Diyarname
Li Cetral Park a New Yorka DYA'yê ev 160 sal in fayton têne bikaranîn. Meclisa Şaredariya New Yorkê biryar girt ku van faytonan qedexe bike. Faytonkar dijî vê biryarê ne.
CIWANEK 18 SALÎ MIRIBÛ
Li ser vê meseleyê di People'yê de wisa hatiye gotin, "Meclisa Şaredariya New Yorkê 22'yê mehê biryar girt ku van faytonan qedexe bike. Ger Şaredar Zohran Mamdani biryarê îmze bike, heta pûşpera 2028'an bi temamî ev dê bêne qedexekirin. Navê 'Zagona Romanch' lê kirine, ji ber ku di pûşpera 2026'an de ji ber vek ciwanek 18 salî bi navê Romanch Mahaja miribû. Li gor biryarê ji bo hesp di nav mercên baş de bêne malnişînkirin û li cihên wan ên nû bêne bi cih kirin, du sal dane pêşiya xwe."
Yek ji bajariyên New Yorkê gotiye, "Fayton berî otomobîlan parçeyek bajarê New Yorkê Bûn; lê bajarê me gelek guherî."
'Di 13 MEHAN DE 7 BÛYER ÇÊBÛN'
Saziya bi navê Central Park Conservancy ku Central Parkê bêyî kar bike bi rê ve dibe ji bo BBC'ê gotiye, "Ji ber hespan tenê di 13 mehan de 7 bûyer çêbûne."
Ew dibêjin di meha gulanê de hepsek tirsiya ye, loma fayton li faytonek din ketiye, ajokar li erdê rekitey rakirine nexweşxaneyê. Di meha rêbendamê de hespek din bi navê Destiny nêzî parkê ketiye trafîkê bûye sedem ku gelek erebe li hev kevin.
'HESP SEWALÊN BARHILGIRTINÊ NE'
Jinek bi navê Lawson ku li vir 6 hespên wê hene dijî biryarê derdikeve û dibêje, "Li New Yorkê kontrolek giran li ser faytonan hene. Hespt ji vê tevgerê hez dikin.
Lawsonê li ser rayedarên biryarê diparêzin jî gotiye, "Dema li sewalek hefsar pê ve ye dinêrin dibêjin qey ew sewal dîl hatiye girtin. Lê na. Hesp jixwe di xwezaya wan de heye, sewalên barkirinê û xebatê ne."
Medet Fidan ê ku ev 12 sal in ajokariya faytonê dike dijî biryarê derketiye û dibêje, "Ez ji jin û zarokên xwe zêdetir ligel hespê xwe demê derbas dikim. Çawa dikare bêjin li hemberî hespî kirinên min ên xirab hene. Qetiyen! Bêyî guh bidin min karê min ji destê min digirin, malbata min û debara me xira dikin."
'JI ALIYÊ ABORÎ VE FAYTONKAR DÊ TÊK HERIN'
Berdevkek Şaredar Zohran Mamdani gotiye, "Ofîsa şaredarî ji bo ku bo faytonkaran karek din bibîne dixebite. Li gor ajokarên faytonan ku li Meclisa Şaredarî axivîne, ew salane dor 60 heta heta 70 hezar dolarî pere kar dikin."
Berevajî vê sSendîkaya Xebatkarên Ragihandinê (Transport Workers Union) jî gotiye ku di zagonê de ji bo tazmînata xebatkaran û tştek din bi vî rengî nîn e û ev lê zêde kirine, "Ji aliyê aborî ve faytonkar dê têk herin."
HIN AGAHIYÊN ÎSTATÎSTÎKÎ
- Li Central Parkê 200 fayton hene.
- 160 sal in li vir fayton hene.
- Ji sala 1982'yan heta niha 40 hespên ku li vê herêmê dixebitiyan telef bûne.
- Heta niha gelek caran sewalparêzan xwestiye fayton bêne qedexekirin lê heta niha endamên meclisê û sendîka dij derketibûn. Niha biryar hat girtin.
- Ger şaredar biryarê erê bike, dema wan heta pûşpera 2028'an de.
MÎNAKA ADALARA STENBOLÊ
Li Adalara Stenbolê jî fayton hebû, roja 16'ê rêbendana 2020'î de Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) biryar da faytonan betal bike. Li gor vê 277 faytonên qeydkirî ji aliyê ÎBB'ê hatin kirîn, serê plakayê 300 hezar TL da wan, serê hespê jî 4 hezar TL. Di pûşpera 2020'î de şaredarî ji dêvla van, ji bo ragihandinê erebeyên bi elektrîk xistin giravê.


