Diyarname
Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir Buyukşehir Belediye" îro li mala xwe Tekirova Belediye (tîma Antalyayê) bi 3-1 têk bir û lîderiya xwe dom kir.
Diyarbakir BB di Lîga Super Tota ya 3'yem de di Koma Yekemîn de dilîze.
Maçên Koma 3'yem îro hatin lîstin. Diyarbakir BB'yê jî îro maça xwe ya 5'an li Stada Seyrantepeyê lîst. Diyarbakir BB bi ser ket, pûanên xwe derxist 15'an û yekemîniya xwe dom kir.
Piştî Diyarbakir BB'yê Fatih Karagumruk AŞ û Orhangazî bi 12, Pazarspor bi 11, Kastamoni bi 10 pûanan tê. Dûre Tekirova Belediye, İstanbul AŞ, Sandiklispor 9 pûanên wan, Ankara Demirspor jî 8 pûanê wê hene. Di heman komê de tîma Şaredariya Wanê "Belediye Vanspor" bi 6 pûanan di rêza 12'yan de ye.