logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Li Amedê bi kurdî 'Rojên Belgefîlman' li dar dikeve

Şaredariya Kayapinara Amedê bi kurdî Rojên Belgefîlman li dar dixe. Kesên bixwazin belgefîlmên xwe bişînin divê heta 21'

  • Dîrok: 24/02/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Şaredariya Kayapinara Amedê bi kurdî Rojên Belgefîlman li dar dixe. Kesên bixwazin belgefîlmên xwe bişînin divê heta 21'ê adara 2011'an berhemên xwe bigihînin ber destê amadekaran.

Ji bo radihandina li darxistina 1'emîn Rojên Belgefîlman a Amedê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi beşdariya Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Îhsan Avci, Berpirsê Sînemayê Ozkan Kuçuk û Midûrê Karên Çandî û Civakî ya Navendê Aydin Bolkan daxuyaniyeke çapemeniyê hate li dar xistin.

Pêşî Îhsan Avci axivî û da zanîn ku li bajarên cur bi cur festîval li dar dikevin, belgefîlmên ku bi awayekî hatine sansurkirin û negihane gel ewê bigihînin gel

Rojên Belgefîlman ku îsal yekemîn car e li dar dikeve dê pirzimanî be lê di serî de bi kurdî. Belgefîlmên bi kurdî bin dê bêne nîşandayîn, yên ne bi kurdî bin jî dê bi jêrnivîsa bi kurdî bêne nîşandayîn. Belgefîlm di warê pêşbazî û di warê nîşandayînê, di du waran de bêne nîşandayîn.

Rojên Belgefîlman ku di navbera 18-24'ê avrêla 2011'an de wê bê li dar xistin armanc ew e ku sînemaya belgefîlman bigihêje civakê û geşkirina çêkirina belgefîlman teşwîq bike.

Rojên Belgefîlman piştgirî dide xebatên ku derhênerên jin çêkirine, her wiha Rojê Belgefîlman ji bo ku karibe piştgiriya gihandina sînemagerên ciwan bike di salên pêşiya me de dê ji bo fîlmên ku di asta projeyê de ne foneke ava bike.

Amadekarên Rojên Belgefîlman ên Amedê diyar kirin ku ev xebata wan di heman demê de dê ji bo danasîna bajar û heremê jî roleke gelek girîng û mezin bilîze.

Amadekaran wisa dawî li axaftina xwe anî: "Em bawer dikin ku ew ê Rojên Belgefîlman ên Amedê ji vê salê ve dest pê bike û di salên pêşiya me de wek dibistaneke belgefîlman fonksiyona xwe bilîze."

Ji bo kesên eleqedar şertên serîlêdanê û tiştên têne xwestin:

ŞERTÊN SERÎLÊDANÊ
1- Ji bo pêşbaziyê belgefîlmên di 2010-2011’an de hatine çêkirin bêyî ku ji bo mawe û mijarê sînor hebe dikarin serî lê bidin.
2- Ji bo beşa danîşanê, belgefîlmên 2009’an jî dikarin serî lê bidin.
3- Ji bo belgefîlmên ku di demên berê de beşdarî mihrîcanan bûne an jî di van mihrîcanan de xelat wergirtine di serîlêdanê de tu astengî tune ye.
4- Heman derhêner ji belgefîlmekî zêdetir nikare serî lê bide.
5- Divê materyalên serîlêdanê herî dereng di 21 Adar 2011’an de bi dest an jî bi posta-kargoyê bighêje Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn.
6- Ji bo hilbijartina belgefîlmên pêşbaziyê ew ê bijartineke pêş were kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Pêş, belgefîlmên ku ji bo pêşbaziyê hilnebijartiye dikare ji bo danîşanê pêşniyar bike. Xwediyê fermî yê belgefîlmê ger nexwaze li derveyî pêşbaziyê belgefîlmê wî/wê were nîşandan divê herî dereng 5 Avrêl 2011’an bi nivîskî ji rêveberiya mihrîcanê re ragihîne.
7- Belgefîlmên ku ji bo pêşbaziyê hatine hilbijartin ger zimanê axaftinê ne kurdî (kurmancî) bin herî dereng divê di 15 Avrêl 2011’an de kopiyên wan ên danîşanê ên bi jêrenivîsa kurdî an jî lîsteyên wan ên axaftinê bighînin navenda mihrîcanê.
8- Hemû belgefîlmên ku xwediyê helwesteke demokratîk û ji mafê zarok û jinan re hurmetkar e, dîsa êrîşî nirxên têkoşînên civakî nekiribin dê ji bo danîşanê têkevin nava bernameyê.
9- Kopiyên DVD ên belgefîlmên ku ji bo serîlêdane hatine şandin dê ji xwediyê wan re bi şûn ve neyê şandin û dê di Beşa Sînemayê ya Akademiya Cegerxwîn de bibe arşîv û di perwerdehiya sînemayê de ji bo lêkolînê dê were bikaranîn.
10-  Xebatkarên Şaredariya Kayapinarê û yên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn nikarin ji bo beşa pêşbaziyê serîlêdan bikin. Lê ji bo beşa danîşanê dikarin serî lê bidin.
11-  Peywira biryarê ya ku di mijarên ku di vê rêziknameyê de nehatiye nivîsandin de ayidî Lijneya Rêvebirina Rojên Belgefîlman ên Amedê ye.
12-  Lijneya Hilbijartina Pêş û Lijneya Pêşbaziyê dê piştre were ragihandin. Forma serîlêdanê dikare ji malper û navnîşanên hatine diyarkirin were bidestxistin…

 

 


MATERYALÊN KU JI BO SERÎLÊDANÊ TÊNE XWESTIN
Bi forma serîlêdanê ya destnîşankirî re;
1-3 heb kopiyên DVD ên belgefîlm (ger guncan be bi jêrenivîsa kurdî be)
2-Sînopsîsa belgefîlm (Tirkî, Kurdî û Îngilîzî)
3-Lîsteya axaftinê ya orjînal a belgefîlm
4-Kurtejiyana derhêner (Tirkî, Kurdî, Îngilîzî)
5-Afîşa belgefîlm (Li ser kompîterê)
6-3 heb wêneyên ji belgefîlmê (Li ser kompîterê)
7-1 heb wêneyê derhêner (Li ser kompîterê)

SEKRETERYA
Hemû xebatên Rojên Belgefîlman ên Amadê dê ji hêla Lijneya Rêvebirina Rojên Belgefîlman ên Amedê ve were meşandin.  
Li ser navê Lijneya Rêvebirinê peywira sekreteryayê dê ji hêla Ozkan Kuçuk ve were meşandin.

Pêwendî
Navnîşan: Kayapınar Belediyesi Cegerxwin Gençlik  Kültür ve Sanat Merkezi Diclekent Bulvarı Park Ormanı yanı- KAYAPINAR-DİYARBAKIR
Telefon: 0412 251 92 95- 251 92 96
e-mail:
diyarbakirbg@hotmail.com
www.diyarbakirkayapinar.bel.tr
www.cegerxwin.net

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Kerkûkê belgefîlmê 'Çawe' hate nîşandayîn

news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Pêşniyarên ji bo dawiya hefteyê

ad

'Barbie' li welatek din jî hat qedexekirin

ad

Dora Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê ye

ad

Îngilistan di çemê penaltiyan ê Îtalyayê de xeniqî

ad

Roja hilbijartinên li Başûr diyar bû

ad

BDP'ê ji bo Tatlises daxuyanî weşand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname