Mala Lîstikê ava
Luqman GULDIVÊ
Þanoya Teatra Jiyana Nû “Lîstik” li bajarê Almanyayê Mannheimê turneya xwe bi dawî kir û me jî lê temaþe kir. Heza senaryoyeke serketî û performanseke serketî bi mirov re dihêle. Lê heger kurdên li Ewropayê bê þanoya kurdî bihêlin, bila ehd be û li canê min ketibe, ez ê wan bihetikînim.
Þano yek ji wan huneran e ku hunerên din hemûyan dihewîne û pê re jî yekser li nava çavên temaþevanên xwe dinihêre. Yanî hem yekser xwe digihîne temaþeker û hem jî temaþeker yekser ya xwe digihîne þanogeran. Ne mubalexe ye mirov bibêje, hunermend û hemberê wî li nava çavên hev dinihêrin. Axir meseleya min ne ew e ku ez bi vî hunerî dakevim. Lê li van deveran, li nêzî navenda rojnameya me (bajarê Almanyayê Frankfurtê) derfeta me zêde çênabe ku em li þanoyên bi kurdî temaþe bikin. Lê Xwedê ji Teatra Jiyana Nû razî be. Berî çendekê li Almanyayê 4 caran lîstika Lîstik nîþan dan û me jî keysa xwe lê anî ji rojnameyê em çûn Mannheimê û me li lîstika dawî ya turneyê temaþe kir.
Lîstik wekî fikr, lîstikeke ku mirov poþman nabe lê temaþe bike. Serê pêþî, mirov divê bibêje, bi têkelhevkirina dîrokê – destana Dewrêþê Evdî – û roja me ya îro – û çendekê beriya wê – Lîstikê karî hem hin aliyên rabihuriyê yên civaka kurd û hem jî zilma îro roj jî dewam dike ya dewleta Tirk a serdest bi hev re bi çend karakteran û serpêhatiya wan bibîne.
Yanî di wî warî de ez bi xwe senaryoyeke baþ a þanoyê dibînim. Yanî destê Rûgeþ Kirici, Omer Þahin, Cihad Ekinci û M. Saît Yaman xweþ bin.
Dîrok û îro xweþ hûnane
Baþbûna þanonameyê jî ne tenê ev aliyê wê ye; mesela li ser temaþeker jî hizirîne. Li bersiva pirsên "temaþekerên þanoya kurdî hez ji çi dikin?", "mirov dikare peyaman bi çi awayî rehetir li ser dikê bide?" geriyane. Ez wisa zen dikim ku ji ber wê jî di navbera komedî û trajediyê de çûne û hatine, lê ya hasil bûye, bêhtir bûye komedî.
Ez ranabim behsa naveroka senaryoyê nakim. Heger camêran sibe dusibe ew wekî kitêb weþand, kî bixwaze dikare bixîne jixwe. Lê ez ê hinekî jî behsa performansê bikim. Ji ber ku kesê bi rola derhêner radibe tenê di lîstika pêþî ya turneyê de karîbû cihê xwe bigire, kesê ku li þûna wî ew rol kir, hinekî dida kifþkirin ku ew nû li lîstikê zêde bûye. Hem þarezatiya di derhêneriyê de û hem jî þarezatiya di warê lîstikvaniya di nava Lîstikê de bi rehetî ev hîs bi temaþekerên bi tecrube re çêdikir. Lê kesekî din ku hîna nû li kadroyê zêde bûbû û ji ber ku lîstivanê esas vîze negirtibû ketibû þûna wî, rola Zinar – belkî nav þaþ tê bîra min – dikir, gelekî serketî bû. Hem wekî Zinarê ku nan ji restoranta lê dixebitî ji lîstikvanên Dewrêþ û Edûlê re dianî û hem jî wekî bavê Edûlê. Ev karakterekî sereke bû ji bo têgihîþtina lîstikê, û serketîbûna wî jî ji ber wê heyatî bû.
Gazinên ji Lîstikê
Di performansê de mubalexe li hin cihan zêde zêde hebû. Diyar bû ku ew jî bi xurtkirina aliyê komedî yê lîstikê hatiye kirin. Lê Firat – di nava lîstikê de rola Dewrêþ jî dike – û Gulê – di nava lîstikê de rola Edûlê jî dike – di meseleya mubalexeyê de carinan wê hisa êdî ev jî zêde zêde ye bi mirov re çêdikin. Li vir minaqeþeya profesyonelbûn û profesyonelnebûnê ya di nava Gulê (Rûgeþ Kirici) de zehmetiyên hunermendên þanoya kurd nîþan dide û baþ dike. Lê gava mirov li rola Gulê dinihêre, ev 15 sal in li bendê ye ku rola Edûlê bike; lê di provayan de metna xwe xweþik ji ber nekiriye, dengên ji bo þanoger ên ji bo strangotinê pê re nîn e – yên Rûgeþ Kirici hene, lê yên rola wê nîn in – hingê mirov vê yan wekî nakokiyeke dijwar a di senaryoyê de dibîne, yan jî wekî profesyonelnebûneke mubalexekirî ya Gulê.
Ronîda ya kuafor
Aliyên komediyê yên ku bi karaktera Ronîda ya kuafor a ku li þûna birayê xwe yê elektrîkvan ve hatiye þandin da ku meseleya rohniyê hal bike jî ji aliyên serketî yên senaryo û lîstikê ne.
Lê belkî jî ew sehneya xwarina ku bi hev re dixwin, a ku wekî pisîkan dixwin, yek ji kêliyên herî xurt ên performansê ye ku di heman demê de aliyekî xurt ên komediyê ye jî. Çima wekî psîkan nan dixwin? Meraq nekin, hûn lê temaþe bikin, jixwe Teatra Jiyana Nû wê ta bi derziyê ve bike ji we re.
Organîsazyoneke baþtir a turneyan lazim e
Bi her halî, bi kêf me li lîstikê temaþe kir. Lê diyar e ku li van deveran, meseleya organîzasyonê qels e. Naxwe çima lîstkeke holê baþ tenê li sê cihan û tenê çar caran bê nîþan dan? Esas lîstikeke holê lazim bû xweþik carekê li tevahiya bajarên mezin ên Almanyayê bigeriya. Ji bo organîsazyonê hevkariya hunermend û komeleyên cihî yên deveran þert e û lazim e ku rêxistinên wekî TEV-ÇAND‘ê jî vê têkiliyê deynin. Bi vî rengî li gelek bajaran têkiliyên bi þanoyan û civaka kurd jî wê baþ bibin.
Bila ne wekî þîretê be lê wekî niyazekê: Emanet kurdên li Ewropayê bi þano nehêlin. Min ji þanogeran re piþtî lîstikê bi henekî gotibû, ez ê we bi þeniînim. Ev jî bila ehd be û li canê min ketibe, hûn me bê þano bihêlin, ez ê we bihetikînim û biþeniînim.
Yenî Ozgur Polîtîka