Dihok
Endamên çapemeniya kurd li Dihokê hatin ba hev. Di konferansa bi sernavê "Konferansa Rojnamegerên Başûr û Bakur" de Berdevkê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Zîrek Kemal axivî, got ku divê rojnamegerên kurd ji paşeroja xwe dersê bigirin, li pêşerojê binêrin û ev yek lê zêde kir: "Niha konferansa ku li dar dikeve armanca wê sazkirina yekîtiya çapemeniya kurd e."
Konferans li Salona Konferansê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê li dar ket û endama Parlemena Herêma Federal a Kurdistanê Şîlan Abdulcebar, Nûnerê Wezareta Çandê yê Dihokê Wesfî Hasan, Berdevkê Hikumeta Kurdistanê Zîrek Kemal, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên KurdistanêAzad Mehmed Emîn, Nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê Adil Hasan, nûnerên televîzyonên wekî Zagros TV, KNN TV, Yek Kurd, Kurdistan TV, Peyam TV, El Sumerî TV, Gun Tv, ÎMC TV, El Cezîre Turk, Hayat TV, dîsa nûnerên DÎHA, Diyarname, Akenws, Peyamner, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, her wiha nûnerên Radyo Ses, Radyo Nor, Radyo Yaşam, Weşanên Aram, Doz, Deng, Vate û Rewşenê beşdar bûn. Dîsa Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer, Serokê Guneydogu Anadolu Gazeteciler Cemiyeti Faruk Balikçi, nûnera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Rûşen Bana û gelek rojnameger û weşangerên din beşdar bûn.Konferans ji bo endamên çapemeniyê yên şehîd bi deqîqeyeke rêzgirtinê û bi xwendina "Ey Reqîb" dest pêkir. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer li ser rojnamegerên ku ji bakur çûne axivî, got ku wan êşên zarokên kurd ên Wan û Amedê birine û wisa got: "Dema çapemeniya kurd êş û kêfa zarokên kurd ên Wan û Dihokê ragihîne hev dê yekîtiya neteweyî çêbibe."
Sefer got ku di erdhejê de jî hat dîtin ku çapemeniya tirk her gav agahiyên şaş pêşkêş dike û bal kişand ser girîngiya çapemeniyê ya di nav civakê de.
Piştî axaftina dest pê kê panela "Çapemenî, ziman û netewe" ku moderatoriya Wê Sebrî Silîvanî kir dest pê kir. Konferansa çapemeniya kurd dê roja 25-26'ê mehê li dar bikeve û paşê endamên çapemeniyê dê du sê rojên din bi gera li bajarên Başûr derbas bikin.


