Diyarname
Di kaçên koman ên ji bo beşdariya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de maç têne lîstin. Di maçên duyemîn ên Koma E de Tirkiye û Spanya li Konyaya Tirkiyeyê hatin hemberî hev. Spanyayê bi 6-0 Tirkiye têk bir.
Di Koma E de Tirkiye, Spanya, Gurcistan û Bulgaristan hene. Di maça li Konyayê de Spanya di deqîqeya 6'an de bi gola Pedri derket pêş, di deqîqeya 22'yan de Mikel Merino encam anî 2-0'ê. Û di deqîqeya 45+1'ê de Merino carek der ket pêş û nîveka yekemîn b i3-0 temam kir.
Di deqîqeya 63'Yan de Torres li ser dikê bû û encam anî 4-0'ê. Û di deqîqeya 57'an de Mikel Merino golek din jî avêt, hat-trick kir, encam jî bû 5. Di deqîqeya 62'yan de Pedri encam diyar kir: 6-0.
PIŞTÎ 8-0'Ê ENCAMA MEZIN
Tîma fûtbolê ya neteweyî ya Tirkiyeyê di sala 1987'an de li hemberî Îngilistanê bi 8-0'ê têk Çûbû, piştî vê encamê ev maça duyem e ku ew qas golan dixwe.
GURCISTANÊ ZORA BULGARISTANÊ BIR
Di maça din a komê de Gurcistana li mala xwe bi 3-0 Bulgaristan têk bir û 3 pûanên xwe yên pêşî girtin.
Di dawiya maçên duyem de Spanya bi 6 pûanan yek, Gurcistan bi 36 pûanan duyem û Tirkiye bi 3 pûanan sêyem e. Bulguristan pûan^ne wê tune ne.
MAÇÊN ÎRO
Îro û sibê jî jî maçên ji bo Kûpaya Cîhanê di komên din de hene.
İro Kosovard-Swêd, Swîsre-Slovenya, Rusyaya Spî-Skoçya, Xirvatistan-Karadax, ÎSraîl-Îtalya, Cebelîtarik-Gravên Force wê bi hev re bilîzin. Maç saet 21.45'an de têne lîstin.
SIBÊ
Di maçên sibê de Ermenistan-ÎRlanda, Azerbaycan-Ûkrayna saet 19'an de, Fransa-ÎZlanda, Kibrisa Başûr-Romanya, Sirbistan-ÎNgilistan, Macaristan-Portekîz, Bosna-Hernes-Avusturya, Norwec-Moldova Albenia-Letonya wê saet 21.45'an de bi hev re bilîzin.


