logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

DERBÊN GUHLIVÎN

  • Dîrok: 22/03/2020
Çîrokên pirtûka Bahoz Baran  ya bi nave "Derb" ji heşt çîrokan pêk tê. Ji nav çîrokan ya herî bi baldar çîroka "Eliyê Xemxur”, “Şewket” û “Derb" bû. Loma jî pirtir ez ê li ser van çîrokan bisekinim.
Çîroka "Eliyê Xemxur"
Ev çîrok çîrokek îronîk e û hem jî trajîk e. Serlehengê me Elî (Elo) karekterekî xemxur e, yanê karekterekî dilrehm e, li ber her tiştî dikeve, ji ber ku li ber her tistî dikeve jiyanê li xwe û malbata xwe dike jehr. Ji ber vê dilrehmiya wî û xemxuriya wî hevsera wî Fatimê her roj diqehire. Heta carinan naxwaze wecê mêrê xwe bibîne. Em dizanin ku di vê çaxa modern de tu kesên dilrehm nemane û mabin jî hejmara wan pir kêm in. Karekterên her tiştî ji xwe re bike xemxur û dilrehmiyê dikin her daîm diêşin. Ji ber ku rehma zêde û ya kêm her du jî bela ye. Barê dilrehmiyê giran e. Feqet dilrehmî bi xweber çê dibe an jî tiştekî şexsî ye, yanê tiştekî rihî ye gelo? A karekterê me tiştekî rihî ango şexsî ye, yanê ne rehmeke çêkerî ye. Di rihê karekterê me de dilrehmî heye. Esil karekterê me li hember jiyanê û her tiştî xwe berpirsiyar dibîne loma jî karekterekî pir û pir hesas e. Lê dêya wî û jina wî vê rastiyê nabînin, nikarin bibîne. Bo ku vê rastiyê bibînin divê hevdilîniyê bikin an jî gerek di rihê wan de jî dilrehmî hebe. Di şexsiyeta mirov de dilrehmî û rehm tune be, tu nikare ava bike ji nû ve, dilrehmî û rehm bingeha wan hest in, Elî jî karekterekî hestwar e. Bi hestên xwe tevdigere, êqil diavêje alîyekî, halbûkî rastiyeke jiyanê heye, divê hinek bimirin û hinek jî bên dinyê. Diyalektîka jiyanê ji bîr dike karekterên me. Hin tişt di karekterên me de sereke û çavkanî ne, zû bi zû nayên guhertin. Elî wekî li ber tiştan dikeve şev û rojên wî lê diherime. Karekterekî serkeftî û xweş hatiye afirandin. Jina elî û dêya elî dijkarekter in. Yanê Elî û Dê û jina xwe dijkarekter in. Serlehengê me karakterekî serketî ye.
Çîroka "Şewket"
Şewket karekterekî jîr û qûrnaz e. Dostê wî Ewnî jî yekî tirsonek e. Her du jî bi saya bavê Ewnî dikevein kar û dibin karsazên dewletê. Şewket karsazekî guhlîvîne û derbek giran li dewletê dixîne halbûkî derblêdana dewletê ne ew qasî hêsan e. Şewket karekterekî baqil e û pîç e. Feqet karekterê me yê dinê Ewnî karekterekî bi xwenebawer û tirsnak e. Tîpîk karsazekî dewletê ye. Her du karekterên me jî di rolên xwe de serketîne, çîroknûs jî hem mijar û hem jî karekterên xwe xweş hûnandiye û afirandiye. Loma çîrokin serketî ne. Du karekterên dijkarekter bûne dostên hev, ji heman karekterbûya belkî jî ew qas ne serketîbûya, belkî jî ev dijayeta çîrok û karekter serketî kirine. Çîroka Şewket û Ewnî çîrokek serketî ye. Her du dost ji terefê muxtarê gund Enwer dikevin nifûsê, yanê bavê Ewnî bi torpîlê her duyan dixe kar. Paşê her du dost fêrî her tiştî kar dibin, dielimin fiêlên xerab û diziyê jî. Piştî diziyê deyndar dibin, çavbirçîtî dest pê dike, talî her du jî deyndar dibin. Şewket dibe midûrê nifûsê, paşê dest pê dikin û ji dewletê dixwin. Şewket baqil e, her tiştê xwe jî baqilane dike. Çi çaxa ku ji dewletê dixwe, hesabê pêşeroja xwe jî dike. Loma karekterekî guhlîvîn û zîrek e. Feqet Ewnî ne ew qasî zîrek e. Wekî çîroka yekemîn dîsa dijkarekter hatine afirandin di vê çîrokê de jî. Yanê ewnî û şewket du karekterên dijkarekter in. Hemû plan û plansaziyan şewket çêdike. Ji bo ku fiêl û diziya wan eşkere nebe êgir bera nifûsê didin û hemû ewraqan dişewitîne. Talî bi saya Şewket xwe xelas dikin loma Şewket karekterekî guhlivîn û zîrek e.
Çîroka sêyem "Derb"
Di vê çîrokê de karekterê me Qeretajdîn e. Çîroka Qeretajdîn çîrokek trajîk e. Dema ku Qeretajdîn diwelide, bavê wî dimre, ew dêya xwe tenê dimînin. Dêya Qeretajdîn wî gelekî delalî radike û mezin dike. Qeretajdîn wekî hûtekî ye. Her karî û her tiştên giran di derbekê de radike, heta ku rojekê hûtê me dizewice û derbeke giran dixwe. Bi nav û deng e, karekterê me. Her kes ba wî dikin wexta barekî giran û karek hebe. Welhasil ew jî rojekê dizewice, çiqas bê dilê dêya wî be jî bi a xwe dike. Hevala wî berê zewicîbû, dema mêrê wê diçe leşkeriyê, venagere, mêrê wê li leşkeriyê tê kuştin. Qeretajdîn ji Êmo yê pir hez dike. Di şewa zewacê de Qeretajdîn hundirê xwe li êmoyê rehet dike. Wê şevê Qeretajdîn ji hev dikeve. Hûtek çûbû yekî ji hevketî hatibû. Her kesî pêkenokên xwe pê dikirin. Digotin ga çûye golikek hatiye. Welhasil qîzek wî çêdibe û jina wî dimre paşê qîza xwe dide xezûrê xwe, mal û milkê xwe gişî dide xelkê û li paş xwe nameyzîne.
Çîroka "Tirek dikare çi bîne serê mirovekî" 
Di vê çîrokê de ewil behsa ferqa di navbera tirê û fisê tê kirin, paşê jî çîroka me dest pê dike. Bingeha vê çîrokê xwe digihêjîne têgiha ehlaqê û hinekî jî çîrokek bingeha xwe ji absurdîzmê werdigire. Ehleq û fedîkirin e, ji xwe fedîkirin ji ehleqê dizê, a ku ehlaqê jî ava dike civak e. Civaka ewil jî malbat e. Karekterê me mamosteyekî ye û navê wî Ruknedîn e. Ruknedîn rojekê bê hemdê xwe di hundirê polê de tirekê difilitîne, û di nav xwendevan û mamosteyan de dibe benîştê devan, ji ber vê sedemê karekerê me tayînê dixwaze û cihê xwe diguherîne.
Çîroka "Dirankêş"
Çîrokek li ser kêşandina dirên û xedarbûna dirankêş hatiye nivîsandin. Dema ku behsa vî dirankêşî dibe qidûmê mirov dişkên, diqitufin herkes, ewqas yekî bi nav û deng e.
Çîroka "Felemez"
Karekterê vê çîrokê Felemez yekî çikûs û kirêt e, ango şêlkurmiyekî heram e. Goreyên wî, kîlodên wî ji qirêjê bêhn dikevê, lê ne xema wî ye. Karekterê me di zarokatiya xwe de wisa elimî bû, loma bûbû tibhek êdî. Bingeha çîrokê çikûsbûn, şêl û tibhên mirovan bû.
Çîroka "Sofî Xelîl"
Di vê çîrokê de karekterê me Sofî Xelîl e. Sofî xelîl vê heyama nû rexne dike, bêriya dema borî dike, xweziya xwe bi dema borî tîne, her du heyama rûqalî hev dike, mîna rexnegirekî berawirdiya heyama dike. Di vê rûqaliyê de xwe digihêjîne vê encamê, dibêje di heyama nû de, têkiliyên germ nemane, şêwirnemaye, têkiliyên mirovan  ji hev sar bûne. Her kes li televîzyonan û tiştên teknolojîk mijûl bûne. Heyat miriye. Têkilî mirine. Galegal û guftogo, nîqaş mirine, jiyaneke sar zaye...loma karekterê me digazine û heyama nû naecibîne. Heyama nû dişibîne Şeytên, şeytan di vir de teknolojî ye, yê ku teknolojî jî avakiriye hiş û aqlê însên e. Loma jî însan şeytan e, ketiye dewsa xwedayan...karekterê me li gor xwe hem mafdar e, hem jî ne mafdar e. Heman demê de karekterê me ji zimanê xwe pir hez dike. Li dijber zimanê serdestan helwesteke wî heye. Dema hinek ji gundan diçin bajaran û bi zimanê serdestên xwe diaxive a wê çaxê diqehire û helwestek û bertekekê nîşanî wan kesan dide, sedema vî tiştî dîsa heyama nû dibîne. Mirov xwe di heyama nû de windakiriye û winda dike. Loma ji ji heyama nû (heyama modern) nerazî ye. Divê her tiştên me bi melkisê malaşt û hîna jî dimalişe.
Çîroka dawîn" Wê Şevê"
Çîroka wê şevê çîrokek ramyarî ye û hema hema di heyamekê de hatiye serê gelek kesên kurd. Çîrok behsa heyama 93'yan dike, bûyerên wê demê, desteserkirin û ji holê windakirin, binçavkirin û îşkenceyên dijwar dike. Behsa Ajoya bi nav û deng Torosê dike. Wê demê van erebeyan qesas bûn, niha jî qesasên modern derketine holê....

Hin Nivîsen Nivîskar

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

Di helbestên Rizgar Elegez de têgeha ‘zemên’

  • 26 Kewçêr 2019

"Ji bo Generalê Payîzê hemû nivîskarên xwe întîhar kirine..."Di pirtûka helbestvan ya Rizgar Elegez a bi navê "Havîna Li Serfêza...

HINAREKE HONAKÎ

  • 23 Adar 2019

Ez vê nivîsê diyarî Kerem Arî dikim“Honak çi ye? Bi ya min: Honak darek bi pel e, bi kelem e, bi pejk e, bi strî ye, bi gulî ye, bi gewde û kok e, feqet ya ku vê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Enstîtuya Mitterand xelat da Demîrtaşî

ad

Hevserokê DBP'ê li ser bûyerên li Amed û Colemêrgê axivî

ad

Daxwaza nivîsan ji bo kovareke nû

ad

Li ser Şivan Perwer çar nivîsên rexneyî

ad

Li Îranê 6 belgefîlmkar hatin girtin

ad

Bi merasimekê Bozlak hat oxirkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname