirû dimîne û ew qas dimire ku ew weke kakilekê di hinava wî de şîn tê, jiyan jî wisa weke kakilê di nav kakilê de şîn dibe. “Çi peyvên hekîmane!”dibêje keçxezal ji dilekî pakîze. Serhildêr kêliyekê dêhna xwe didê û serê xwe bi giranî kil dike û bi şûn de weke ku ruhê wî ber bi bêdengiyekê ve kaş bibe berdewamî dide, “Zanatî gencineyeke herî dewlemend e ku van çiyayan fêrî me kiriye; her serhildêrê ku hebûna xwe radestî hembêza wî dike ji kaniya hikmetên wî bi têra xwe vedixwe, giyana xwe pê xwedî dike, xwebûna xwe pê dikemilîne; ‘weke daristanekê azad’ e li hembêza çiyayan jiyîn û mirin rawestgeha dawîn, jê û wê de tu rê tune ye! Di vê beyabana abadîn de li ser her kevirî çend çilkên xwînê şop dane, çend ji me di bêdengiya lat û zinaran de bi neynûkên xwe gor kolane û çend ji me tenhayiya tevnepirkan de miriyên xwe gorî kirine? Ew hevalên me yên ciwan, ew hevalên qeşeng û delal ji nava me bar kirin û çûn, bi hêviyên têr û tije bar kirin û çûn.” Xumameke tenik li ser çavên wî belav dibe, “Belê em ji wan fêr bûn zanatiyê, ruhê me yê birindar ji wan fêr bû hikmetên jiyanê. Di rastiya xwe de serhildêrek ne muptelayê mirinê ye, muptelayê jiyînê ye, jiyîneke ji bend û qeydan azad; lewra bengiyê azadiyê ye serhildêr; gava ku di bin giraniya çekan de dide pey minminîkekê weke çûkekê bi firê dikeve, gava bêhna kulîlkekê li bêvila wî dikeve polenên ku ji ruhên wî belav dibin ji kulîlkekê derbasi kulîlkeke din dibin, gava weke dilopeke avê tevlî xwişîniya sulavekê dibe mucizeya jiyanê pêk tîne, di rêberiya vê mucizeyê de ji dêvla jiyîneke bêrumet mirinê hildibijêre, ji dêvla ku di nav jiyaneke lewitî de her roj bimire, di nav jiyaneke azad de carekê tenê dimire, ev e mirina bextewar ev bixwe ye.” Gulîstan di nav heyirînekê de dimîne û di serê xwe de, “Bi mirina bextewar a Camus’î re çi qasî li hev tê!” disêwirîne, kêliyekê pê wisa tê ku ev serhildêr, Mersault’ya ku bi nihiçka xwepareziyê, di riya mirinê de bêpaxav dimeşe bixwe ye, weke ku di koça ruhan de sîtava Mersault’ya azadiperest bixwe ye, wisa pê tê û dengek bi pistinî xwe li binehişê wê digire: “Ji mirinê wêdetir tu rê tune ye!” Di wê navê de bêdengiyek diqewime û di hinava wê de dehlîzeke teng û tarî dirêjî dide.

Jan / Îlhamî Sîdar / Weşanên Aram / Roman

 ***

Nûçeya eleqedar:

- Weşanên Aramê bi 13 pirtûkên nû li Fûarê ye

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BAHOL

ad

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

ad

TZPKurdî û Azadiya Welat girtina Dilbihar şermezar kir

ad

Dimay 75 serî kitab ber teslîm kerd

ad

Malpera Mîr Qasimlo vebû

ad

Xelatey Aştî ya Nobelî day ICAN

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname