Berî vîrusa koronayê jiyan ew qas bi lez diherikî ku tu kesî hîs nedikir çi dijî çi najî.. Her kesî dida lotikan, ha mezin bibim, ha dewlemend bibim, ha pêşketî bibim..
Li Swîsreyê jî jiyan berî vîrusa koronayê wiha bû; di nav bazdanek de bû. Niha bêyî tevlihev bûnê, sakîn bû.
Qedexe kirin lê biryar betal kirin
Qedexe kirin lê biryar betal kirin
Niha ez dixwazim bi kurtî dîtin û agahiyên li Swîsreyê di dema bûyera vîrusa koronayê de bi we re parve bikim.
Bêrî her tiştî dixwazim bêjim, derket holê ku li Swîsreyê “qedexe kirin qedexe ye.” Çawa? Li Swîsreyê gelek kanton hene. Dema vîrusa koronayê li Swîsreyê derket holê çend kal û pîr mirin. Li ser vê yekê kantoneke hema biryara qedexeya derketina derve a ji bo mirovên bi ser şêst û pênc salî re girt. Roja din ev biryara xwe bi paş ve vekişand; ji bo ku di Qanûna Bingênîn de hatiye danîn ku heqê tu kesî a kurtkirina azadiya hemwelatiyan nîn e.
Ev ji bo min li Swîsreyê bûyera herî balkêş a di van rojên vîrusa koronayê de bû.
Swîsreyî mîrovên li hemberî pisgirêkê analîtîkî û pragmatîkî ne.
Rewşa niha
Heta niha li Swîsreyê ji ber vîrusa koronayê li dora 1400 kes mirine û dor 30.000 jî pêketî hene.
Li hemberî weşîna vîrusa koronayê tedbîrên binyat di du sê rojan de bi cî anîn.
Dibistan, aşxane, ji bêyî dikanên xwarin û firinan û dermanfiroşan hemû dikan hatin girtin; yên din hemû li ser karê xwe bûn, lê bêyî tedbîr nebûn. Navbera mirovan bi xetan her derê ku mirov nêzîkî hev dibin li ser erdê danîn û li ber her dikana vekirî dezenfekte danîn ku berî mirov bikevin dikanê destên xwe paqij bikin.
Li Swîsreyê di dema normal de tu kes eskeran nabîne lê niha esker bê çek têne dîtin; ji bo berjewendiyên civakê û alîkariya nexweşxaneyan. Dema sînor hatin girtin esker li ser sînoran bi cî kirin.
Heta niha li Swîsreyê tu kêmasiya tiştan nehatiye dîtin.
Dibistan hêdî hêdî vedibin
Ji aliyê karê aborî ve, dewletê ji her fîrmayê re bêyî pirs û burokrasiyê hate pêncsedhazar frankê Swîsreyê krediya bê faîz terxan kiriye. Kesên ku bê kar mane jî dikarin ji dewletê meaşê xwe bistînin…
Niha jî çawa pê bipê tedbîr girtin, wan tedbîran didomînin. Roja duşêma 27’ê nîsanê/avrêlê dikanên hatin girtin dê vebibin. Du hefte paşê roja 11’ê gulanê dibistanên serekî dê bêne vekirin. Ger vîrus di bin kontrolê de be destpêka hezîranê/pûşperê dibistan û kar û barên din dê bêne serbest kirin.
“Di mal de bimîne”
Ji bo gotina “Di mal de bimîne”, weleh ez di mal de me û kêf kêfa min e; ez ji xwe re bi têra xwe bi kurdî romanan dixwînim. Ji ber vê yekê sipasiya vîrusa koronayê dikim ku ez li ser qûnê dam rûniştandin û got ha ji te re zeman; ji xwe re bixwîne û binivisîne. Ez wiha dikim…