Diyarname
Rojnameger Nazila Marûfiyan ku ligel bavê Jîna Emînî ya ku hêzên Îranê ew kuştibû hevpeyvînek kiribû. Ji ber vê hevpeyvînê Maroofian hat girtin
Rojnameger Nazîla Marûgiyan par ligel bavê Jîna Emînî hevpeyvînek kiribû. Piştî ku ev hevpeyvîn malpera Rouydad24 de hat weşandin, roja 30'yê kewçêra 2022'yan ew hat girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi îdîaya "xebata propagandayê ya dijî rejimê", "bi rêya hevpeyvîna ligel bavê Jîna Emînî acizkirina raya giştî, belavkirina agahiyên derewîn" rojnameger Maroofian sûcdar kiribû. Piştî çend mehên girtîmayînê di 9'ê rêbendana 2023'yan de bi 600 mîlyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê hat berdan.
Marûfiyan 28'ê rêbendana 2023'yan agahiyeke belav kiribû û gotibû ku dadgehê 2 sal cezayê hepsê û 15 mîlyon tumen cezayê pereyan lê birîbû. Piştî vê yekê cezaya wê hatibû taloqkirin, 5 sal jî biryara derketina derveyî welat lê hatibû birîn.
Rojnameger Marûfiyan niha carek din hat girtin. Hefteya borî polîsên Îranê bi ser mala wê de girtibû û dest danîbû ser cîhazên wê yên elektronîk. Dozger ji bo îfadeyê bangî Marûfiyan kir û li Tehranê niha ew hat girtin.


