Metnên ewilî yên kirmanckî
Rêdûr Dîjle
Heta salên 1930'î gelek xebatên di warê folklora kurdî de, ji aliyê biyaniyan ve hatine kirin. Nexasim jî ji welatên Ewropayê gelek lêkoleran berê xwe daye Kurdistanê û der barê bingehê wê yê civakî de bi rêya gel, ÅŸêx û meleyan gelek keresteyên folklorîk tomar kirine û li muzeyên welatên xwe bi cih kirine. Yek ji van lêkoleran jî Peter J. A. Lerch e ku di sedsala 19’an de di warê Kurdolojiyê de xebatên akademîk û zanyarî kirine.
Di salên 1850’yî de, di dema Herba Qirimê de (1853-1856) di navbera Împaratoriya Osmanî û Çarîtiya Rusyayê de qewimiye, nêzî 300 leÅŸkerên Osmanî dîl tên girtin û li kampa dîlgirtiyan a bajarê Roslowê yê ku wê demê bi ser parêzgeha Smolonskiyê ve ye, tên ragirtin. Di nav van dîlgirtiyan de, 50 leÅŸkerên Osmanî yên kurd jî hene. Lerch jî ji bo biçe vê kampê, destûrê ji Akademiya Zanistê ya Împaratoriyê ya Rusyayê dixwaze û akademî wî wezîfedar dike. Lerch, li kampê li ser kurdên dîlgirtî hin lêkolînan dike. Li vê kampê, li hin malûmatên herêma Sîwanij a Dara Hênê ya Çewligê guhdarî dike û wî ew di xebata xwe ya navbirî de bi keys kirine. Lerch, ji dîlgirtiyên kurd li gelek kilam, stran, xeberoÅŸk, destanên kurdî guhdarî dike. Der barê ÅŸer û pevçûnên di navbera êl û eÅŸîrên kurdan de jî gelek agahî û malûmatan tomar dike. Van keresteyên folklorîk, di sala 1858’an de bi navê “Lêkolînên li ser Kurdan û Îraniyên Xaldeyî yên Bakur” wekî du bergan li St. Petersburgê çap dike. Ev xebat, bi taybetî ji bo zaravayê kirmanckî gelekî girîng e û di wesfa belgeyan de ye. Çimkî, tê gotin ku tekstên di vê xebatê de, tekstên ewil in ku bi kirmanckî hatine tomarkirin.
Di salên 1850’î de dema Lerch, li Petersburgê di BeÅŸa Dîrok-Fîlolojî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê de xebatên zanistî dike, ewilî li ser berhemên îranî û destan û efsaneyên bi Sanskrîtî hatine nivîsandin, dixebite. Di sala 1852’yan de hin xebatên lêkoler Kunîk dixwîne. PiÅŸtî van xwendinan, berê lêkolînên xwe dide ziman, çand û avaniya civakî ya gelên îranî. Her wiha di xebata Kunîk a bi navê “Les tribus des Courdes Iranien” (EÅŸîretên Kurd ên Îranî) de der barê babilî, asûrî û gelên din de hin tiÅŸtan dixwîne. PiÅŸtî xwendina vê xebatê, baweriya ku “Xebatên ku li ser gelên îranî bên kirin, xwe dispêrin xebatên ku li ser kurdan bên kirin” lê peyda dibe. Lerch ku di 25 saliya xwe de der barê kurdan de dest bi lêkolînan dike, li pirtûkxaneya akademiyê rastî destxeteke Åžerefnameya Åžerefxanê Bedlîsî tê û li ser wê hûr dibe. PaÅŸê di kovara “Nordische Biene” de nûçeyeke bi manÅŸeta “Li Bajarê Smolonskiyê Kurd” dibîne û bi destûr û wezîfedariya Akademiya Zanistê berê xwe dide bajarê Roslowê û li wir hevdîtinê bi kurdên dîlgirtî re çêdike. Lê berî ku biçe, der barê eÅŸîrên kurdan, folkor û zimanê kurdî de xebatên ku hatine kirin di ber çavan re derbas dike. Nexasim jî li ser xebatên Balyozê Tebrîzê yê Rûsyayê Nicol von Chanykow û yên Balyozê Erziromê yê Rûsyayê Alexander Jaba (bi eslê xwe ji Lehistanê ye) hûr dibe.
Lerch, di sala 1856’an de li kampa dîlgirtiyan a li Roslowê 11 hefteyan bi kurdên dîlgirtî re dimîne. PiÅŸtî demekê, Lerch bi saya materyalên di destê xwe de ji bo xwe ferhengokekê çêdike. PiÅŸtî demeke kurt bi saya vê ferhengokê û kurdên dîlgirtî zaravayê kurmancî ho dike. Bi vê re gelek keresteyên kurdî berhev dike. Her wiha di xebata xwe de diyar kiriye ku kurdên li kampê bi tirkî zanîbûye û hinan ji wan bi rusî jî zanibûye.
PaÅŸê Lerch, li ser metnên ku berhev kirine, xebateke zanistî dike. Vê xebata xwe wekî du bergan çap dike. Di xebatên xwe yên berhevkirinê de bi pirranî zaravayê kurmancî bi kar tîne. Materyalên ku li kampa dîlgirtiyan berhev kirine ewilî bi alfabeya Sjogrenê li nivîsê bar dike. Lê di dema xebatên xwe yên li ser “Zend”ê de dibîne ku alfabeya Sjogrenê tam bi kêrî wî nayê. Li ser vê yekê Kursiya Ziman-Dîrokê ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê civînekê çêdike û biryarê dide ku ji bo kurdî alfabeya Lînguîstîkê bê bikaranîn. Lerch jî li gorî alfabeya Lepsiusê ji bo kurdî alfabeyeke 39 tîpî çêdike.
Tê diyarkirin ku Serokê Kursiya Dîrok-Zimannasî ya Akademiya Zanistê ya Împaretoriya Rûsyayê B. von Dorn, der barê vê xebata du bergî ya Lerch de raporekê amade dike. Dorn, di vê rapora xwe de naveroka pirtûka Lerch di bin çend binbeÅŸan de rave dike. Li gorî rapora Dorn, di xebata Lerch de bi zaravayê kurmancî; ji bo rusî wergera 7 xeberoÅŸkan, 18 metelokên ji tirkî hatine wergerandin, du xeberoÅŸk û methelok, serpêhatiya Mîrê Paloyê Abdullah Beg, çîroka evînê ya serekê eÅŸîra Romiyê û 6 xeberoÅŸkên ku ji zimanê fînkî hatine wergerandin, cih digirin. Bi zaravayê kirmanckî jî; 3 ÅŸerên ku di navbera eÅŸîrên kurdan de qewimîne, du xeberoÅŸk û efsaneya bûmî cih digirin.
Li gorî agahiyên di rapora Dorn de belav kirine, Lerch di vê xebata xwe de cih daye hin hevpeyvînan û 25 kilamên kirmanckî-kurmancî. Lerch, di vê xebata xwe de cih daye 25 gotinên pêÅŸiyan ên bi kurmancî û wergera çend rûpelên ji beÅŸa gîrîzgahê ya “Gulîstan”a Sadî Åžîrazî jî. Her wiha di berga duyemîn a xebata Lerch de, ferhenga biwêjên Zazakî û Kurmancî jî heye.
Lerch, di beÅŸeke lêkolîna xwe de ku der barê kurdên li Roslowê amade kiriye û berpêÅŸî Akademiya Zanistê ya Împaretoriyê kiriye, ji bo kurdên ku wext bi wan re derbas kiriye, dibêje: “… wê rêwîtiya min a 11 hefteyan ku zaf bi peroÅŸ bû, bi min da bawerkirin ku ew gotinên pesindanê yên der barê taybetmendiyên eÅŸîrên kurdan dihatin gotin, qet jî ne bi mubalexe bûne. Min li cem wan tenê ne wê çêja xwarinê, hendazetî, zîndebûyîn, mineta ji bo qenciyan, dilnizmî, dirustî, hendazetiya di terhê fikirînê de, li gel vê min li cem wan ew taybetmendiya wan a ku zû dibin dost, sohbeteke germ dikin û haydarî û têgihîÅŸtina wan a ji bo her tiÅŸtên li derdorê jî dît û bala min kiÅŸand ser xwe…”
* Lêkoler û nivîskar Seyîdxan Kurij, di warê xebatên Kurdolojiyê yên Peter Lerch de, bi awayekî zanistî tevgeriyaye û xebateke taybet daye der. Ev xebata Kurij, bi navê “Metnî Verên yê Kirdkî, Xebatê Kurdolojî yê Peter Lerchî” ji aliyê WeÅŸanxaneya Lîsê ve bi kirmanckî û zimanê tirkî hatiye çapkirin.
Yenî Ozgur Polîtîka