Diyarname
Dîrok bi nivîsê dibe dîrok; çi bi destxetên berhevkirî, çi bi vegotinên şahidên zindî ve hatine nivîsîn. Niha yek li wan zêde bû û bû pirtûk: "Suhbeta Sed Eşîran" derket.
"Suhbeta Sed Eşîran" pirtûka Abdulkadir Kizilkaya ye. Pirtûk ji Weşanên Nûbiharê derketiye û xwendevanan dever bi dever digerîne.
Abdulkadi Kizilkaya dengbêjekî û vebêjekî naskiriye li herêmê û derdorê. Ew li Bakur jî li Başûr jî tê nasîn. Wî emrek borî û niha 83 salî ye. Di van 83 salên xwe de war bi war, cih bi cih, dever bi dever geriyaye. Ew wan deran wekî kefê destê xwe dizane û hay ji bûyer û qewimînên van deran jî heye. Pirtûka wî ya niha derketiye jî ji şahidiya vî temenî ye, ji şahidiya wî û wan deran e. Ew derbarê eşîr, malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Culemergê de xwediyê agahiyên gelek cuda ye. Agahiyên xwe yên devkî di vê pirtûkê de berhev kirine û ew niha kiriye mala dîroka kurdî.
Ji bûyerên li herêma Culemergê qewimîne, heta mijarên dîrokî, ji folklorê û heta kelepûra kurdî ya wê herêmê di pirtûkê de agahî hene.
Abdulkadir Kizilkaya di sala 1941'ê li gundê Guzereşê hatiye dinyayê. Gelek çîrok, stran û klamên gelêrî dizane û ew vegotine. Berî vê pirtûkê, bi navê "Diwana Satrincê", "Bûka Baranê", "Felsefeya Hejde Hezar Alemê" jî pirtûkên wî derketibûn.
- Suhbeta Sed Eşîran / Abdulkadir Kizilkaya / Nûbihar / 2024 / 168 rûpel / Lêkolîn
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com