logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li Dû Dîroka Gundekî

  • Dîrok: 06/09/2021
Bi qasî panzdeh sal berê, dema ez piştî zarokatiya xwe cara yekem li gundê me Kistikan bûm min dixwest derdora gund nas bikim. Bihar bû û bi hevalan ve me biryar dabû em gera Şeqêsevê bikin. Şeqêsevê nava newala ber bi çiyayê Sevê de hidikeşiya bû. Gund li devê nevala Şeqêsevê ava kiribûn.
Yekî bi destê xwe çiyayê hember me nîşan da û got: “Ew der belekî ye, em ê heta wir hilkişin.” Belekî serê çiyayê Sevê bû. Em bi rê ketibûn û di navbera du çiyan de ber bi çiyayê Sevê di nav dar û zinaran re de ber bi jor ve hidikêşiyan. Di newalê de kêm av ber bi gund ve diherikî.
Hevalan derdor bi min didan nasîn, “ha ew Kela Dizan e”, “ew der jî Şikafta Qûndîn e”, “a ha ev der jî Ziyaret e.” Ez qesek disekinîm min li wan deran mezê dikir û me berdewam dikir. Bi qasî saeteke em rê çûbûn yekî got, “mezê ke, ev der jî şûna gundê me yê berê ye. Kistikan berê li vir bi şûn bûyîne. Paşê daketina jêr.” Ez li nêzikî bermayiyên gund bûm, hîmên xaniyan hê li pê bûn, bi qasî deh hîmên xaniyan mil bi mil bûn… Ciyekî veşartibû di nav newalê de. Çi wextê, çima li vî ciyê veşartî bi şûn bûne, min pirsên bi vî awayî dipirsîn, wan jî gor bihîstinên xwe mesel û çîrokên xwe vedigotin. Min jî bi baldarî guh dida wan. Dema em gihîştin ber çiyayê Sevê ber zinarên sor û asêyî sê saet bû em bi rê ketine. 
“Kisto hatiye di Şaqêsevê di vê newalê de, li vir bi şûn bûye…” 
“Kisto eşqiyayek bûye, ji vir dadihatiye deştê, bi dizî û darê zorê çi bi destê xwe dixistiye ber bi Şaqêsevê ve dibiriye…”
“Her ku zarok û naviyên Kisto zêde bûne daketina jêr, li wir bi şûn bûne…Li vir malek, mala Kisto, li jêr jî bûye gundek…”
“Em ji eşîra Qasiman in…  Kisto ji Kuracixê hatiye… Em hemû gund Pîran, Hesanan, Çêwan, Çopiran ji bavekî ne, ji Kisto ne. Bi tene Tutan paşê hatine di nav me de bi cî bûne…”
“Piştî şerê di navbera Velî Paşa û dewletê Osmanî de Kisto ji ber qirkirinê reviyaye hatiye di van çiyan de bi şûn bûye...”
Ji wan mesel û çîrokên li ser Kisto û Kistikan vegotin min her dem notên wiha girtibûn. Wê demê min biryar dabû ku ji mesel û çîrokên derbarê vê axê, vî gundî ji min re hatine vegotin û min guhdar kiribûn lêkolîn bikim, bo ku di wan mesel û çîrokan de dîrokek veşartî hebû. Ji ber ku bûyer û guherînên civata me yên dîrokî nehatibûn nivisandin û bi xwe vegotinên devkî bûn, bûbûn navarokên mesel û çîrokan. Min jî xwest van mesel û çîrokan bisenifînim û bûyerên dîrokî jê bigirim.
Dema em qala bûyer û guherîneke dîrokî bikin pêwîstiya belgeyan pê heye. Ez jî dû belgeyan ketim. Ya herî baş min got ji Velî Paşa dest pê bikim. Min ji googlê pirsî… Velî Paşa kî ye? Di dîrokê de kesekî bi vî navî heye yan na? Çi kiriye, çi jiya ye? Bi Kistikan, Kuracixan an bi Qasiman çi tekîliyê xwe çêbûye? Berî her tiştî min bi lêkolîn û lêgerîna xwe bi wan pirsan dest pê kir.
Aha Velî Paşayek…Kî ye ev Velî Paşa? Min hema zû bi zû ev nivîsên di Googlê de dîtin xwendin…Erê Velî Paşayê ez lê digerim divê ev be. Ev nivîsên min di cuda cuda malperan de dîtine û xwendine ji hev girtin û kopî kiribûn. Li gorî van agahiyan Velî Paşa ji malmezinek bi navê Xanedaniya Kose Paşa bû. Navenda wê xanedaniyê li Divrîxa Sêwasê û ji hêla Kose Paşa hatiye ava kirin. Necdet Sakaoglu yê li ser malbatê lêkolîn kiriye û pirtûkek nivîsandiye dibêje, “Bav û kalên Kose Paşa ji eşîra Badilî li geliyê Firatê yê Rihayê bûn. Bapîrê Kose Paşa, Hacî Simail Axa, di dora 1700’an de hatiye li Dîvrixê bi cîh bûye.”
Di her nivîsên ku min xwendin de bo kesayetiya Velî Paşa gelek tiştên xirab hatibûn nivîsandin. Bi ya min niha ya girîng kesayetiya Velî Paşa nîn e, kîbûna wî û tekiliyên wî û Kurecîxan an Qasiman bû. Lê bi ya min, divê dîrokzan û lêkolînerên kurd li ser vê xanedanê ya dused sal li herêma rojavayê Kurdistanê desthilatdarî kirî bi çav û hişekî kurdewarî lê bikolin. Bi rastî û xirabiyên xwe parçek ji dîroka kurd û Kurdistanê ye.
Velî Paşa di destpêka sala 1800’î de bûye Waliyê Sêwasê. Di sala 1811 û heta 1813 li hemberî dewleta Osmanî serê hildaye. Li vir sedama serhildana Velî Paşa bo min ne zelal e…Gorî van Velî Paşa “rêbir e”, “talankar e”, “çavbirçî ye”, “serkêş û bêitaet e”… Çîrok û meselên  neyên bawer kirin…Di ciyekî de tê nivîsandin “Veli û alîgirên wî, eşîrên Reşvan, di 1812 -an de rêbiriyê dikin…”
Dîsa tê nivîsandin “dema hêzên Celalettin Paşa Divrîxê dorpêç kir, Velî Paşa kincên wezîrî ji xwe kir û pûşiya Diyarbekirê avêt ser serê xwe, tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê bi alîkariya Elî Qasiman û 600 sîwariyên pê re, hatin Kurecixê û di nav Qasiman de bi cî bûn.”
Bi kurtî, piştî Velî Paşa û hêzên wî di nav Qasiman de bi cî bûne bûyer wiha diqewime: Dewleta Osmanî bi du artêşan, yek ji hêla Argayê ya din jî ji hêla Darendeyê ve bi ser eşîrê de êrîşê dike. Eliyê Qasim û giregirên eşîran di hevdîtinekê de ji Paşayê Osmaniyan re eşkere dikin ku ji ber qaîdeyên eşîrê nabe ku Velî Paşa bi saxî teslimê artêşa Osmanî bikin. Ji ber vê yekê Eliyê Qasiman û giregirên eşîrê tên desteserkirin û pişt re wan bi dar de dikin. Artêş bi ser eşîrê ve bi hemû hêza xwe diçe û gel qir dike. Yên bi nava çiyayan ve direvin xwe û malbatên xwe li wir vedişêrin.
Heta vir sê agahiyên girîng ên bi dîroka Kistikan ve têkildar min bi dest xistibûn. A yekem alîgirên Velî Paşa “eşîra Reşvan” bû. A duyem Velî Paşa bi “alîkariya Elî Qasiman” li hemberî Osmaniyan di serhildanê de ye û ya sêyem dawiya dawî bi hêzên xwe ve vedikêşe “Kuracixê û nav Qasiman.”
Bi van dîroka di nav wan mesel û çîrokên ji min re hatibûn vegotin de zêlaltir bûbû. Ya ku min ji van agahiyan derdixist, Qasiman an jî gundên Kuracixê ji eşîra Reşvan in. Hêz û çekdarên Velî Paşa eşîra Reşvan bi taybetî Qasiman in. Her kes û malbat ên xwe di nav wan çiyayan de vedişêrin, li wir bi cî dibin û her yek bi serê xwe gundekî ava dike. Niha bi rastî bi dehan gundên Kuracixê di nav çiyan de veşartîne; Kistikan jî ji wan gundan yek e, di nav çiyayên bilind û ciyê veşartî de dest bi avabûnê kiriye, bi demê re ber bi deştê ve berfireh bûye.

Hin Nivîsen Nivîskar

Li dû dîrokê (Ji Rojnivîsên Min- II)

  • 05 Sermawez 2009

Êdî em kurd dizanin em ne bê dîrok in û divê em dîroka xwe bi destên xwe binivîsin. Her ku em dîroka xwe bikolînin emê rastî bûyereke...

Nav û nav û nûçikên kurdewarî

  • 30 Adar 2023

Li gund di nav goristanê de me. Serdana gorên miriyên malbata xwe dikim. Goristan ji nû ve hatiye çêkirin. Hemû ji kevirên mermer in. Dema min li navên ser kevirên...

Bûyera Elî Tûmikan

  • 27 Berfanbar 2021

Bûyera Elî Tûmikan cara yekem min ji hevalekî tirk bihîstibû lê wî jî bûyer bi kûrahî nezanîbû, gotibû “Sed sal berê li...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Çalakiyên Newrozê hatin betalkirin'

ad

Hew maye bibêjin bi kurdî hilmê jî nestînin!

ad

S.Sureyya Onder: Bêjin bila nan jî nedin wan

ad

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin

ad

Bedran Dere hem bi nivîsê hem bi deng tê

ad

BDP'yiyan çima Rûdaw ji kongreya xwe derxist?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname