Diyarname
64'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfûrtê ku dê heta 14'ê mehê li dar be dest pê kir.
Îsal ji 97 welatan bi gitî 7307 weşanxane beşdarî fûarê dibin ku li dor salên borî hindik be jî hejmara weşanxaneyên beşdar kêm bûye. Ji van weşanxaneyan sedî 40'ê wê ji Almanyayê, yên din jî bi rêzê herî zêde ji Îngilistan û DYA'yê û welatên din beşdar bûne. Tirkiyeyê li ser 350 metreçargoşeyî cih vekiriye û 3000 heb pirtûk ji bo nasandinê biriye. Her wiha nêzî hezar nivîskar û weşangerên ji Tirkiyeyê jî li Fûarê dê amade bin.
Mêvanê rûmetê îsal Zelandaya Nû ye. Ev welat dê di fûarê de îsal weşangeriya xwe bide nasîn. Li Zelandaya Nû yekemîn pirtûk berî 142 salan hatiye çapkirin. Li Zelandaya Nû wêje demek dirêj di bin bandora Îngilistanê de maye. Li vî welatê, li gor gelek welatan wêje zêdetir hêdî pêşdikeve. Lê Maorîn ku civakeme herîmî ya Zelandaya Nû ye hejmara wan li dor sedî 10'ê Zelandaya Nû ye û ew bi wêjeya devkî pêşketî ne. Maorîn jî bi zimanê ku diaxivin di bin banê Zelandaya Nû de wekî rengekî li fûarê ne.
Xelata Yekîtiya Weşangeran ku her sal di Fûara Frankfûrtê de dide îsal ji ber pirtûka wê ya bi navê "Landgericht" dan nivîskar Ursula Krechel. Berê Yaşar Kemal û Orhan Pamuk jî ev xelata bi hêjayî 25 hezar Euroyî girtibû. Pirtûk qala Almanyaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike.
Di fûarê de sazî û weşanxaneyên kurdan ên wekî Mezopotamya, Hêvî Group, Rûdaw bi stand û çalakiyên xwe cih digirin. Fûar ku rojên pêşî deriyên wê tenê ji bo weşangeran vekirî ne, du rojên dawî (13 û 14'ê mehê) deriyên wê ji bo her kesî vekirî ne. Di van her du rojan de saziyên kurdan jî çalakiyan li dar dixin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Nivîskarên kurd diçin Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê


