Ziman têgihîþtin û vejîna mirov e
Fêrgîn Melîk Aykoç
Hans-Peter Schutt di xebata xwe ya bi navê “Die Vernunft der Tiere (Hiþmendiya ajalan)” de ji Platon bigire hetanê Arthur Schopenhauer dîtinên pirraniya fîlozof û navdaran yên li ser cudahiya di navbera ajal û mirovan de civandine. Hemû jî diyardeya ziman wek cudahiyeke herî bingehîn dinirxînin. Mirov ji kesên ji rêzê jî bipirse, heman bersivê digire. Bi gotineke kurt, dema zimanê mirovekî jê hat standin, ew jî dikeve derkeye ajalan.
Peter Porzig jî di xebata xwe ya bi navê “Das Wunder der Sprache (Mucîza Ziman)” de têkiliya civakbûn, netewebûn û ziman bi her aliyî vedike û þirove dike. Dîsa Gerd-Klaus Kaltenbrunner jî di xebata xwe ya bi navê “Sprache und Herrschaft (Ziman û Serwerî)” de têkiliya serdest, û bindestan, kolonî û dagirkeriyê bi her aliyî xwerû jî bi aliyê ziman vedike, girîngiya ziman a serdestbûn û serweriya xwe serdestkirinê li ber çavan radixîne. Li gel wan, Berhema Matthias Hartig /Ursula Kurz ya bi navê “Sprache als soziale Kontrole (Ziman ji bo kontrola civakî)” ji girîngiya di her warî de rast bikaranîn, têgihîþtina ziman dinirxînin.
Mirov li kêjan nirxandina zanyaran dinêre, ji kîjan aliyê ve li ziman dinêre, binêre, dibîne ku ziman ne tenê bingehê kemar, gel û neteweyan e, her wisa mirovbûn bi xwe ye jî. Di cudakirina mirovbûn û ajalbûnê de hêmana herî bingehîn, ziman e. Dema mirovekî dev ji vê rastiya xwe berda, dibe wekî ajal, wekî robotan, kes û derdorên keysperest û serdest jî vê wekî firsenda bikêrhatî dibîne û mirovên wiha li gorî xwe dizivirîne, reng û teþe didiyê.
Gava em di ronahiya van rastiyan de li polîtîka tirkan a biþaftinê û yên din dinêrin, bi zelalî dibînin ku bi hemû sazî, qaþo zanyar, dîn, mirov û derdorên ajan ve ketine nava keft û lefteke bêpîvan, da ku bikanin bi giþtî alavên di destê xwe de, netewe û zimanê me tune, wekî ne zimanekî þaristanî, bê nivîs û rîçal, bê çand, bi awayê tevliheviya zimanan di mêjiyên me de bidin rûniþtin, li pey jî di nava neteweya xwe de bihelînin. Yanê polîtîka ev e; berê bê kesayetî, bê nasname kirin û li pey jî kirasê xwe yê qirêj û nijadperestî li me kirin.
Di pêvajoyeke wiha xiniz û bêbext de hin xwenda û zanyarên me yên di nava têgihîþtina hestên neteweyî de bûn, ketin nava hewldanên bê westan. Mînak gorbihuþt Ehmed Sureyya Bedirxan ji bo derxistina du rojnameyên bi kurdî di payîza 1910´an de serî li rayederên dewleta Osmanî ya li Stenbolê xistiye. Lê ew serîlêdan bê bersiv hatiye hiþtin. Dîsa rewþenbîrên kurd li Qehîrê bi tipên Erebî rojnameya “Kurdistan“ê derdixin.
Mîr Celadet Bedirxan jî piþtî ji Ewropayê vedigere, li Þamê bi cih dibe û di 15´ê Gulana 1932'yan de kovara HAWAR'ê derdixe. Di vê kovarê de rewþenbîrên wekî Celadet Bedîrxan, Rewþan Bedirxan, Dr. Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mustafa E. Botî, Kadri Cemîl Paþa, Dr. Nureddîn Zaza (Yusuf), Ehmed Namî, Hasan Hiþyar, Reþîdê Kurd, Goran, Tewfîq Wehbî, Abdullah Esîrî, Þakir Fettah li ser mijarên cuda yên hestê neteweyî xurt dikin, dinivisînin. Bi her awayî hewl didin û derbazê nava sînorê Tirkiyeyê jî dikin. Ji hêjmara 24'an û pê ve, ango 33 hêjmaran bi tîpên latînî, dinivîsînin.
KNK jî bi vê têgihîþtin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2006'an de biryara rojên 14-16'ê meha Gulanê de wekî rojên Cejna Zimanê Kurdî girt. Ev biryar bi aliyê her kurdî ve bê pirsiyarî hate pejirandin. Li pey komkujiyên wekî Helebce cara yekem bi vê biryarê têgihîþtineke neteweyî derket pêþ. Her kesî bi yek dengî ev biryar pejirand û wekî Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûniþt. Vê biryar û xwedî li ziman derketinê, rêbazeke bi hestên neteweyî û yekîtiyê jî reþand ser giyanê kurdistaniyan.
Divê em vê ji bîr nekin; zimanekî di pêvajoya hezaran salan de pêk tê, di dema pêkhatinê de hemû karekter û têgihîþtinên neteweyî di nava xwe de dicivîne, yanê ziman rengê xwe ji karektera neteweyê digire. Her wisa þopên þaristaniya xwe, jiyana civaka xwe ya kevnar jî di naveroka xwe de dihewîne. Mînak, dema tirk dibêjin: “Tirî bixwe, li rezê wê nepirse!” Em dizanin di dîroka wan de dizî û talan bingeh e. Her wisa; “þêr þêr e, çi jin çi mêr e!” dema em vê gotina bav û kalên kurdan dibihîsin, em dizanin ku di dîroka kurdan de cihê jinê taybet e. Mirov dikane bi dehan mînakên wiha bide.
Wekî encam:
1 – Her ziman, bi serê xwe nirxandin û nêrîneke cihanî ye. Dema mirov bi almanî li rûdanan binêre, bi çav û dîtinên almanan, bi tirkî be bi çav û têgihîþtinên tirkan, dema bi kurdî binêre bi çav û dîtinên kurdan li cihanê dinêre. Her wisa, kesê zimanê dê û bavê xwe bi zarokê xwe nede fêrkirin, zimanê dê û bavê tirk, ereb û farisan bi wan bide fêrkirin, wateya wê ew e ku ew ji dê û bavê xwe þerm dike.
2 – Siberoja gelekî zarokê wî gelî ne. Divê her dê û bav vê rastiyê bizane û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxive, ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bi her awayî bikeve nava hewldanan, vê wekî hebûna xwe, mirovbûna xwe di giyana xwe de bide rûniþtin. Bi têgihîþtina vê rastiyê, Cejna zimanê Kurdî li gelê me pîroz be!
17.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka