LUQMAN GULDIVÊ
Yek ji xetên sereke yên dek û dolabên di serpêhatî, destan û şerên kurdan de ew xeta vegotina bêbextiyê ye. Di vê yekê de jî bêbextiya mîrekî, begekî li djî keç û xortekî xwe spartine wî gelek caran dibe mijara destan û şerên trajîk. Di vegotina van cureyan de ya herî balkêş jî ew e ku mîr, beg û malmezinê qaşo divê kesên xwe avêtin bextê wî biparêze, carinan bi xurtî û gelek caran jî xap, fen, dek û dolaban ya xwe dibe serî.
Diyar e, ev tiştekî wisa ye ku di dîroka xelkê Kurdistanê de pirrcarî bûye û tesîra xwe hema hema li tevahiya cografyaya Kurdistanê kiriye. Ji ber wê jî çi şêwezar û çi bawerî dibe, çi herêm û çi hewa dibe bila bibe, li her devera şên a Kurdistanê hîna serpehatiyeke li ser vê mijarê tê gotin. Bîra kolektîf jî li ser van ava dibe. Ango ya ku kurdekî bi vê rêûresmê mezinbûyî li bendê ew e ku malmezin, mîr û beg ji bo berjewenediyên xwe her xirabiyê bikin û vê li dijî nirxên herî pîroz ên civakê û ferdî jî bikin. Binihêrin, li vir mesele ew e ku keça ciwan ji kurê ciwan tê stendin, çi bi xurtî û çi bi dek û dolaban.
Ev bîra hanê jî, ne wisa ye ku mirov bibêje, şûna demên bihurî ye, êdî tiştekî wisa nîn e. Çawa ku bi hatina telefonên destan, tevahiya civaka gund û têkiliyên wê neguherîn, bi peydebûna avahiyên siyasî yên modern jî avahiyên kevin ên civakî û rabûnrûniştina aktoran di vê peywendê de bi temamî naguherin.
Hîna beriya demeke kurt li başûrê Kurdistanê bavekî kir ku keça wî ya ciwan xwe bişewitîne, heta hin îdîa dibêjin bav bi destê xwe keça xwe şewitandiye; sedem jî ew e ku hevalê wê ne dilê bavî bû, li gorî îdîayan ji ber sedemên eşîrî. Navê keçê Sarwîn Nûbidar bû û xwendekara zanîngeha Işik bû li Hewlêrê.
Sarwîn ne yekem keç e ku li başûrê Kurdistanê xwe dişewitîne/tê şewitandin. Bi her halî ya divê were zanîn ew e ku bavê wê nehatiye girtin, û tu lêpirsîna fermî nehatiye destpêkirin. Bi vê ya ku dixwazim bibêjim ew e ku bi guherînên sere sere, gelek tişt naguherin heta dibin adet. (Xwe)Şewitandina jinên ciwan bûye yek ji van adetan ku ji bilî qirkirina jinê ne tiştekî din e. Sedema vê yekê ya darî çav jî ew diyar e ku partiyên desthilatdar ên li başûrê Kurdistanê ji bo ku desteka eşîran ji dest nedin, naxwazin di vî warî de gavan biavêjin.
Ha serekên van partiyên başûr timî wan mîrên di serpêhatiyan de tînin bîra min. Ew ên ku nikarin, naxwazin kesên xwe spartin wan biparêzin û heta bextê xwe xira bikin û xiyanetê li wan bikin. Li Şengalê xefleteke gelekî mezin a siyaseta PDK’ê bû sedem ku Civaka Êzîdî bi ferman 74’an re rû bi rû bimîne. Li şûna vê şermê ji holê rake, niha eşkere gefê li wan penaberên Êzîdî yên xwe avêtin bextê we dixwe da ku li dijî PKK’ê bin. Dek û dolaban digerîne da ku gerîlayên HPG’ê û heta hêzên Şengalî yên mîna YBŞ û YJŞ’ê li Şengalê wekî ne rewa nîşan bide. Vê jî, bi rastî, bi aqlê wan mîr û began dike ku êdî di dîroka rabihuriya Kurdistanê de definkirî ne. Bêbextî, gotina derew û neweyiyan karên sereke yên vê siyasetê ne, û va ye em van dibînin. Lê vê carê keç û xortên Şengalê destevala nîn in, wê ne PDK careke din wan bê parastin bike, ne jî Tirkiye û hêzeke din wê karibe bi hêsanî Şengalê bide ber qirkirinan. Bîra vî miletî bêbextiyên wisa ji bîr nekirine. Tirsa ji Şengalê ew e ku hinek rojekê bên Hewlêrê û li heqê Sarwînê bipirsin, hesab ji kujerê wê bipirsin, hesab ji wê sîstemê bipirsin ku (xwe)şewitandina keç û jinan li başûrê Kurdistanê kiriye adet.
guldive@yahoo.fr
29.12.2016. Yenî Ozgur Polîtîka