logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çîroka ROSETO

  • Dîrok: 21/03/2020
Li başûrêrojhilatê Îtalyayê cihek bi navê Roseto Valfortore heye. Di sedsala 19'an de cihek feqîr e, ji ber ku hêviya başiya aboriyê bi wan re namîne loma di dawiya sedsala 19'an de komek ji 11 kesî pêk hatî ji wir derdikeve û berê xwe dide New Yorka Amerîkayê. Piştî rojek ew ji wir diçin Pennsylvania û li kêleka navçeya Bangorê bi cih dibin. Salek paşê 15 kesên din jî tên wir. Ev koçber hêviyê dişînin bajarê xwe û koçber qefle bi qefle berê xwe didin wir. Di sala 1894'an de ji Roseto 1.200 kes ji bo paseporta Amerîkayê serîlêdanê dikin.
Ji ber hejmara rosetoyiyan zêde dibe pêşî navê "Îtalyaya Nû" li cihê ku mane dikin. Dûre navê gundê xwe Roseto li wir dikin.
Li wir dêrek çêdikin wekî gundê xwe navê "Our Lady of Mount Carmel" lêdikin. Navê lehengê mezin ê îtalî Garibaldî li kolanê dikin. Keşe Paspuale de Nisco dibe keşeyê dêrê û rê dide ber wan: Pîvaz, fesûle, kartol, darên mêweyan bi wan dide çandin. Ji bo şerabê li pişt malan rezan bi wan dide çêkirin.
Li ser Kolana Garibaldî dikanên biçûk, firin, restorant, bar têne vekirin. Ji bo kincan atolye têne sazkirin.
Du navçeyên cîran Bangor piranî ji gelê kelt û îngilîz bûn û li aliyê din alman hebûn. Lê Roseto bûbû îtalyan û îtalyanî serdest bû.
Roseto dibe dinyayeke ku xwe bi xwe dikare debara xwe bike. Ger doktor Stewart Wolf neba dibe ku ev der wisa bimana.
Doktor Wolf li ser mîde û hezmkirinê pispor bû, li Zanîngeha Oklahoma dersên tibê didan. Havînan li çiftlikek nêzî Roseto dema xwe derbas dikir lê haya wî ji Roseto tune bû, heta ku dawiya salên 1950'yan li nêzî wir di komeleyeke herêmî de semînerek da. Piştî axaftinê ew ligel hevalekî xwe yê doktor çûn bîraxaneyê û doktorî jêre qala meseleyê kir: "17 sal in ez karê xwe dikim, ji her derê nexweşên dilî tên cem min lê ji Rosetoyê heta niha ez rastî kesek nexweşê dil ê bin temenê 65'î re nehatime."
Wolf gelek şaş bûbû. Di salên 50'yan de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dermanên ku kolestrolê têk bibin, dermanên nexweşiya dil baş bikin derneketibûn û qeyrana dil li DYA'yê di astek bilind de bû, lê li Roseto rastî nexweşek wisa nehatibûn...
Wolf li ser vê yekê di sala 1961'ê de dest bi lêkolînê dike. Li hemû paşeroja tibî ya rosetoyiyan dinêre, li şecereya wan, her wiha gazî dike bê pere EKG'ya wan jî dikişîne lê encam balkêş e: Di bin temenê 55'an de tu rosetoyiyek ji ber qeyrana dil miribe, yan jî bi nexweşiya dil ketibe nabîne. Mirovê li wir ji ber extiyariyê dimirin, ne ji ber tiştek din.
Wolf difikire, "Teqez ew ji ber hay ji xwarina xwe hene loma bi vê nexweşiyê nakevin." Lê dema dinêre, na, ew ne donêzeytê ê ku bi fêde ye bikar tînin, berevajî vê, wekî Îtalyayê donê berazan bikar tînin; ew sporê jî nakin, na, yoga jî nakin. Berevajî ku hay ji tenduristiya xwe hebin cixareyê jî dikişînin, qelewin jî. Ligel vê yekê jî li du navçeyên derdorê, li Bangor û Nazarethê sêqat zêdetir qeyrana dil çêdibe lê li Roseto tiştek tune ye.
Doktor Wolf nedizanî dê çi bike. Gazî hevalê xwe yê civaknas Bruhn kir û li navçeyê geriyan; çûn serdana rosetoyiyan, ligel hev xwarin xwarin, sohbet kirin, çavdêrî kirin, dîtin ku rosetoyî wekî malbatkî dijîn, xwedî torek civakî a berfireh in.
Mêze kirin ew diçin dêrê, dêr wan tîne ba hev, aram dike. Rosetoyî li kuçeyê dema rastî hev tên bi îtalî silav li hev dikin, hal û hewala hev dipirsin, alîkariya hev dikin.
Dîtin ku li wir qet bûyerên întîxarê çênebûne, sermestiya ji alkolê, yan jî tilyakê jî nîn e; rêjeya sûcê jî di asta herî jêr de ye. Ji aliyê civakî ve alî hev jî dikin.
Wolf û Bruhn dibînin ku di navçeya ku 2 hezar serjimariya wê heye de 22 saziyên sivîl hene û ew her diçin wir. Dîsa hay jê çêdibin ku dewlemendên wan tu demê dewlemendiya xwe wekî pesn nîşan nadin, ger kêmasiyek feqîrên wan hebe wê ji holê radikin, vê yekê wekî felsefeya jiyanê didin pêşberî xwe.
Ev hemû bûn sebeb ku Wolf, Bruh û saziyên tenduristiyê bi çavekî din li meseleya qeyrana dil û tenduristiyê binêrin.
Ev çîrok nîşanî me dide ku berî her tiştî însan, moralê însan, yekîtiya însan, nebiçûkxistin lê mezinkirina însan pêşî li nexweşiyan jî, pêşî li tiştên din ên xirab jî digire. Çîrok nîşanî me dide ku civakek dikare çawa rabe ser lingan, çawa bibe civarek rastîn, çawa bikaribe xwe bi xwe têra xwe bike. 
Dema min ev çîrok xwend gelek bala min kişand. Min dixwest rojek wekî nivîs bi awayekî bikar bînim, niha rastî koronayê hat û texmîna min ew e tam dema wê ye. 
Niha li Tirkiyeyê çiqas însan ditirsin ji ber vê nexweşiyê. Lê ev çîrok nîşanî me dide moral, alîkariya hev dikare her tiştî binpê bike.
Em bi çavek cuda li meseleyê, li însanan, li civakê, li pêşerojê binêrin dibe ku em bi rehetî bi ser bikevin. Ger mirov bixwaze û bikaribe bibîne di çîrokê de gelek xalên din jî hene. Roseto bo min gelek balkêş bû.
**
Têbinî: Çîrok ji pirtûka Malcolm Gladwell "Outliers" hatiye girtin, ne yek bi yek lê kakila wê min girtiye. Tirkiya pirtûkê bi wergera Aytul Ozer bi navê "Çizginin Dişindakîler" ji MediaCat derketiye.
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • 18 Gulan 2026

Agahiya Pêşî: Armanca nivîsê ne ew e tiştên erênî-neyînî li ser nav û saziyên di vê nivîsê de derbas dibin bibêje ye; Derdê vê nivîsê ew e ku di meseleyên wisa de mirov dikare rêyek/rêyên din çawa...

Îsmaîl Beşîkçî û kurd

  • 21 Rêbendan 2006

Di nav jiyana kurdên Bakur de Îsmaîl Beşîkçî xwedî ciheke taybet e. Ji bo min jî ew keseke cihê ye. Ez dikarim bibêjim ez bi xwendina pirtûkên wî...

Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me

  • 15 Rezber 2017

Li Başûr 25’ê vê mehê referandûm heye, li Katalonyayê jî serê meha 10’an. Me xwest li ser her du aliyan danberhevek çêbikin û di dawiyê de...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Herî zêde li Amedê endamên pirtûkxaneyan hene

ad

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd DTP dikeve nav hewldanan

ad

Kurtelîsteya Fîlmên Navneteweyî ya ji bo Oscarên 2025'an hate eşkere kirin

ad

Îran festîvala Venedîkê boykot dike

ad

Êşa bi strî ziman û yekitî

ad

FBI bi ser mala Trumpî de girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname