STENBOL
Rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê û li bakur tekane rojnameya rojane ya bi kurdî ye careke din bi cezaya girtinê re rû bi rû ma. 12'emîn Serdozgeriya Cezaya Giran a Stenbolê Ya Xwediyê Rayeya Taybet 15 roj cezaya girtinê li Azadiya Welat birî. Azadiya Welat ev 9'emîn car e bi girtinê re rû bi rû dimîne.
Dozgeriyê nûçeyên ku roja 12'yê pûşperê hatine weşandin wekî hincet nîşan da û ceza lê birî. Di hinceta girtina rojnameyê de dadgehê wiha got: “Di nûçeyên bi sernûçeya 'Heta Ocalan neçe çiyayan, gerîla ji çiyayan danakevin' û 'Em dîsa dibêjin tevlî me bibin û em bibin yekîtî' cih dide nêrînên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê û her wiha hat diyarkirin ku di nûçeya bi navê 'Biratî' de cîh daye nasnavên PKK’iyiyên jiyana xwe ji dest dane û bi vî awayî 'propagandaya rêxistinê' kiriye.”