Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?
Arif Qurbanî
Ev demek e di medyayê de pir behsa wê yekê tê kirin ku Amerîka û hevpeymanan gelek fiÅŸar anîne ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du partiyên desthilatdar ên Kurdistanê (PDK û YNK) ji bo di yekkirina hêzên PêÅŸmerge yên Kurdistanê de bilezînin. Tê gotin, zext û guvaÅŸên wan gihane asta gefa rawestandina alîkarî û hevkariyên ku pêÅŸkêÅŸî PêÅŸmergeyan dikin û dev ji piÅŸtevanîkirina wan berdin heger di siberojeke nêzîk de nebin yek.
Bê guman xwesteke piraniya gelê Kurdistanê jî ew e ku Herêma Kurdistanê xwediya hêzeke çekdar a tenê be ku ne hêza partiyên siyasî, lê hêza gelê Kurdistanê be. Lewma jî ev gef û guvaÅŸên Amerîka û welatên Ewropayê bi dilê gelê Kurdistanê ne.
Lê heger em dûrî hest û sozdariyên kurdî û bi çavekê rastbîn tevgera kurdî ya çekdar li BaÅŸûrê Kurdistanê binirxînin, em ê bigihin rastiyeke tal ku ev her du hêzên ku niha hene bi tu hawî ne pêkan e bibin hêzeke tenê, ji ber ku di koka xwe de wek hêzên hizbî dirust bûne û perwerde û eqîdeya wan a leÅŸkerî eqîdeyeke hizbî ye. Lewra bi tenê di rewÅŸekê de pêkan e ku ev her du hêz bibin hêzek ku yan PDK û YNKê bibin partiyek yan jî yek ji van her du partiyan bi tevayî li holê nemîne.
Pêkan e tevaya hêzan bi Wezareta PêÅŸmergeyan ve bên girêdan. Her wisa pêkan e ku di çend lîwayên hevbeÅŸ de jî bên tevîhevkirin. Lê ev ne hevgirtina PêÅŸmergeyan, belê tevîhevkirina wan e. Berê jî çend hewldanên bi vî rengî hebûn û tew çend lîwayên hevbeÅŸ ên PêÅŸmergeyan hatin dirustkirin jî, lê dema ÅŸert û merc û rewÅŸek dirust bû û derza navbera PDK û YNKê mezin kir, ew lîwayên hevbeÅŸ jî ku bi dirêjahiya salan hatibûn dirustkirin, di çend demjimêran de hilweÅŸiyan. Du mînakên ÅŸênber hene: Sala 1994 û sala 2017.
PiÅŸtî dirustkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992 de, hewldaneke zêde ji bo dirustkirina artêÅŸa Kurdistanê hat kirin. PiÅŸtî du salan gava bingeha ÅŸerê navxwe dirust bû, di hûrdemekê de tevna rêsayî vegeriya hirî û ew hemû serkirdatî û yekîneyên hevbeÅŸ ku li nav PêÅŸmergeyan hatibûn dirustkirin hilweÅŸiyan û daberizîn canê hev.
PiÅŸtî salên gelek û li jêr guvaÅŸeke zêde ya navxweyî û dostên biyanî jî, careke din piÅŸtî yekgirtina îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dest bi dirustkirina lîwayên hevbeÅŸ û wergirtina tedbîrên yekkirina van her du hêzan hat kirin, demeke zêde û îmkanên zêde li ser hatin xerckirin, lê di bûyerên 16ê cotmehê de hemû têk çû.
Sedem jî pir zelal û eÅŸkere ye: Ji ber ku ev hêza ku heye hêza PêÅŸmergeyên PDK û YNK’ê ye. Tu partiyek ji van her du partiyan jî dê dev ji hêza xwe bernede. Lewma heta ev her du partî bimînin, dê ev her du hêzên çekdar jî bimînin. Li jêr her navekê û bi her ÅŸêwazekê bên tevîhevkirin, bi tenê yekirineke zahirî ye. Ji dil û hundir ve ew ne yek in û nabin yek jî. Lewma her hewldanek ji bo yekirina wan bê kirin, bê encam dimîne. Hêza yekgirtî tê dirustkirin, lê ji du hêzên cuda nayê dirustkirin.
Amerîka û hevpeymanên wê ji ketwara vê hêzê fêm nekirine. Lewra bi berdewamî wê daxwazê ji PDK û YNK’ê dikin ku nabe du hêzên we yên PêÅŸmerge hebin û divê bibe hêzeke tenê. Her hewl û alîkariyeke ku ji bo vê armancê kirin bi rêyeke çewt kirin û ne tenê nebû bingeha hêzeke Kurdistanî ya hevgirtî, lêbelê bû alîkar ji bo xurtkirin û mezinkirina hêzên partîzanî.
Niha jî rêyên tevlîbûna nav refên hêzên PêÅŸmerge di liq û ÅŸaxên PDK û YNK’ê de derbas dibin. Kesekê ne girêdayî van her du partiyan be, ne berê karîbû bibe PêÅŸmerge û ne jî niha dikare. Heta ev ÅŸêwaz jî berdewam be axiftina li ser dirustkirina hêzeke nehizbî, rengek ji xeyalê ye. Gelek sal in Amerîka û hevpeyman di aliyê leÅŸkerî de hevkarî û alîkariya Kurdistanê dikin, tew beÅŸekê ji mûçeya hêzên PêÅŸmerge jî peyda dikin.
Her ew hevkarî û alîkarîya wan bes bû heger bi rêyeke rast li dirustkirina hêzeke fermî bihata hizirîn, ku dûrî destê partiyan be, lê Amerîka û welatên Ewropayê jî nedan ser rêya rast û av xistin aÅŸê xurtbûna hêzên PDK û YNKê.
Wan dikarîbû mercê wan alîkarî û hevkariyan bi dirustkirina hêzekê ve girê bidin ku rêya damezrandina wê di deriyê komîte û navçeyan re derbas nebe, lê ev yek nekirin. Lewra çaverêkirî ye jî ku guvaÅŸ û daxwazên wan ji bo dirustkirina hêzeke niÅŸtimanî ya yekgirtî, tu encamekê wan a dilxweÅŸker nebe.
Tew hindek kes wan hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan ji bo hêzên PêÅŸmerge, ne tenê wekî çavkaniya xurtbûna hêzeke niÅŸtimanî nabînin, lê bi nêrîna wan rêyek ji bo mezintirbûna metirsiyan e. Çunke berê ev her du hêz çend caran rûbirûyî hev bûne û ÅŸerê xwe bi xwe kirine. Hertim metirsiya jinûve pevketina wan jî egereke çaverêkirî ye. Lewra çiqasî bêhtir bên biçekirin û ÅŸiyana wan a leÅŸkerî zêdetir bibe, metirsî jî zêdetir dibin.
Pir tê gotin ku (ev berpirsiyariyeke neteweyî û niÅŸtimanî ye û divê serkirdeyên van her du partiyan berjewendiyên gelê Kurdistanê deynin pêÅŸ berjewendiyên partiyên xwe, divê dev ji wê xwesteka hizbî berdin û hêzan ji giyanê hizbîtî paqij bikin û bikin hêzeke niÅŸtimanî ya Kurdistanî ku girêdana wan bi tenê ji bo Kurdistanê be). Ev bi tenê gotinên baÅŸ in, lê ne realîst in. Çunke di bîr û baweriya wan de realîteyeke hizbî li ser wan serdestir e bêhtir ji bîr û baweriya niÅŸtimanî.
HevkêÅŸe pir zelal e. Heger tu bixwazî ku hêzek hebe yan bê dirustkirin ku girêdana wê ya partîzanî nebe, divê ji hin kesan pêk were ku girêdana wan a hizbî nebe. Lê hêza ku vêga heye li ser bingeha endamtî û girêdana bi PDK û YNK’ê ve ava bûye.
Karekê ne pêkan e tu kesekê wekî PêÅŸmerge werbigirî bi mercê ku divê endam û alîgirê PDK yan YNK’ê be û tu bendewariya wê yekê jî jê bikî ku girêdana wî bi partiya wî ve nebe. Tu kesê bêalî nikare bibe PêÅŸmerge. Endamê tu partiyeke din nikare bibe PêÅŸmerge, ji bilî ku divê endamê PDK yan YNK’ê be. Gelo ne xeyal e tu li benda wê yekê bimînî ku ew hêz bibe hêzeke nehizbî.
Lewma heke xemek ji bo dirustkirina hêzeke çekdar li Kurdistanê heye ku li derveyî vîna hizbî be, yan heke Amerîka û hevpeyman dixwazin hêzeke nehizbî li Kurdistanê hebe, divê dev ji wê yekê bê berdan ku ev her du hêzên hene bêne yekirin. Eva niha wekî du destên mirovekê ne ku bi tu neÅŸtergeriyekê nabin destek.
Lewma berevajî vê yekê, rêya rast ew e ku ev hêz hino hino werin hilweÅŸandin û malniÅŸînkirin. Divê realîteya dirustkirina hêzê veguhere ÅŸêwazeke leÅŸkerî ya bi zorê yan jî bi dilxwazî, bi ÅŸertê ku bi wekhevî derfet li pêÅŸber ciwanan bê vekirin da tev li nav refên vê hêzê bibin dûrî girêdanên hizbî. Dûrî vê rêyê karekê ne pêkan û ne mumkin e tu li benda wê yekê bimînî ku Kurdistan bibe xwedî hêzeke çekdar a hevgirtî û nehizbî.
Rûdaw