logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

BAHOL

Kaba xwe ya çepê ber bi xwe ve şikandiye, daye ber sînga xwe û sînga xwe spartiye ser û ji newqê û jortir bi pêş de hine

  • Dîrok: 24/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Şengul OGUR

Kaba xwe ya çepê ber bi xwe ve şikandiye, daye ber sînga xwe û sînga xwe spartiye ser û ji newqê û jortir bi pêş de hinekî xwar bûye. Kaba rastê jî şikandiye, paqa wê ji aliyê rastê li ser erda rût û sar e, lingê xwe hinekî ber bi xwe ve kişandiye. Li ber wê baholeke mezin a  reş heye û xwe bi ser de tewandiye. Dema ku destê xwe ber bi baholê ve avêtiye pişta wê xûz bûye û hestîkên laşên wê yek bi yek xuya dikin.

Devê baholê vekiriye. Kinc di baholê de hene. Kincên bi rengê spî, reş, kesk, sor, xemrî. Gore hene, goreyên biçûk, etekên biçûk, qutikên biçûk. Her wiha kincên mezinan jî di nav baholê de hene. Lê kincên biçûk û yên mezin ji hev hatine veqetandin, her çiqasî di eynî baholê de jî bin.

Di destên wê yên ziravik, bêrih de etekeke biçûk heye, etekê zaroyeke pênc şeş salî. Wiha di cihê xwe de sekinî maye. Ne wekî ku bi kincekî bigire etek girtiye; bi rengekî wiha bi etek girtiye, mirov dibêje qey ya di destê wê de ne etek, ne kincek e, zaroyeke bi goşt û hestî ye, bi rih û can e, wiha bi hezkirinekê bi etek girtiye.

Berê çavên xwe daye ser etekê, lê berê awirên wê mirov dibêje qey li ser zarokekê ye û li nav çavên wê dinêre, bi hezkirineke ku mirov bixwaze hemêz bike lê nema karibe hemêz bike.

Destên wê wiha sekinîne, tu dibêjî qey etek di seriyekî re hatiye kirin û serê zarokekê difirikîne, dema ku mirov dêhna xwe dide serê qermîçokên li kevîkên çavên wê, devê wê yê li ber vekirinê wiha xuya dike, wekî ku wê biaxiviya lê tam dema ku wê biaxiviya zimanê wê neqelibiye, bedena wê tevde bûye wekî zimanekî.

Li rex baholê rûpelekî rojnameyeke bi kurdî heye. Tarîxa li ser rojnameyê 1’ê Mijdara/Sermaweza 2019’an e. Di wî rûpelê rojnameyê de wêneyê keçeke biçûk heye. Di bin wêne de tê gotin: "Li Rojava keçika şeş salî hate kuştin!”

Hevokên dawî yên nûçeyê di rûpela rojnameyê de: "Kincên min û keça min di baholekê de ne. Ez kincên keça xwe ji kincên xwe venaqetînim, tim di eynî baholê de ne. Ji ber ku heke ez veqetînim bi min wiha tê wekî ku keça min wê ji min qut bibe.”

Ji hejmara 22'yan (18-22 gulan 2020) a Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heta enka kamî çende kûpay girotê?

ad

Belgefîlmsaz Kesik hat berdan

ad

Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket

ad

“Dîwan”a Melayê Cizîrî careke din çap bû

ad

'Perwerdehiyeke pirzimanî mimkûn e'

ad

Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname