Diyarname
Li Tirkiyeyê yek ji qanalên TRT'ê ku bi pereyên gel weşana xwe dikin jî TRT Muzîk e. Di TRT Muzîkê de barnameyeke nû bi navê "Turkiye Ne Dinliyorsun?" (Tu li çi guhdarî dikî Tirkiye?) dest pê kir. Di bernameyê de Alper Etiş li bajarên cuda yên Tirkiyeyê digere, kesên berguh di guhê wan de ye û li muzîkê guhdarî dikin dipirse, "Niha tu li çi guhdarî dikî?" Ew jî dibersivînin. Di bernameya ku roja 15'ê mehê serê sibê li dar ket de pêşkêşvan û hevalên wî yên din li Konyayê bûn û pirsên xwe kirin. Kî çi bersiv dida, ew stran pêre dihat weşandin. Lê ji van keçikek got, "Ez li Agirê Jiyan guhdarî dikim." Sohbeta bi keçikê re hat weşandin lê strana ku keçik lê guhdarî dike, yanê strana Agirê Jiyan (li gor formata bernameyê gere we bihata weşandin) nehat weşandin.
Bernameçêkerên ku di vê bernameyê de strana hindî, ya îngilîzî, tirkî weşandin ku ciwanan lê guhdarî dikir, lê strana bi kurdî, strana Koma Agirê Jiyan neweşandin. Ji destpêkê ve bernameyê xwebixwe xwe birîndar kir.