logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Xwîndarê....!

Dirûvên matbûnê di kolana geş de digindirîn ta ji pirsa ku destê xwe mîna qamçîbazekî ereb xistiye qirika min de birevin

  • Dîrok: 20/03/2009
  • Beş: Serbest

 

Qadir Egîd

nameyek ji buhiştê

Dirûvên matbûnê di kolana geş de digindirîn ta ji pirsa ku destê xwe mîna qamçîbazekî ereb xistiye qirika min de birevin:
Keko.. Tê min wekî van zarokan di cejna Newrozê de li kolînka xwe bikî û li kolanan bigerînî…?  Wê tu kes xelatan li me bigerîne?
Tê agirê Newrozê geş bikî û ez ê cilên rengîn li bejna xwe bikim; em ê jî wekî wan li dora agirê xwe herin û werin û govendê ji stêr, çivîk û dilhejaran re li ser avê bigerînin..!
Di wê şeva berfîn de, destê birakê min ê şeş salî di nav destê min de bû û me li kolanên Qamişlokê temaşeya cejna sersala Filehên ku zelalbûna dengê defên wan ên ku gurmegurma guleyan û fîzefîze seyareyên barkirina birîndaran  di ber re nedihat dikir… Dema ku behsa Newroza me dibû wekî ku hinek destê xwe deynin ser dilê min,  xwêdan pê diket û teng dibû; di dilê xwe de dikeliya û digriya…
Piştî em têr westiyan, min berfa ku porê te yê zer nixumandibû paqij dikir û berê xwe dida malê. Bi rê de, gelek caran te xwe bi destê min ve dadilqand ta ku bersiva pirsa ku dengê wê hê li min zelal nebûye bidim, ez ji xewna xwe hişyar dibûm û bê ku ez mebesta te nas bikim min serê xwe bi lêguhdariyek derewîn dihejand.
Min dilê te nehişt…. Êvara Newroza me şal û şapê ku noqa nazik zeft kiribûn, bêvîn tiliyên her kesî bi ber xwe ve dileqand û çepkên wan gur dikirin. Her gav te pirsa xwe dubare dikir: wê kengî xelatên me werin. Min jî xwe nebihîstî dikir û destmala kesk û sor di serê govendê de bilindtir dikir.
……. Û xelata çavên te li hêviyê qerimî bûn hat.
Çepk sist bûn, ava çavan şelû bû, bêhna biharê çikiya...
Dengê xirecirê, qêrînê, tiving û guleyan hat…
Pif çira şahiyê kirin. Termê jiyanê li erdê rast kirin... Lîrelîra dayikan binax kirin... Û qîre qîra te bi esmanan xistin...
Qêrînên te li ser sînga min agirê Newrozê di dilê min de gur dike...Hêstirên te yên germ ku tev li xwîna min dibûn hêz didan min ta bi dev û diranan jiyanê zeft bikim, ez nizanim ew hêstir jî ên te bûn yan ên heyvê bûn!... Bihna destê te yê ku di xwîna min de avjenî kir  û te mîna mezinan di nav porê min de dibir û dianî roja sersala filehan di mejiyê min de tev dida.. . Min ew bêhn dikirin, bêhna biharê, dê, heval, Newroz û jiyanê jê difûriya... Dêmên roja sersala filehan  ji berfê sor bûbûn di sersala me de ji xwîna min sor bûne.
Û xelata te dayê.....!
Wê kî sibeha Newrozê xelata te bi giyanê xwe bipêçe û destê te ramûse. Nebêje kurê min vê salê min xelat nekir. Rast e min êvara Newrozê - ne wekî her sal sibeha wê -  te xelat kir, lê min xelata îsal ji te re bi dara miradan ve ya ku qurma wê  li erdê û şaxên wê li esman şîn tên daliqandiye. Wê ev xelat  cihê xwe di jiyana te û her kesî de bigre.
Dayê, sibeha Newrozê gelekî li hêviya min nemînin, wê çavên we biqerimin û ez nayêm, ji ber ku ez ji êvara wê de li nav gul û çîçekan li hêviya we me. Min û her du Mihemedên cêwiyên xwe giyanên xwe li ser serê hemû kurdan raxistiye ta ku Newroza xwe bi dilşadî biqedînin.
Dibêjin pêxemberê me di meha Avdarê de cîhan ronî daye. Me jî di meha avdarê de cîhan ronî da. Pêxemberê me bi hatina xwe û me jî bi çûna xwe. Her ku şehîdek ji me dikeve, rewanê wî li esman dalqandî dimîne ta ku jiyana we geş û xweş bike. Hemû Mihemedên Kurdan di meha avdarê bar kirine. Mele Mustefayê Berzanî – yê ku navê wî jî navekî Muhemed e - di destpêka avdarê de barkir, Qazî Mihemed di dawiya wê de, û di ortê de bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo. Di 12 Adarê de sê Mihemed hebûn û di 20'ê adarê de sê Mihemed hebûn.....
Nizanim wê vê adarê Mihemedin dî hebin yan na!
Her sê Mihemed
Buhişta Xwedê

mamostakurd@hotmail.com

***

Nivîsên din ên Qadir Egîd ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ez Heft Salî... Heft Êşî Bûm...!

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diyarbekirspor dev ji biryara xwe berda

ad

Sempozyûmê 'Ziwanê dayike de perwerde' virazêno

ad

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

ad

Rewşenbîrên rojhilata Kurdistanê serkeftina Blok pîroz kirin

ad

Leqata li dû "Leqat"ê

ad

Kralîçe Elizabeth yekemîn car tiştek wisa kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname