30 sal berê pêþbaziya ji bo Serokatiya Stenbolê*
Osman OZÇELÎK
Newroza Stenbolê ya 1991an, bi îhtîþama xwe li nav hemû kurdan deng vedabû. Bi Newrozê re deriyê qonaxaxeke nû li ber HEPê vebûbû.
Siyaseta kurdan a radîkal, dê têkoþîna legal a demokratîk ji nû ve binirxanda, dê bi nêrîneke nû nêzî HEPê bibûya. Li gor siyaseta radîkal, bi marîfeta Serokkomar Turgut Özal, dewletê wek alternatîfekê HEP ava kiribû. Dewletê dikarî HEP, li hember tevgera radîkal bikar bianiya. Naxwe diviya dest biavêtina vê tevgerê ku tevger ji bandora dewletê bihata rizgarkirin.
Kongreya yekemîn a Stenbolê nêzîk dibû. Di alîkî de kadroyên kovara “Deng” ku wek derdora “Riya Azadî” dihatin naskirin; di alîkî de jî kadroyên rojnameya hefteyî ya “Yeni Ülke” (Welatê Nû) ku nêzî tevgera radîkal bû, dixwestin di rêveberiya Stenbolê de bi girani werin temsîlkirin.
Ji xebatkarên rojnameya “Yeni Ülke” Ýsmet Ateþ, bi hevpeyvîna xwe ya bi Öcalan re, ya ku di rojnameyê de weþandibû, navdar bûbû.
Di wan rojan de me navekî din nas kir. Cabbar Gezici. Cabbar, xwarziyê Ahmet Türk bû. Li gor gotina wî; li gundê Qesra Qenco þivantî dikir, dibistana seretayî ya gund qedandibû. Di pazdeh þazdeh saliya xwe de, bi þaþî ji ber keriyê pez hatiye desteserkirin, wek endamê PKK hatiye darizandin, heþt neh salan di hepsê de razaye, paþê hatiye berdan. Niha dixwaze siyaseta legal bike.
Paþê me ê fam bikira ku dewlet, bi navê Cabbar Gezici li mîlîtanekî din geriyaye, ji ber hemnav û paþnavê wî, ev Cabbar girtine.
Ýsmet Ateþ û Cabbar Gezici, bêyî rêveberiya me, ji bo serokatiya Stenbolê, navçe bi navçe li navekî radikal digerin ku di kongreyê de bidin pêþ. Bi giranî rêveber û endamên navçeyan dibêjin, “Heke Osman Özçelik ji nû ve bibe berendamê serokatiyê, em ê wî destek bikin, em tu kesên din qebûl nakin.”
Min bihîstibû ku gotiye, “Baþ e. Em ê paþê wî jî dayînin ser maseya emeliyatê” Lêgerîn û zordana wan bidome jî, bê encam dimîne. Hatin bi min re axifîn ku raya min fam bikin.
Ji tevger û lêgerînên van her du hevalan, gelek rêveber û endamên partiyê, dilnerihet, aciz bûbûn. Bi taybetî hevalên kurdên elewî û çepgir ku hejmara wan ne kêm bû, ditirsiyan ku partî bikeve bin kontrola tevgera radîkal. Ji niha de ew jî li rêyekê digeriyan, li derdora Ahmet Cihan civiyabûn.
Ahmet Cihan, birayê Süleyman Cihanê serokê duyemîn ê TKP/ML-TÝKKO bû. Süleyman Cihan jî, wek Ýbrahim Kaypakkaya yê avakarê TÝKKO bi îþkencê hatibû kuþtin. Bo wê, kurdên elewî û bi taybetî kurdên Dêrsimê, qedrê Ahmet Cihan digirtin.
Min ji hevalên radikal re gotibû, “Partiya me teze, ciwan e. Ne wexta dubendiyê ye. Em partiyeke legal a girseyî ne, pêwistiya me bi her cureyên civakê heye, tevgera we partiyê teng dike. Divê em bi A. Cihan û hevalên wî re rûnin, bi lîsteyeke hevgirtî kongreya xwe lidar bixin. Tirsa min ew e ku li Stenbolê em parçe bibin.”
Hewldanên min û yên hevalên derdora Riya Azadî, ya ji bo amadekirina lîsteyeka hevgirtî encam neda. Hevalên radîkal, bi tundî tevdigeriyan. Di wê baweriyê de bûn ku, kî ne bi wan re bin, bi dewletê re ne. Digotin, “Em besî xwe ne, kî diçe bila biçe…” Dengê wan diçû wan hevalên derdora A. Cihan û her diçû aciziya wan zêdetir dibû.
Bi eþkereyî diyar nekirina jî, hinek wekîlên me yên Stenbolê jî wek derdora A. Cihan difikirîn, ew jî ji hevalên radîkal aciz bûn.
Min bi Ahmet Cihan re çend hevdîtin kir. Min dît ku bi biryar in, dê bi lîsteyeke xweser beþdarî kongreyê bibin. “Em ne li hember serokatiya te ne, belê em nikarin bi wan hevalan re bimeþin” digot.
Êdî qenc zelal bûbû ku em ê ji hev veqetin. Nikarim bêjim ku ew ne welatparêz bûn, belê nasnava wan a yekem “çepgirî” bû. Nasnava min a sereke ne çepgirî, “welatparêzî” bû. Ez ê ne bi wan re bûma.
Pirtirên endamên me welatparêz bûn. Hevalên ku xwe radîkal nîþan didan, ji siyaseta legal dûr bûn.
Di kongreya yekem a 12 ê Gulana 1991an (Bahçelievler-Zafer Sinemasý) de du lîste derketin. Serokê lîsteyekê ez, serokê lîsteya din Ahmet Cihan bû.
Di Kongreyê de, çend hevalên me yên radikal (!) mîna fîlê ketibe nav bîstanê zebeþan, çi dihat ber wan dipeçiqandin. Bi qasî ku ez ji ber wan þerm bikim, tevdigeriyan. Li ser mîkrofona kursiyê, ne ajantî ne xayintiya berendamên lîsteya din, nedihîþtin. Ji rexneyên siyasî bêtir, dest bi gefxwarinan kiribûn. Dizanim gelek endamên ku dê dengê xwe bidana lîsteya me, ji ber vê helwestê, dengên xwe dan lîsteya A. Cihan.
Lîsteya me biser ket. Belê ji ber nezaniya siyasetê, partî bû du þeqan.
Lîsteya me wisa bû: Osman Özçelik, Ekrem Yýldýz, Ahmet Soner, Ferda Çetin, Selim Okçuoðlu, Adnan Þenol, Kemal Yüksel, Selahattin Çelik, Cabbar Gezici, Mahmut Özgür, Ýbrahim Gürbüz, Mahmut Can, Tekin Fýrat, Orhan Tural, Ömer Aþkara.
Di civîna yekemin de Cabbar Gezici, wek sekreter; Adnan Þenol jî wek hesabgêr hatin hilbijartin.
Em hatibûn hilbijartin, belê em ne dilþad bûn. Ji berendam û piþtgirên lîsteya A. Cihan, gelekan ji partiyê îstifa kirin. Ji wan hinek çûn SHPyê, hinek man serbixwe. Yên îstifa nekiribûn jî, têkiliyên xwe yên bi partiyê re cemidandin.
Cabbar ne wek sekreter, wek serokê partiyê tevdigeriya. Bêyî rêveberiyê; daxuyaniyên tûj dida çapemeniyê, li navçeyan civîn lidar dixist, bi endaman re pevdiçû. Li gor wî kî ne alîgirê “tevgera radîkal” bûya, bi ajantiyê tewanbar dikir, ji partiyê bidûr dixist. Li rexne û þiyarkirinên rêveberiya me guhdarî nedikir. Wisa dihesiband ku tenê ew û çend hevalên wî welatparêz, þoreþger bûn.
Kirêya avahiya me ya li Taksimê bi me giran dihat, pênc mehan me kirê nedabû. Naçar me li Beþiktaþê cihekî erzan kirê kir. (Xwediyê avahiya Taksimê, îcra danî ser dermanxaneya min. Di wê desttengiyê de, min di nava sê çar mehan de, ji kîsê xwe nêzî deh hezar dolar, da îcrayê.)
Hilbijartineke giþtî ya pêþwext dixuya. Ji bo bikaribe beþdarî hilbijartinê bibe, diviya Partiyê kongreya xwe lidar bixista. Ýsmet Ateþ û Cabbar Gezici bi çend hevalên xwe yên din re, dixwestin rêveberiya Navenda Partiyê jî bi dilê xwe saz bikin. Niha li Ankara di nav danûstandinan de bûn.
Beriya kongreya mezin a HEPê; Abdullah Baþtürk îstifa kiribû, xebatên amadekariya kongreya DÝSKê dimeþand. Baþtürk, dê ji nû ve bibûya serokê DÝSKê, dê bi rêya mahkemeyan mal û milkên sendîkayê, ku cûntaya Kenan Evren dest dabû ser, li sendîkayê vegeranda.
Cüneyt Canver jî îstifa kir. Cüneyt, parêzerekî jêhatî yê bi eslê xwe ereb bû, li Adana du caran li ser hev hatibû hilbijartin. Wekîlekî çalakvan ê kêrhatî yê Meclîsê bû. Dijî polîtîkayên Turgut Özal, qanûnên cûntayê û zilma leþker û waliyên dewletê muxalefeteke tund dikir, wek parêzvanekî mafê mirovan ji SHPyê îstîfa kiribû, bi me re dimeþiya.
Beriya Kongreya Mezin bi du rojan, di civîna Meclîsa Partiyê û serokbajaran de, “Rêya min a bi we re, ewqas!.. Li Adana bi piþtgiriya kurdan ez du caran hatim hilbijartin, ez deyndarê kurdan bûm. Bawer dikim min deynê xwe da… Heke hûn ê min rexne bikin, di vê civînê de min rexne bikin, rica min ji we ev e ku hûn ê li paþ min neaxifin,” got. Em hemî li ber îstifa wî ketibûn, me ew rexne nekir. Derket çû… Dê paþê beþdarî ANAPa Turgut Özal bibûya û piþtî sê salan di ciwaniya xwe de, alîjiyan bibûya.
Wekîlê me yê din Kenan Sönmez jî, bi hinceta ku Partî ji rêya xwe ya destpêkê derdikeve, bêdeng îstifa kir.
Navbera Serokê Giþtî Fehmi Iþýklar û Sekreterê Giþtî Ýbrahim Aksoy qet ne xweþ bû, ji hev hez nedikirin. Ý. Aksoy nêzî grûba Riya Azadî bû. Bi ya wî, kurdewariya F. Iþýklar ne jidil bû. Di pirtûka “DEP Depremi-Weþanên Doruk-1995” ya rojnamevan Osman Ölmez de, me ê bixwenda ku; beriya kuþtina Vedat Aydýn, rojekê Ý. Aksoy û Þerafettin Elçi li “Atatürk Orman Çiftliði” bi hev re xwarinê dixwin. Þerafettin gotiye, “Fehmi ajanê dewletê ye.” Tu nabêje, Ý. Aksoy di wê baweriyê de êrîþî F. Iþýklar dikir.
Bi rastî axaftinên F. Iþýklar ên kurdewar li gor min jî zêde tûj bûn. F. Iþýklar, rojekê ji Ankara telefon dabû min ku, dixwaze wek serokê Stenbolê bi min re sohbetekê bike. Li Çarþiya Beþiktaþ li meyxaneyeke masîpêj em hatin ba hevdu.
“Tu serokatiya min çawa dibînî? Dixwazim tu binirxînî û rexneyên te hebin, min rexne bikî,” gotibû. Min wisa bersîv dayê. “Baþqan, ez ji serokatiya te razî me, belê tu wek yekî karker, sendîkalîst, çepgir tê naskirin. Tu kurdî an na, ew jî nayê zanîn. Divê tu ne wek kurdekî, wek çepgirekî dostê kurdan tevbigerî, em kurd têra xwe henin, kurdîtiyê ji me re bihêle. Tu demokrat tevbigerî bes e, gelek kes bi guman li tevgera te ya kurdewar mêze dikin.” Bersîva min ketibû serê wî.
“Heta niha tu kesî wisa ez rexne nekiribûm, spas dikim… Çiqas tûj, tund biaxifim jî, zorê didin min ku, tûjtir biaxifim. Tu yekî aqlîselîm î, bo wê min xwest bi te re biaxifim,” got.
Piþtî ku hevalên me bi SHPyê re hatin hilbijartin, F. Iþýklar jî wek çend wekîlên me, li HEPê venegeriya. Di navberê de sih sal derbasbûn, min rojekê jî nebihîstiye ku F. Iþýklar li dijî têkoþîna azadiya gelê kurd û tevgera legal axifîye. Naxwe ajantiya wî ya dewletê, buxtaneke giran bû.
Ez û Vedat Aydýn jî di nav de, em wek lijneya amadekirina lîsteya Meclîsa Partiyê hatibûn
peywirdarkirin. Kongreya mezin, di 8 û 9 ê meha pûþperê de lidar ket. Kongre, roja ewil bi coþ derbas bûbû. Belê hejmara beþdaran ne bi qasî hêviyên me bû. Êvara roja yekemîn em (Meclisa Partiyê û serokbajar) li ser lîsteyê û amadekariyên roja duyemîn diaxifîn. Ý. Aksoy dîsa dev diavêt F. Iþýklar. Civîn qediyabû, em li ber belavbûnê bûn. Ýbrahim Aksoy mafê axaftinê girt.
“Serokê Giþtî ji min re gotibû, ‘serokê Stenbolê di Newrozê de 70 milyon perê partiyê dizî, we rabû ji nû ve dizek wek serok hilbijart.’ Niha jî pesnê wî hevalê dide,” got.
Em hemî þaþwaz bûbûn. Di rojeva me de nirxandina Newrozê tune bû, çima tiþtekî wisa digot, me fam nekiribû. Xwêdanê di derza piþta min de avêtibû. Bi xwînsarî li benda bersîva F. Iþýklar mabûm.
Iþýklar, “Naxwazim bêjim tu derewan dikî, belê nayê bîra min ku min tiþtekî wisa gotiye. Heke min tiþtekî wisa gotibûya, diviya we di cih de îtiraz bikira. Fikreke min a wisa hebûya, min ê li vir jî bigota. Ez jî, hevalên me hemû jî dizanin ku hevalê Osman di Newrozê de wek hemalan xebitî,” got. Xuyabû nedixwest vê polemîkê dirêj bike. Civîn qedand.
Ez pir êþiyabûm. Ji Serokê Giþtî û Sekreterê Giþtî yekî derew dikir. Diviya rastî derketa holê. Kê rast digot? Min ji Fehmî Iþýklar bawer kiribû, belê min bersîva wî têrker nedîtibû. Min hêvî dikir ku bersîveke hiþktir bide. Heke fikreke wî ya wisa hebûya, çima dê piþtî Newrozê jî gelek caran pesnê min bida, fikrên xwe bi min re parve bikira. Niha jî di lijneya amadekirina lîsteya Meclîsa Partiyê de cih dabû min.
Di vê rewþê de, serokatiya Stenbolê nedihat domandin. Roja din min daxwaznameya îstifayê da serokê Dîwana Kongreyê. Min gotibû, “Ji ber þerd û mercên ku ez bi Serokê Giþtî yê partiya me re, di nav ahengekê de bixebitim nemaye, ji serokatiya Stenbolê îstifa dikim. Endamtiya min a partiyê didome.”
Serokê Dîwanê Ýsmail Hakký Önal got, “Dê daxwaznameya te were nirxandin.”
Di civîna rêveberiya Stenbolê de, ji min hat xwestin ku ez îstifa xwe þûnde bistînim. Biryara min teqez bû, min nikarî ev sûcbarî qebûl bikira. Heta dizê pereyên me yên Newrozê, ku Navenda Partiyê bûyer bincil kiribû, nehata dîtin, ez li kar venedigeriyam. Min ê rê neda sekreter û serokê partiyê ku navê min bikin mijara nakokiyên xwe. Diviya derewa yekî derketa holê û lêborîna xwe ji min bixwestina. Min çentê xwe hilda û ji partiyê derketim.
Her rojê rêveberiya navçeyekê dihatin mala min ku ez li partiyê vegerim. “Em dizanin neheqî li te hatiye, em ji te piþtrast û razî ne, vegere,” digotin. Min ji ber israrên endam û rêveberan nekir der, Stenbol terikand, bi malbatî çûm havîngeha nasekî xwe.
Li havîngehê min bihîst ku Vedat Aydýn hatiye kuþtin. Dewletê serokê Amedê kuþtibû. Diviya me nakokiyên navxweyî bida alîkî, diviya me bertek nîþan bida, partî bêxwedî nehiþta. Di heman rojê de min zarokên xwe ji bahrê berhev kir, vegeriyam Stenbolê, çûm partiyê. Bi vegera min re hevalên me kêfxweþ bûbûn.
Cenazeyê Vedat Aydýn bi dehan hezar kesan dihat rakirin, Amed bûbû qada serhildanê. Dewletê êrîþî girseyê kir. 11 kes hatin kuþtin, hejmara birîndaran û wendayiyan nedihat zanîn. Nexweþxaneya Amedê bi birîndaran ve dagirtîbû. Otobusa partiyê “EMEK-1” bi guleyên “Tîmên Taybet” ên bi rûpûþ, bûbû wek seradê. Dîsa jî girseyê bi berxwedaneke mezin xwedîtî li cenaze kiribû, cenaze li Goristana Derê Mêrdîn hatibû veþartin.
Hilbijartinên Tevahî nêz dibû. Navenda Partiyê biryar dabû ku bi kadroya yekalî ya Stenbolê em ê nikaribin biser bikevin. Ýsmail Hakký Önal (Sekreterê Giþtî yê nû) bi rêveberiya me, bi kadroyên xeyidî yên ku têkiliyên xwe cemidandibûn û bi rêveberiya navçeyan re, rêzecivîn lidar xistibû. Di civîna rêveber û qadroyan de biryar hat dayîn ku rêveberiya me îstifa bike ku Navenda Partiyê lîsteyeke pirrengî û pirdengî ya nû peywirdar bike. Rêveberiya nû dê dest bi amadekirina kongreyên navçeyan bikira.
Di civîna berfireh a 9 ê Tebaxa 1991an de, bi yekdengî serokatiya min hat qebûlkirin. Derveyî min, rêveberiya nû bi hilbijartineke navxweyî saz bû. Heft navên nû; Ömer Faruk Kurt, Mustafa Aslan, Zeki Aktaþ, Hatice Delice, Emine Ekerci, Leyla Yaþar, Davut Týmar û heft navên berê; Kemal Yüksel, Selahattin Çelik, Selim Okçuoðlu, Ahmet Soner, Cabbar Gezici, Ýbrahim Gürbüz, Mahmut Özgür di rêveberiyê de cih girtin. Navenda Partiyê listeya me pesend kir û bi fermî em hatin peywirdarkirin.
Li gor ku ez ji nûve hatibûm peywirdarkirin, îdiaya Ýbrahim Aksoy vala derketibû. Min bawer kir ku ya rast Fehmi Iþýklar gotibû.
Li þûna Cabbar Gezici me Zeki Aktaþ wek sekreter hilbijartibû. Belê Cabbar hîna wek serokê bajêr tevdigeriya, ferman dida endam û rêveberan, daxuyanî dida çapemeniyê.
Serokkomar Turgut Özal û Serokwezîr Mesut Yýlmaz biryara hilbijartina giþtî ya pêþwext dabûn. Dê hilbijartin di roja 27 ê Cotmehê de bûya. Turgut Özal fam kiribû ku li gor wê rojê dê HEP bikaribe beþdarî hilbijartinê bibe, roja hilbijartinê guhert, hefteyekê bi pêþ de anî ku li gor wê rojê rêxistinbûna HEPê temam nebûbû. (Bi qasî ku tê bîra min, lîsteyên du beldeyên Þernexê dereng gihîþtibûn ber destê serdozgeriya komarê) Di nav wekîlan de panîkek peyda bûbû, hemûyan dixwestin ji nû ve werin hilbijartin.
Partiyê bi tevahî nîqaþa “berendamên serbixwe” dikir. Hat bihîstin ku Ahmet Türk û Adnan Ekmen bêyî biryara partiyê, bi SHPyê re ketine nav têkiliyan; bi Hikmet Çetin û Fikri Saðlar re, hevdîtinan dikin. Gotine, “HEP biser neket, em dixwazin vegerin SHPyê, em ê li hêlîna xwe vegerin.” SHPyiyan ev pêþniyaz ji Erdal Ýnönü re gotine. Ýnönü pir kêfxweþ bûye, gotiye em dikarin pênc þeþ wekîltiyan bidin wan.
Fehmi Iþýklar ji van bazariyan agahdar bûye. Bi qebûlkirina hevkariya SHPyê ew jî kêfxweþ bûye, belê gotiye hûn nizanin bazariyan bikin, ew jî beþdarî civînên bazariyên bi SHPyê re bûye, huner û tecrubeya xwe ya sendîka DÝSKê bikar aniye. Ýnönü tê razîkirin ku di lîsteyên xwe de cih bide çil pêncî endamên HEPê.
Mijar, di Meclîsa HEPê de hat nîqaþkirin. Ýbrahim Aksoy û hevalên xwe ev bazari bi tundî rexne dikirin, berendamtiyên serbixwe diparastin. Kesên ku dixwestin partî, bi RP (Refah Partisi) re bikeve hilbijartinê jî hebûn, belê RP red kiribû.
Meclîsa Partiyê weha biryar da: 1- Dê HEP, bi lîsteyên SHP yê beþdarî hilbijartinan bibe. 2- HEP di tesbîta berendamên xwe de, azad e. 3- HEP xwe fesix nake, bi SHPyê re hevkariya (îtifaq) hilbijartinê dike. 4- piþtî hilbijartinê dê wekîlên HEPê li partiya xwe vegerin. 5- Zübeyir Aydar, Sýrrý Sakýk, Ahmet Türk, Adnan Ekmen û Feridun Yazar wek lijneya danûstendinên bi SHPyê re, hatin diyarkirin.
Lijneyê biryarên HEPê birin SHP yê. SHP þoq bûbû. E. Ýnönü gotibû, “Soza me ne weha bû, we ê partî fesix bikira û li mala xwe vegeriyana, we em xapandin.” Ýnönü bi þanazî meseleya îtifaqa bi HEPê re ji raya giþtî re eþkere kiribû, niha di tengasiyê de hatibû zevtkirin, êdî nikarî þûnde gav biavêta jî. SHPyê lijneya HEPê red kir. Partiyê îcazet da F. Iþýklar ku bi tena serê xwe hevdîtinan bidomîne.
SHPyê tenê li bajarên Kurdistanê cih da 31 endamên HEPê. Ji wan jî 21 kes hatin hilbijartin. Ýbrahim Aksoy û hevalên xwe serbixwe beþdarî hilbijartinan bûn, belê biser neketin.
Bûyerên Meclîsê û têkiliyên bi SHPyê re, tê zanîn, ez ê behsa wan nekim.
Piþtî hilbijartinê, di kongreya duyemîn a navendê (15.12.1991) de Feridun Yazar wek Serokê Giþtî hat hilbijartin. Navenda Partiyê biryar dabû ku kongreyên bajaran werin nûkirin. Li Stenbolê jî amadekariyên kongreya derasayî destpê kiribû. Rêveber û endaman dixwestin ez serokatiya bajêr bidomînim, min qebûl nedikir. Ji bo min îkna bike Serokê Giþtî yê nû Feridun Yazar, hat Stenbolê.
“Ez jî, hevalên me yên navendê jî dixwazin tu serokatiya Stenbolê bidomînî, tu nikarî xwe ji ber bar bidî alî,” got.
Ez bi biryar bûm, min got, “Divê Cabbar Gezici bibe serokê bajêr.”
“Ew nikare bike… Ew jî dixwaze tu bibî serok.”
“Çima nikare? Xwe wek serokê partiyê dibîne û wisa tevdigere. Þiyarkirinên me pere nake. Dixwaze ez di vîtrînê de bim û ew serokatiye bike… Ez ne yê vîtrînê me. Dizanim roja ku dilê wî û hevalên wî bixwaze dikarin min ji serokatiyê daxin. Ya xwezayî Cabbar bibe serokê bajêr.”
“Em ê wî þiyar bikin.”
“Fêde nake. Piþta wî heye, ew bi wê piþta xwe bawer e. Diyar e ku wisa tê xwestin, kirinên wî di cih de tê dîtin.”
Di kongreyê de ez nebûm berendam. Lîsteyeke bi dilê Cabbar hat hilbijartin. Felemez Baþboða bu serokê Stenbolê.
Piþtî çend mehan Cabbar diçe pera ji karsazekî Stenbolê dixwaze, karsaz wî îxbar dike, Cabbar li ser sûc tê girtin, wî diþînin hepsa Tekirdað. Di hepsê de Cabbarê me yê radîkal bû îtirafkar. Nêzî þêst navan dide dewletê ku ew nêzî rêxistina radîkal in.
Cabbar tavilê hat berdan. Di demeke kurt de, çû Almanya. Navên ku wî dabûn hemû bi tawanbariya terorîzmê hatin darizandin.
Dema Dadgeha Kanûna Bingehîn (Anayasa Mahkemesi) di 14 ê Tîrmeha 1993an de biryara girtina HEPê da, li gel hinek sedemên din, cih dabû îfadeyên Cabbar jî.
Ji malpera Nûpelê hatiye girtin
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev wekî beþa çaremîn a "Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê" ye. Sernav me guhart. Ev beþ roja 31'ê tirmêhê hatiye weþandin. Her sê beþên din ev in: Vane her du beþên din:
- Newroza 1991'ê a Stenbolê û windabûna pereyan