logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji bo zimanê kurdî em dîsa dadikevin qadan

Berdevkê Demê yê TZP-Kurdî Qahir Bateyî, diyar kir ku ji bo zimanê kurdî ewê derkevin qadan.

  • Dîrok: 04/09/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Erdogan Altan

Berdevkê Demê yê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî) Qahir Bateyî, diyar kir ku di konferansa zimanê kurdî ya 2 roj dom kir de ji bo astengî û asîmîlekirina zimanê kurdî re bêjin êdî bes e, bang li gelê kurd kirine da ku ji bo xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin.
Bateyî, rêzeçalakiyên xwe yên der barê zimanê kurdî de ku wê li gelek bajêr û navçeyên herêmê pêk bên, eşkere kir û got: "Wê mîtînga mezin a yekem, li bajarê Êlihê di bin navê daxwaza mafê perwerdehiya zimanê kurdî de bê lidarxistin."

Ji hêla TZP-Kurdî ve, di konferansa 27-28'ê tebaxê de hate lidarxistin de, biryara 'wê li gelek bajêr û navçeyên li herêmê rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina astengî û asîmilasyona li hemberî zimanê kurdî bêne lidarxistin' derket. Wê di mitîng û meşan de rakirina astengî û asîmileya li ser zimanê kurdî, bê xwestin. Der barê mijarê de Berdevkê Demê yê TZP-Kurdî Qahir Bateyî agahî da DÎHA'yê.

'Zimanê kurdî ji hezar salan û vir de xwedî wêjeyeke nivîskî ye'

Bateyî, diyar kir ku gelê kurd bi hezaran sal e li ser axa Mezrabotanê dijî û li ser vê axê avakarî û çavdêriya gelek şaristaniyan kiriye. Bateyî da zanîn ku çawa ku gelê kurd xwedî dîrokeke kevnar e, wisa jî xwedî ziman û çandeke dewlemend e. Bateyî, wiha got: "Zimanê kurdî yê dewlemend, ji hezar salî vir de xwediyê wêjeyeke nivîskî ye. Ji Baba Tahirê Hemedanî heta Ehmedê Xanî, ji Evdila Goran heta Cegerxwîn bi sedan kesên wêjekar bi vî zimanî berhem dane. Îro jî digel hemû astengî û tengasiyan her sal bi dehan berhem bi vî zimanê xweşik têne nivîsandin." Bateyî, destnîşan kir ku heçî wêjeya devkî ya kurdî ye, di qada cîhanê de xwedî nav û deng e û anî ziman ku ji kilamên dengbêjan heta dûrikên dawetan, ji çîrokan heta meselok, biwêj û gotinên pêşiyên zimanê kurdî xwediyê gencîneyeke xurt a berhemên zargotinî ye. Bateyî, derbirî ku ji bilî wan, zimanê kurdî heta îro bûye çavkaniya bi sedan destanên nemir û wiha pê de çû: " Destanên mîna Kela Dimdimê, Xecê û Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan û Binevşa Narîn, Zembîlfiroş û gelekên din bi vî zimanê şirîn hatine vegotin."

'Gelekî ewqas mezin ji hemû mafên çandî û zimanî bêpar maye'


Bateyî, balkişand ser astengî û asîmîlekirina zimanê kurdî û wiha anî ziman: "Zimanê kurdî li Tirkiyeyê zimanê 15-20 milyon kesan e. Girseyeke ev qas mezin ji ber polîtîkayên înkar û bişavtinê yên komara nedemokratîk, ji hemû mafên çandî û zimanî bêpar maye. Vê yekê zirareke mezin daye ziman û çanda kurdî. Ligel vê yekê jî gelê kurd ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe li ber xwe daye, bi derfetên xwe zimanê xwe parastiye û heta îro aniye.Wekî her gelekî mafê gelê kurd jî heye ku ziman û çanda xwe biparêze û bibe xwediyê mafê perwerdehiyê. Gelê kurd wekî gelê tirk hemû şertên hemwelatiya Tirkiyeyê pêk tîne, lê belê wekî gelê tirk ne xwedî maf û azadî ye. Komara Tirkiyeyê wekî gelek dewletên destpêka sedsala 20’an wekî netewe-dewletekê ava bû, armanca sereke ya avakarên wê, afirandina neteweyeke homojen bû. Zîhniyeta wê sedsalê ev rê nîşanî neteweyên serdest dida. Di wê demê de ziman û çandên cuda li ber armanca sereke ya netewe-dewletan wekî asteng dihatin dîtin, lewre jî xebat ji bo pişaftina wan dihat kirin. Li gorî zîhniyeta wê demê ne mimkûn bû du ziman bi hev re bijîn. Lê ew dem û dewran derbas bû. Mirovahiyê ew qonax li pey xwe hişt. Dem dema pirçandî û pirzimanî ye. Pirzimanî êdî wekî dewlemendî tê nirxandin. Her wiha di hiqûqa navneteweyî de asîmîlasyon jî êdî wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê dîtin. Lê mixabin rayedarên Tirkiyeyê hê jî li gorî zîhniyeta destpêka sedsala 20’an tevdigerin û dixwazin polîtîkayên wê serdemê di dema me ya îro de bidomînin. Divê were fêmkirin ku êdî tiştekî wiha ne pêkan e, mercên cîhanê êdî destûrê nadin domandina polîtîkayên bi vî rengî, her wiha gelê kurd jî êdî bi her awayî hişyar bûye û van polîtîkayan li ser xwe qebûl nake. Êdî dem hatiye ku rayedarên Tirkiyeyê dev ji van polîtîkayên kevneperest berdin û ziman û nasnameya kurdî qebûl bikin."

'Di sedsala 21’ê de qedexekirina zimanekî sûcek li dijî mirovahiyê ye'

Berdevkê Demê ya TZP-Kurdî Bateyî, balkişand ser daxwazên rakirina astengiyên li ser zimanê kurdî û diyar kir ku êdî tê zanîn ku tu ziman li hemberî zimanekî din ne asteng e. Bateyî, destnîşan kir ku zimanê kurdî jî li ber zimanê tirkî ne asteng e. Bateyî, got ku fermîkirina zimanê kurdî, nasîna zimanê kurdî tu zirarê nade zimanê tirkî û wiha got:" Berevajî vê yekê, zimanê kurdî çiqas bê parastin û pêşvebirin dê riya geşbûna zimanê tirkî jî vebe. Di sedsala 21’an de qedexekirina zimanekî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û karekî rûreşiyê ye. "

'Divê dewlet ji gelê kurd lêborîna xwe bixwaze'

Bateyî, ji bo astengiyên ser zimanê kurdî rabin van daxwazan ji dewletê kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka zimanê kurdî divê pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê modela herî baş modela Xweseriya Demokratîk e. Ev model destûrê dide ku her kom li gorî pêdiviyên xwe pergala xwe ava bike û çand û zimanê xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Divê dewlet zimanê kurdî bi awayekî fermî bipejirîne, têxe bin ewlehiya zagona bingehîn. Di makeqanûnê de zimanê kurdî wekî kelepor û dewlemendiya vê xakê were dîtin. Her wiha parastin û pêşvebirina zimanê kurdî jî wekî peywireke dewletê were destnîşankirin. Divê zimanê kurdî ji kireşan bigre heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo pêkanîna van tevan jî divê ku dewlet ji ber asîmîlasyona ku li ser ziman û çanda kurdî kiriye, lêborînê ji gelê kurd bixwaze û ji bo ku texrîbatên li ser zimanê kurdî çêbûne rast bibin, ji bo demekê cudahiya pozîtîf ji bo zimanê kurdî bike. Divê navên wargehên kurdan ên ku hatine guhertin, wek reseniya wan bên pejirandin û di qada fermî de bi vî awayî bên bikaranîn. Divê astengiyên li ber îbadeta bi kurdî, bên rakirin."

'Mitînga mezin a ji bo zimanê kurdî wê li Êlihê pêk were'

Bateyî, rêzeçalakiyên xwe yên wê ji bo kurdî bêne lidarxistin jî aşkera kir. Li gor vê yekê mitînga yekem a daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî, wê li bajarê Êlihê pêk were. Bateyî, ji bo beşdarbûna li van rêzeçalakiyan jî bang li hemû kurdan kir. Bateyî got ku ji bo li dijî asîmilekirina zimanê kurdî çalakiyên wan xurt bibe, divê herkes beşdar bibe. Bateyî, van çalakiyan jî wiha rêz kir: "

8 Rezber: Dê li navçeyên wekî Bazîd, Gever, Kop, Nisêbîn, Misircê, Silopiyê meşên girseyî bêne lidarxistin.

10 Rezber: Roja çarşemê ji bo daxwaza mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dê li Batmanê mitîngek girseyî bê lidarxistin.

14 Rezber: Hefteya yekem a piştî vebûna dibistanan (Yekşem) li Bîsmîl, Gimgim û Wêranşarê dê meşên girseyî bêne lidarxistin û li Îzmîrê jî daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.

21 Rezber: Li Qoser, Farqîn, Pirsûs û Cizîrê dê meşên girseyî bêne lidarxistin.
22 Îlon: Li Wan, Nisêbîn, Sêrt, Agirî û li Edeneyê dê meşên girseyî bêne lidarxistin.

25 Rezber: Roja pêncşemê dê li Amed, Mêrsîn, Tetwan, Milazgir, Îdir û Qersê meşên girseyî bêne lidarxistin.

Bi awayekî girseyî li kolanan dersên kurdî dê bêne dayîn.

Cihên ku ev çalakî wê lê çêbin:

Hefteya 1'emîn Roja Çarşemê: Gever, Şemzînan, Colemêrg, Wan, Bazîd, Qers, Îdir, Muş, Kop, Gimgim, Bedlîs, Tetwan.

Hefteya 2'yemîn, Roja Çarşemê: Qoser, Nisêbîn, Şermex, Dêrik, Cizîr, Silopî, Şirnex, Hezex, Misirc, Sêrt, Edene, Mêrsîn, Semsûr û Dîlok.

Hefteya 3'yemî, Roja Çarşemê: Êlih, Hezo, Qobînê, Kercews, Amed, Bismil, Farqîn, Erxen, Lice.

Hefteya 4'emîn, Roja Çarşemê: Riha, Sûrûc, Wêranşar, Serêkaniyê, Hilvan, Siwêrek, Xelfetî, Dêrsim, Çewlik, Depe.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malikî dixwaze dîsa Kerkûk bi Bexdayê ve bê girêdan

ad

Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne

ad

Demîrtaşî çi got, wan çi nivîsî?

ad

'Nasnamey Neteweyî û Kurd' bi soranî çap bû

ad

Hejmara pirtûkên hatine çapkirin kêmbûye

ad

Klîba Hefteyê: Kelemce û Xalo

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname