Bi helbestekê, bi stranekê, di nav çarçoveya wêneyekî de, yan jî bi peykerekî, hunermendan her tim hewl daye wê sembolîze bikin.
Geh di newaya straneke ‘na-red’ê de, geh di rista helbesteke hestiyar a evînî de, geh di giyanekî dil bi hez de, pêl bi pêl ew mezin bûye, bûye bayekî çiyayî li seranserî cîhanê belav bûye, di her dilê bi hezê lêdide de bi cî bûye.
Ji bo dilevînekî/ê, ku romantîzm esmerek, çavbelekek be, ku kilameke destanî, efsaneyî ya li lûtkeya çiyayên welatekî-kurdistanekê azadiyek be, di heman demê de hebûna romantîzmê delîlê evîneke ku xwîna hemû endamên civakê pê dikele ye jî.
Gotine, ku Parîs navdartir be jî, lê Mîdyada şerabê romantîktir e ji wê…
Romantîzm, têkîliya wê ya bi wêjeyê û polîtîkayê re!
Wêje, ku romantîzmê bi hest û daxwaza estetîzekirin û xweşikkirina civakê û jiyanê ji xwe re bike alav jî, lê beravajî wê, siyaset ji bo hewla xwe ya bidestxistina desthilatekê, li ser navê sermayeyê û bo ewlehiya bazara wê û bo tahakumeke zordar a li ser civakan romantîzmê bi kar tîne.
Ji loma jî, siyasetê ku ji bo serkeftinekê karê xwe bi romantîzmê bi serî, ew bi kar anî, bi biryarên dizyankirina civakan û hemleyên xwe yên şerî vega berê çeka xwe dide romantîzmê, ewil romantîzmê dikuje!.
Lê belê, wêje herdem hewl dide giyanekî nû bexşî romantîzmê bike û emrê wê dirêjtir bike.
Di hin şertan de, her çendî ku ‘na-îtrazên’romantîzmê û polîtîkeyê li hev bin û ew di tekoşîna xilaskirina çînekê, netewekê, komeke bindest de hevrêyên hev bin jî, lê dema polîtîka veguherî siyasetê û bû desthilat êdî romantîzm û polîtîka ji hev vediqetin dibin dijberên hev, heta radayekê dibin neyarên hev ên kujerî.
Em pirsekê biavêjin pêşa civatê û bipirsin ‘lê ka romantîzma kurd’?
Gelo li Kurdistanê û di nav kurdan de, qet pêlên romantîzmê hene-hebûne?
Gelo, qet dem û serdemeke kurd a romantîk çêbûye; kesek, çînek, komek, an jî tevgereke polîtîk-siyasî ya romantîk?
Heke ku zarokên romantîzmê hunermend-wêjekar bin; ji helbestkar, romanûs, çîroknûs, sînemager, şêwekar, muzîkjen, kesayetiyeke cihê-serbixwe, yan jî siyasetmedar û hwd. jê yek û kîjan nav, dikare zarokê romantîzmê bê hesibandin?
Yan jî ji rêzê, ne bi gul, bi diyarî û bi şerabê, lê bi hest û giyanekî tije hez, danûstendin û têkîliyeke ji evînên îroyîn?
Û ger, ku tevgerên polîtîk, serhildanî romantîzm ji xwe re kiribin hevrê, gelo PKK, KDP, PYD, YNK û hwd. jê kîjanê alaya xwe bi bayê romantîzmê li ba kiriye?
Romantîzm, belkî jî lûkseke ramanî, hunerî û evînî bû û li Kurdistana dagir kirî, li welatê drama û tragedyayê nema deriyek, dilek jê re vebû…!
Pêlên romantîzmê, ku çandeke rehl bi zexm neçandibin jî, lê li Kurdistanê pêlên wê yên pelên dara giyanê dilivînîn jî hene û nayên înkarkirin.
Têkîliya romantîzmê û girseyan!
Heke kana romantîzmê evîn be, hez kirin be, heke ku bêhna romantîzm hinekî ji işqê bifûre, mirov belkî karibe bêje bêhna romantîzma kurd hinekî ji dengbêjiyê hinekî jî ji helbesta kurdî tê. Hinek û ne pir…
Bi qasî têgihîştina xwe dibêjim, ku mirov rabe behsa romantîzma kurd bike, divê mirov bêje romantîzma kurd bi bajarîbûna bi darê zorê ya salên nodî, li bakurê Kurdistanê gundên ku bi carekê re mezin bûn, bûn bajar… û bêguman, pêre pêre koçberiya ber bi metrepolên Tirkiyeyê û bi têkilîpêdanîna polîtîkayê re dest pê kiriye.
Bi vê gavê re, polîtîka û romantîzm bi hev re ne, hevrê ne. Nemaze jî, bi hestên şerê gerîla û bi xebatên şoreşgerî yên nepenî yên li taxên li qeraxên bajaran-metrepolan, û ji pişt re jî, li hev civîn û daketina girseyan a qadan; mirov nikare nebêje, pêlên romantîzmê wê gavê tevlî xwîna raperîna ‘ciwan’ a kurd nebûye.
Bayê romantîzmê ta pêla bi hêz tevlî xwîna serhildêrên raperînê bûye û ciwanên esmer ên kurd perçemên xwe bi wî bayê şeh kirine.
Lê îro û aniha!?
Bi raya min, polîtîkeya şoreşgerî êdî xwe vediguherîne- hêdî hêdî dibe aliyekî siyaseta heyî.
Û ew girseyên nerehet ên di kuçe û kolanên teng û tarî de serhildêr-berxwedêr bûn, êdî di nav jiyana nû-piştî şerê çekdarî û bi destpêkirina tekoşîna bi siyasetê re, ji xwe re jiyanek nû saz kirine, xwe li cihekî pergalê de bi şûn kirine.
Ji bo wê jî, pêdiviya wan ne bi romantîzma ‘şoreşgerî’ lê bi jiyaneke ewle û bi pêşerojeke bêxetere, bêberdêl heye.
Ango, li Kurdistanê romantîzm û polîtîka piştî têkîliyeke pir kin (15-20 sal) ketina qonaxa ji hev veqetînê.
Ji loma jî, îro bes berga pirtûkeke wêjeyî-ziman kurdî, navê efsaneyî yê Kurdistanê û dîroka kurdan (ji ber ku êdî nostajîk e) pê ve, çi raz bi hinek kurdan romantîk tê!?
Hûn bibêjin! Ka li Kurdistanê di nav neteweya kurd de, çi diyardeyeke din a ‘îroyîn’ heye, ku romantîzm jê difûre, romantîzmê xwedî û bi giyan dike?
Romantîzm işq e, işq motîvasyona jiyanî, estetîk û xweşikbûna kes û civakê ye.
Lê nebûna wê..!
Dargulekê bifikirin, ku bihar hatiye lê wê aj neda ye, pel venekirine…
Nebûna wê, wekî li êvara malekê-xeyalekê çira vemirî be.
Lê nebûna wê nabe, îlam divê ew hebe…
Di van mercên heyî û bi vî xatirê ku tê dayîn! afirandina bi êş a wêjeya kurdî, ku ne ji xeyalekî romantîk be, kî’yê xwedan pênûs dê ji kişandina êşa wê re bi hewes be, debar bike?
Jê haydar bin romantîkno! heke ‘hebe’ di çeperên romantîzma kurd de, li ber û di nav pêlên wê yên serhildêr, serxweşkar de, nabe ku wêje û wêjekar bi tenê bin!
Biborin, qey min got romantîkên kurdan bes wêjekar in!
Romantîzm işq e, li Kurdistanê civakeke ne romantîk, civakeke bê işq e, bê işqî jî her bindestî û her li dûrî azabûnê û evînê man e.